Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Mahan Air: Hêla asmanî hêsankariyan di kirîzên ku Îran li Rojhelata Navîn pêk tîne dike

Welîd Ebû Xêr li Qahira

Balafireke Mahan Air li ser rêya qîrkirî li balafirgeha Şamê sekinî ye. Şareza dibêjin ku Îran hilgira ehlî ji bo veguhestina çek, pêdiviyên serbazî û çekdarên biyanî bo zonên krîzan yên cor bi cor li Rojhelata Navîn bikar tîne. [Wêne ji Mihemed Ebdula hatiye wergirtin]

Balafireke Mahan Air li ser rêya qîrkirî li balafirgeha Şamê sekinî ye. Şareza dibêjin ku Îran hilgira ehlî ji bo veguhestina çek, pêdiviyên serbazî û çekdarên biyanî bo zonên krîzan yên cor bi cor li Rojhelata Navîn bikar tîne. [Wêne ji Mihemed Ebdula hatiye wergirtin]

Îran hilgira rêwiyan Mehan Air ji bo veguhestina çek, pêdiviyên serbazî û çekdarên biyanî bo zonên krîzên cor bi cor li Rojhelata Navîn bikar tanî daku piştgiriya ajendaya xwe ya firehxwaz bike, şarezayan ji Meşariq re got.

Li gorî jêderekî nêzîkî Hizbula, hilgir ji bo veguhestina endamên partiyan yên Libnanî û Sûrî ber bi Îranê ve daku rahênanên serbazî li wir werbigrin hatiye bikaranîn.

Selah Mensûr, ku ji tirsa li ser selametiya xwe ev bernavî bikar anî, mirovekî berpirsekî bilind yê Hizbula ye û nêzîkî serokatiya partiyê ya li newala Biqa ya Libnanî bû beriya ku ji girûpê veqete.

Wî ji Meşariq re got ku Mahan Air, û pêşiya wê balafirgeheke hiligirtinê ya dewletê ku navê wê Iran Air e, azadiya temam heye li Sûriyê kar bike, û wiha diyar e ku hêzên rejîma Sûrî tu desthilateke wan li ser van hêlên asmanî tune ye.

"Wesayitên ku çekdar [ên serbaz anjî milîta] hildigrin derbasî avahiya balafirgehê dibin bê ku li gumrik, pişkinîna pasport anjî tu pişkinên din bisekinin," wî got.

Mensûr got ku wî di navbera Şamê û navenda firînê li Îranê, Balafirgeha Ebadan, dema ku ew endamê Hizbula bû geşt kiriye, û wî yaweriya şandên çekdar yên Îranî ji û bo balafirgeha li Şamê dikir.

"Piraniya çek û cebilxaneyên ku ji balafirên Iran Air û Mahan Air li geracên balafirgehê dihatin danîn û piştre li ser trakên partiyê [Hizbula] dihatin barkirin daku bên veguhestin bo Libnanê," wî got.

Tenê çend carinan çek û cebilxane rasterast ji balafirgehan dihatin barkirin li ser trakan, wî anî ziman, ji ber ku veguhestin bi giştî pir bi nihênî çêdibûn.

Jêrîneke Pasdaran

Li gorî raportên medyayî yên cor bi cor, Mahan Air ser bi hêzên pasdaran yên Îranî ve ye, vekolînerê Navenda Rojhelata Navîn bo Vekolînên Herêmî û Stratejîk û pisporê karûbarên Îranî Fethî Seyid got.

Hêla firînê ji bo "veguhestina çek, pêdiviyên serbazî û çekdarên ji Îran bo Sûriyê û Yemenê dike daku di şerên li wir de beşdar bibin," wî ji Meşariq re got.

Hinek raport hêlê weke hilgira sereke ya hêzên Pasdaran û hêza Quds e, baskê arêtêşê li Sûriyê, Yemen û Libnanê didin naskirin, wî got.

Fermandarê Pasdaran Hamid Erebnicad birêveberê kompaniyayê ye, wî got, hevdem fermandarekî Pasdaran yê din Hamid Eslanî, xwedanê pileyeke bilind e.

Gerên neyasayî di navbera Îran û Şamê cara yekem sala 2011an hatin pêhesîn, nêzî çaxê destpêkirina krîza Sûriyê, û di çend salên borîn de zêde bûne, ligel gerên bi vê mînakê ber bi Yemenê ve, Seyid got.

Hin welat, mîna Erebistana Seûdî, qedexekirineke temam li ser memalekirin ligel kompanyayê sepandin, wî got, û memleketê gerên Mahan Air bo Erebistan Seûdî di Nîsana sala 2016an de sekinand.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkî jî cezaya kompanyayê kir ji ber ku piştgiriya hêza Quds ya Pasdaran dike.

Operasyonên qaçaxkirina çek

"Yekîneya 190 ya Pasdaran ku pispora qaçaxkirina çekan bo welatên din e weke Sûdan, Yemen, Sûriye û Libnanê û ev yekîne hemû rêyan ji bo veguhestina baran bikar tîne, rêyên bêjayî, deryayî û hewayî bi rêya Mahan Air," Seyid got.

Ev çekirina nihênî ya Pasdaran ji aliyê bazirganiyê Îranî û berpirsekî bilind yê Hêza Quds Bêhnem Şehriyarî tê serperştîkirin, û hin veguhestinên pere yên çekan bi rêya Kompanyaya Bazirganiyê Bêhnem Şehriyarî tên pêkanîn, wî got.

"Yekîneyeke mîna wê, ku bi Yekîneya 198 tê naskirin, berpirsa birêvebirina veguhestinên hewayî bo zonên krîzan û veguhestina bi awayekî sereke efserên Pasdaran bi awayekî pir nihênî ye," wî got. "Yekîneya duyem gelek caran parastin û gerentîkirina operasyonên Yekîneya 190 birêve dibe."

Seyid hişdarî da ku "Îran, bi rêya rêkeftinên bazirganî ligel kompanyaya Ecnihet el-Şam ya Sûrî, komkeştiyên balafiran kire di bin teserûfa xwe de daku wan bo opersyonên veguhestinên hewayî yên gumanlêkirî bikar bîne".

Bi rêya bikaranîna balafirên sivîlan û yên dewletê ji bo veguhestina pêdiviyên serbazî û çekdaran, eger heye ku Îran sê biryarên NY yên ku têkildarê şandina çeka in binpê kiribe, profesorê Zanîngeha Esyût Xeyridîn Ebdulmuteleb, şarezayê zagonê navdewletî, got.

Bi rêya bikaranîna balafirên sivîlan bo meremên serbazî, wî şirove kir, Îranê "bendên navîgasyonên hewayî yên navdewletî û firîna sivîl binpê kirin".

Têkiliya Mahan Air ligel hêzên Pasdaran, "bi taybetî veguhestina çek û çekdaran bo zonên krîzan", dikare Îranê bo zincîreke nû ya cezakirinên navdewletî rûbirû bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Çawa û bi çi lojîkê divê miletên Musilman gunehbar bin û cihê sûcdarîyê bin, bi tenê ji ber ku ew berevanîyê li xaka xwe û xelkê xwe dikin? "Lê tawankar û pawanxwaz ji wan welatên weke Amerîka û Ewropayê tên, bo dest deynin ser samanên xelkê û xaka miletên din dagir bikin bi rêya hêza xwe û hêzên xwe yên serbazî û bi rêya encamdana hemû corên tawanan û gendelîyan?!!! Di heman demê de, ew kesên ku rojane destekê didin zaliman. Bila ji bîr nekin ku Xwedê kiryarên wan dibîne. Sipas.

BERSIV BIDE