Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Şerê Helebê bi tawanên şer tê danasînkirin

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Sivîl ji Helebê derdikevin. Komîsyona Lêkolînê ya NY bo Sûriyê di 1ê Adarê de got ku hemû aliyên şer li Sûriyê tawanên şer encam dane û rêkeftina derxistina sivîlan piştî şikestina opozîsyonê "tawaneke şer a awarekirina bi darê zorê" pêk tîne. [Wêne ji Feysel Ehmed hatiye wergirtin]

Sivîl ji Helebê derdikevin. Komîsyona Lêkolînê ya NY bo Sûriyê di 1ê Adarê de got ku hemû aliyên şer li Sûriyê tawanên şer encam dane û rêkeftina derxistina sivîlan piştî şikestina opozîsyonê "tawaneke şer a awarekirina bi darê zorê" pêk tîne. [Wêne ji Feysel Ehmed hatiye wergirtin]

Raporteke vê dawiyê ji Komîsyona Lêkolînê ya NY bo Sûriyê binpêkariyên gelek û cudacuda li dijî sivîlan di dema şerê Helebê de bibelge dike û hemû aliyên krîzê şermezar dike.

Lêkolînerên komîsyonê êrîşên kîmawî û îdamkirina sivîlan ku ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibûn pêkanîn di dema dorpêça pênc-mehî ji rojhilatê Helebê re, ku asêgeheke xuya ya opozîsyonê bû, bibelge kirin.

Delîlekî yekalîker heye ku balafirên şer ên Sûriyê "madeyên kîmawî yên jehrî, di nav de gaza klorînê bikar anîne", raporta 1ê Adarê got, Heleb jî weke cihê bûyereke "tundutûjiya zêde" wesif kir.

Herwiha, raportê rêkeftina li ser derxistina sivîlan ji Helebê piştî şikestina opozîsyonê şermezar kir, û got ku ew "tawaneke şer a awarekirina bi darê zorê" pêk tîne.

Sivîlên li beşê rojhilat ê di destê opozîsyonê de û beşê rojava yê di destê rejîmê de "qurbaniyên tawanên şer in ku ji aliyê herdu aliyan ve hatine pêkanîn", raportê got.

Girûpên opozîsyonê yên cuda û di nav de Eniya Nusra, ku niha weke Eniya Fetih Şam tê naskirin, bêserûberî sivîl li rojavayê Helebê topbaran kirin bêyî ku armancên serbazî yên diyar bigrin, raportê got.

Kuştina berbelav û bêserûber

"Şerê li Helebê , bi taybetî di mehên dawî de, dînbûn bû bi hemû wateya vê peyvê," çalakvanê medyayî Feysel Ehmed ê ku li Helebê dimîne ji Diyaruna re got.

Artêşa Sûriyê û hevalbendên wê bostek jî ji bombebarankirina tund û guleyên nîşangiran nehiştin, wî got. Di heman demê de, endamên Eniya Nusra û girûpên din ku loyalîte jêre ragihandine jî her devereke ku karîbûn bigihinê topbaran dikirin, bi liberçavgirtina ku cihê sivîlan an jî yê serbazan be.

"Di encamê de, hemû dever qabil bûn ku bên topbarankirin û sivîl û serbaz jî di metirsiya wê yekê de bûn ku di her demê de bimrin," wî got.

Ehmed got ku wî û girûpekê ji çalakvanên medyayî yên din û karmendên hawarçûnê hewl dan ku vê pirsê bi fermandarên meydanî re gotûbêj bikin, lê "bersiv hertim tund bû û em dihatin tometbarkirin ku em sîxurên rejîmê ne".

"Gef [li me] dihatin xwarin ku em dê werin kuştin eger me careke din hewl da ku daxwaz bikin ku sivîl neyên armancgirtin," Ehmed got.

"Heta ez sax bim ez dê atmosfêra giştî jibîr nekim," wî got. "bi sadeyî, herkes bûbû hov."

Awarebûna bi kom

"Awarebûna xelkê bakurê Helebê hema bêje bi temamî bû," Ocalan Şêxî, karmendekî hawarçûnê li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê, ji Diyaruna re got.

Xelkê herêmê berbelav bûn li ser deverên ku dikarîbûn biçine wan, di nav de Cizîrê, Efrîn û parêzgeha Îdibê, wî got.

Hejmareke nekêm jî çû ser sînorê ligel Tirkiyê bi hêviya ku bikaribin derbasî aliyê din ê sînor bibin, û ji wir biçin Ewropa, Şêxî got.

"Karîna vegera van awareyan bo Helebê [vê demê] ji ber gelek sedeman negengaz e," wî got.

"Xala yekem, piraniya malbatan hemû milkên xwe jidest dan," wî got. "Mal û dikanên wan bi temamî hatin wêrankirin û jinavbirin li hinek deveran."

Ji van kesên ku zerereke biçûk giha malên wan an jî bêzerer bûn, artêşa rejîmê û milîsên wê, di nav de Hizbula û Ketîbeyên Zeynebiyûn û Fatimiyûn , hertişt bi temamî talan kirin, wî got.

"Sedema herî girîng ku xelk bi vegerê nafikirin ew rastî ye ku baweriya wan bi rejîmê nayê," wî got. "Em hemû ji tolhildanê ditirsin eger vegerin."

"Xuyayî ye ku rejîm planeke biarmanc bicih dike ji bo çêkirina atmosfêreke tirsê bi rêya gefxwarinê ji demekê heta demekê ji bo neçarkirina xelkê ku [malên xwe] bifroşin û wisa deverê bi temamî ji niştecihan vala bike û girûpên girêdayî xwe li şûna wan bicih bike," wî got.

Tawanên şer

"Zagona navdewletî awarekirina bi zorê ji aliyê hikûmetan û girûpên çekdar weke tawaneke li dijî mirovatiyê û tawaneke şer didin naskirin eger hat piştrastkirin ku ew bi awayekî sîstematîk û biarmanc pêk hatiye," profesorê qanûna tawanan li Zanîngeha Qahîra û lêkolînerê Navenda Herêmî bo Lêkolînên Stratejîk Wail Şerîmî, got.

Di rewşa Helebê de, ev yek bi rêya rastiyên li ser erdê hatiye piştrastkirin, wî got.

"Destpêkê şerê ku bi mehan dom dikir, û di nav de dorpêça ferzkirî li ser sivîl û çekdaran bi hev re, û pêkanîna agirbest û rawestandinên şer bi şertê vekişîna neçar a herkesî ji devereke diyarkirî [...] hemû Madeya 7 (1) a Peymana Roma ya Dadgeha Tawanan a Navdewletî binpê dikin," wî ji Diyaruna re got.

Şerîmî got ku qanûna navdewletî bi zelalî dibêje ku "deporkirin an transfêrkirina bi zorê a xelkê, dema ku were pêkanîn di çarçoveya êrîşeke berfireh an sîstematîk de li dijî her xelkine sivîl, tawaneke li dijî mirovatiyê pêk tîne" û ku "deporkirin an jî transfêrkirina neqanûnî [a xelkê] jî tawaneke şer e".

Gaza klorîn

Nûredîn Cemal, xwebexşekî berê li nexweşxaneyeke meydanî li Helebê ku çû Efrînê dema ku agirbest kete warê bicîkirinê, got ku wî bikaranîna çekên qedexe, di nav de gaza klorîn, ji aliyê hêzên rejîmê û milîsên ku li kêleka wê şer dikin, dît.

"Gelek beşên Helebê bi van madeyên kîmawî dihatin bombebarankirin bi rêya helîkopterên serbazî yên ku bermîlên bombekirî diavêtin," wî ji Diyaruna re got.

"Di êrîşeke asmanî ya diyarkirî de di 6ê Îlona 2016an de, bêtirî 100 sivîl rastî sîmayên jehirbûnê hatin ji encama tûşîbûna bi vê madeyê," wî got.

Cemal got ku bijîşk û xwendekarên bijîşkî yê ku heta rojên dawî ji dorpêçê li Helebê man ragihandin ku bikaranîna klorîn berbelav bû, anîn ziman jî ku ew ji aliyê hêzên rejîmê û çekdaran jî li Helebê hatin bikaranîn.

Dadmendî ji Sûriyan re

Raporta komîsyona NY "bi awayekî sereke ji xelkê Sûriyê re bû ji ber ku ew qurbaniyên sereke yên şerê niha ne", parêzerê Sûrî Beşîr Besam, ku niha li Qahîra dimîne, got.

Şermezarkirina tawanên şer û tawanên li dijî mirovatiyê gavek e ber bi "cezakirina kesên ku ev kar encam dane," di nav de rejîma Sûriyê û girûpên çekdar, wî ji Diyaruna re got.

Besam got ku dadmendî lazim e ji bo rêgirtin li daxwaza tolhildanê ku dikare ji herdu aliyan ve were encamdan "ji encama karên nemirovî yên ku di dema şer de çêbûn".

"Tevî tifaqan û agirbestan, ev tawan dê karîgeriyên wan ên metirsîdar hebin ku dê zehmet be ku werin jibîrkirin an jêbirin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500