Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Iraqî alîkariya malbatên asêmayî li Mûsilê dikin

Xalid Taî

Hêzên Iraqî sivîlên ku li meydanên şer bûn li rojavayê Mûsilê li taxa Teyeran ewle dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Firqeya Bersivdayîna Bilez hatiye wergirtin]

Hêzên Iraqî sivîlên ku li meydanên şer bûn li rojavayê Mûsilê li taxa Teyeran ewle dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Firqeya Bersivdayîna Bilez hatiye wergirtin]

Ji bin kavilên malekê li taxa Teyeran li rojavayê Mûsilê, qîrînek bo alîkariyê ji bin paşmahiyan ve hat bihîstin.

Leşkerên Iraqî yên nêzîk bilez gihan cihê bûyerê, li çavkaniya deng digeriyan.

Piştî kolandineke bo nêzîkî saetekê, serbazan karîn zilamekî, jinekê û sê zarokan ji jêrzemîna maleke ku ji aliyê DAIŞ ve hatibû topbarankirin derxin.

Hemû di rewşeke baş de bûn, ji bilî hinek birînên sivik.

"Îradeya Xwedê bû ku em sax bimînin," Ehmed Hemîd, ê 36 salî, ji Diyaruna re got. "Şikir ji Xwedê re ku jêrzemîneke me hebû ku em xwe lê veşêrin. Canên me deyndarên van qehremanan in."

Serbazên ku baş weke rizgarker û endamên bersivdana bilez hatine rahênan li ba hêzên Iraqî hene, berpirsê ragihandina Beşa Bersivdana Bilez Muqedem Ebdilemîr Mihemedawî, got.

"Ez ji her rewşeke awarte re amade ne," wî ji Diyaruna re got. "Em ligel hêza xwe ya serbazî pêş dikevin û piştgiriya hewldana wê dikin, di demekê de ku yekîneyên serbazî hene ku çareseriya bijîşkî, dermankirina destpêkî û derxistina kesên birîndar pêşkêş dikin."

"Em herwiha xelkê asêmayî di bin kavilan de piştî ku DAIŞ malên wan bi hawinan topbaran dike yan jî wan bi bombeyên bidestçêkirî û otombîlên bombekirî diteqîne rizgar dikin," Mihemedawî got.

Rizgarkirina sivîlên asêmayî

Di demekê de ku yekîneya me di rojavayê Mûsilê re pêş dikeve, wê bi dehên malbatan, bi taybetî li taxên Teyeran û Cewseq, rizgar kirine, Mihemedawî got.

"Me herwiha alîkarî kir di derxistina bi sedên malbatan de ji devera Nebî Şît bo Balafirgeha Mûsilê, tevî hewlên dijmin ji bo êrîşkirina wan bi hawin û otombîlên bombekirî," wî got.

Firqeya Zirxî ya 9ê ya Artêşa Iraqî, ligel hêzên me, 10,000 malbat ji devera Badûş li bakurê rojavayê Mûsilê derxistin, cîgirê fermandarê firqeyê Emîd Welîd Xelîfe Mecîd, got.

"Me jiyana xelkê ku malên wan bi bombekirina qesd û bêserûber a DAIŞ li gelek deveran, weke Hemîdat û Tel Reys, wêran bûne rizgar kir," wî ji Diyaruna re got.

"Em alîkariya bijîşkî ya yekser didin birîndaran her dema ku werin derxistin, û bilez malbatan dibin cihekî ewle daku nebin armanceke asan ji terorîstan re," wî got.

Tevî vê yekê jî, qurbanî ji encama êrîşên DAIŞ dikevin, wî got, anî ziman ku malbateke ji pênc kesan, di nav de sê zarok, hatin kuştin dema ku DAIŞ mala wan nêzîkî Badûş di 18ê Adarê de topbaran kir.

Herî kêm 307 sivîl navbera 17ê Sibatê û 22ê Adarê li rojavayê Mûsilê hatin kuştin, ofîsa Mafên Mirov a NY di daxuyaniyekê de roja Sêşemê (28ê Adarê) got.

Şerê li dijî DAIŞ didome

Hewlên rizgarkirinê yên ku ji aliyê hêzên Iraqî ve hatin dayîn "mezin" in, endamê encumena parêzgeha Nînewa Hesen Şubeub Sebawî ji Diyaruna re got.

"Dema ku êrîşek an jî topbaranek li ser malekê hebe, hêz bilez tevdigerin ji bo rizgarkirin û alîkariya malbatan," wî got. "Gelek sivîl hatin rizgarkirin piştî ku li jêrzemînên malên xwe xwe veşatin."

Li gorî çavkaniyên xwecihî, jiyana 30 kesî hat rizgarkirin, ku malên wan hefteya borî hatin wêrankirin li taxa Nablus û Mûsil Cedîda, wî got.

"Lê belê, çavkanî behsa hejmareke nenas a qurbaniyan heta niha dikin, ku hîn hinek di bin kavilan de veşartî ne," Sebawî got.

"Şer gelekî giran e," wî got, anî ziman ku hêzên Iraqî "gerek hemû hewlên xwe bidin ji bo parastina xelkê, rizgarkirina wan, û bidawîkirina bilez a şer".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500