Nûçeyên Iraqê
Aborî

Firina Babê ya nûvekirî rehetiyê ji xelkê bajar re peyda dike

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Nan bêpere li ser niştecihên Babê tê belavkirin piştî ku Artêşa Azad a Sûriyê kargeha firina otomatîk vekir. [Wêne ji rûpela Facebookê ya girûpa Bab hatiye wergirtin]

Nan bêpere li ser niştecihên Babê tê belavkirin piştî ku Artêşa Azad a Sûriyê kargeha firina otomatîk vekir. [Wêne ji rûpela Facebookê ya girûpa Bab hatiye wergirtin]

Piştî rizgarkirina bajarê Bab ê Sûrî ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), komên Artêşa Azad a Sûriyê ligel encumena xwecihî kar dikin ji bo peydakirina xwarin û pêdviyên din ji xelkê re.

Niştecih bixêrhatina vekirina firina otomatîk bi rehetiyeke gelek mezin kirin, ji ber ku ev yek dê alîkarî bike ku pêdiviyên hejmara mezin a awareyên ku vedigerin bajar peyda bike.

"Komên Artêşa Azad ligel encumena bajarê Babê li ser hemû tiştên girêdayî peydakirina pêdiviyên jiyanê hevahengiyê dikin," endamê encumena xwecihî ya Babê Hesen Ismaîl got.

Ji encama vê hevahengiyê, wî ji Diyaruna re got, firina otomatîk dîsa vebû, û niha nan berdest e.

"Wê ji sala 2015an ve kar nedikir, ji dema ku DAIŞ hemû amûrên wê talan kirin û birin Reqa," wî got, anî ziman jî tişta ku li firinê ma tenê avahiya wê bû.

Ji dema vekirina firinê ve, Ismaîl got, encumena xwecihî çend biryar bo rêxistina nanpêjiyê û firotina nan derxistin, û kirîn û firotina ard û genim ji rêyên bêdestûr qedexe kirin.

Belavkirina nan

Encumena xwecihî serjimariyeke niştecihên herêmê pêk anî û lîsteyeke hûr ji bo belavkirina nan û alîkariyên din danî, Ismaîl got.

"Nanê ku di firina otomatîkî de tê çêkirin li ser malbatan li gorî serjimarê [bêberamber] tê belavkirin, hevdem beşekî biçûk ji nan tê firotin bi bihayekî kêm ku 100 lîreyên Sûrî ye ($0.47)," wî anî ziman.

"Qebareya ard ji bo peydakirina pêdiviyên rojane yên niştecihan pênc ten e, lê belê qebareya ku niha tê peydakirin nêzî sê tenan e, ku dike zêdetirî 12,000 kîsên nan," wî got.

Hewl berdewam in daku kêmasî nemîne, Ismaîl got.

"Heyama piştî rizgarkirina bajarê Bab û gundewarên wê ji endamên grûpê li ser sivîlan zehmet bû, ji ber kêmbûna piraniya madeyên xwarinê," Merwan Şihabî, fermandarê komeke Artêşa Azad a Sûriyê li Babê got.

Rêxistinên mirovî û alîkariyan, ji deverê derketin dema ku DAIŞ ew kirin armanc û astengî li pêş operasyonên wan derxistin, wî ji Diyaruna re got.

Hinek bazirgan sûd ji rewşê wergirtin daku firotina ard û genim îhtîkar bikin, û ji ber pêdiviya awarte "gelekî buha" difroştin, wî got.

"Hinek heta firotina nan bi xwe jî îhtîkar dikirin, ku ji cihên din dihat anîn, ku buhayê kîsekî nan digiha 1,500 lîreyên Sûrî ($7)," Şihabî got.

Bixwarinkirina xelkê

Şihabî got ku Artêşa Azad a Sûriyê "bilez firin vekir ku bi du hefteyan piştî rizgarkirina bajar û paqijkirina wî ji mayînan vekir".

Niştecihê Babê Mihemed Nawûs ji Diyaruna re got ku vekirina firina Babê serê niştecihan rehet kir.

"Nan madeyeke gerekîbar e û nebûna ard ji bo çêkirina nan sedema tirsa gelekan bû," wî got.

Beriya ku firina otomatîk karê xwe dewam bike, nan ji aliyê firinên biçûk ve dihat çêkirin û kalîteya wî kêm bû, wî got.

Nawûs got ku tedbîrên peydakirina nan û nehiştina firotina nan li bazara reş "rehetiyê ji niştecihan re anî û yek ji guvaşên sereke li ser jiyana rojane kêm kir".

"Ez haceta xwe ya rojane ji nûnerên encumena xwecihî werdigrim, ew jî dike du kîsên nan ku têra çar endamên [malbatekê] dikin, li gorî serjimara bajar û gundewarên wê," wî got.

Piştî serjimarê, encumen hin malbatên halxweş ên ku ji wan tê ji xwe re ji bazarê nan bikirin ji belavkirina bêberamber a nan dûr xistin, wî got, ku hişt belavkirina nan hejmarake mezintir ya niştecihan li xwe bigre.

Biryara damezirandina bilez a encumena xwecihî piştî rizgarkirina bajar alîkariya vegerîna niştecihan kir û hişt ku jiyan hêdî hêdî vegere bajar û gundawarên wî, wî got.

Çakkirin û nûavakirin bi rê ve diçin, wî anî ziman, weke vegerandina torên elektirîk û avê bo kar.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500