Nûçeyên Iraqê
Medya

Niştecihên Mûsilê piştî derxistina DAIŞ sêlên satelaytê datînin

Xalid Ta'î

Froşgehên Mûsilê bazirganiyeke nû ya sêlên satelaytan pêk tînin ji ber ku "Dewleta Isamî li Iraq û Şamî" ji deverên wan hatiye derxistin. [Wêne ji aliyê Navenda Agahiyên Mûsilê hatiye wergirtin]

Froşgehên Mûsilê bazirganiyeke nû ya sêlên satelaytan pêk tînin ji ber ku "Dewleta Isamî li Iraq û Şamî" ji deverên wan hatiye derxistin. [Wêne ji aliyê Navenda Agahiyên Mûsilê hatiye wergirtin]

Sêlên satelaytan, ku demeke dirêj "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ew qedexe kiribûn, li rojhilatê Mûsilê refikan tijî kirine.

DAIŞ sêlên satelaytan li hemû malan di dema dagîrkirina Mûsilê de qedexe kiribû û gefa zindankrina herî kêm şeş mehî û bi cezaya pareyî kiribû û gunehkarên dubare cezayên girantir werdigirin.

Heta dema ku beşê rojhilatî yê bajar di Kanûna Duyem de hat rizgarkirin, girûpê bi awayeke berdewam dest datanî ser amûrên satelaytan û ew li ber çavên xelkê wan têk dibirin.

Niştecihê taxa Mîsaq Nacî Ebdilselam, 56, ji Diyaruna re got ku wî bi roj satelayta xwe di bin erdê de vedişart û bi şev bi nihênî bikar tanî.

"Ew metirsîdar bû, lê tu bijareyên din nebûn," wî got. "Wan bi hinceta guneh ew qedexe kiribûn, lê rastiya meselê ew bûku wan dixwest me ji dinyayê qut bikin."

"Tu tişt ji azadiyê buhatir nîne," wî got, anî ziman jî ku wî di vê dawiyê de du satelaytên nû kiriye. "Evro, em dikarin satelaytên xwe bê tirs bikar bînin."

Tiştê ku DAIŞ ji hemû tiştên din bêtir jê ditirsiya ew bû ku niştecih bigihn agahî û nûçeyan ji jêderên derve, wî got, ku di hember de bandorê li ser hewilên propagandaya wê dikir.

Qedexekirina meydayê ji aliyê DAIŞ ve

Girûpê "qedexekirin medyayeke dijwar li ser xelkê pêk anî", endamê ewlekariya encumena parêzgeha Nînewa Binyan Cerba ji Diyaruna re got.

Wan nedixwest ku niştecih bizanibin li derdorê wan çê dibe, wî got.

"Wan hewil dida ku wan bi temamî ji dinyayê qut bikin daku tenê jêderên wan yê agahiyan ji girûpê bi xwe be", Cerba got.

Radyoya Beyan ya DAIŞ, di 25ê Sibatê de bi rêya êrîşeke asmanî ya Iraqî hat vermirandin , bû jêderê nûçe û agahiyan yê sereke.

"Jêderên medyayê" yên din -- navendên ku li piraniya taxên niştecihbûnê belav bûn --nivîskên rêberiya DAIŞ û agahiyên nû li ser çalakiyên girûpê belav dikirin.

"Bi rêya van çavkaniyan, ew dixwazin rastiyan berovajî bikin û xelkê bixapînin bi serkeftinên nerast û îdîa bikin ku dewleta wan a îdîakirî berfirehtir dibe û ku ne mumkin e ku werin şikandin," wî got. "Ev hemû bêwate bû."

Lê ferzkirina qedexekirineke medyayî "zehmetiyeke mezin" ji DAIŞ re bû, Cerba got.

"Tevî metirsî û xeternakiyê, xelkê resîverên xwe yên satelîtê li ba xwe hiştine, û bi awayekî veşartî nûçeyên hewlên rizgarkirinê dişopînin û di nav hev de behsê dikin," wî got.

"Rojên qedexekirinê çûn," wî got jî.

"Xelk niha bi serbestî temaşeyî nûçeyan dikin û bi her awayê mumkin hewl didin ku agahiyan bişînin ji xelkê weke xwe re li beşê rojavayê Mûsilê," wî got, ku li wir hêzên Iraqî berdewam in li ser şerê li dijjî girûpê.

Karê girêdayî satelîtan zêdetir dibe

Li rojhilatê Mûsilê, daxwaziyeke bilind li ser resîverên satelîtê heye, rojnamevan û cîgirê serokê Enstîtuya Medyayî ya Nînewa Sufiyan Meşhedanî got.

"Xewnek bû û pêk hat ku daxwaziya li ser van alavan vegeriyaye," wî jji Diyaruna re got. "Xelk bi hewceyî gihiştin bo nûçeyan in derbarê pêşhateyên serbazî yên dawî [agahiyan bidest bixin], ligel daxwaza ku li ser cîhanê bêtir vekirî bin piştî demeke dirêj ji bêparbûnê."

Qedexekirina medyayî ya DAIŞ jiyana xelkê kire dojeh, Meşhedanî got.

"DAIŞ bi tundî şer kir ji bo rêgirtin li gihîna agahiyên ku ji deverên di bin kontrola wê de dihatin û derdiketin," wî got. "Her televizyon an radyoyeke ku weşan dikir hat qedexekirin, û rojnamevan di zindanan de hatin avêtin, hevdem bi dehên kesan hatin kuştin weke hewlekê ji bo rêgirtin li belavbûna agahiyan ji bo kifşkirina tebîet rastî û xapandina girûpê."

Nûxuyabûna resîverên satelîtê li malên Mûsilê nîşana "dawiya qonaxeke tarî di dîrokê de" ye, serokê beşa kolêja medyayê di Zanîngeha Farabî de Kazim Muqdadî got.

"Bêhna xelkê fireh bû ji ber ku nema di bin makîneya propagendeya DAIŞ û îdyoylojiya wê ya xwînmij de mane," wî ji Diyaruna re got.

Alavên medyayî yên navxweyî weşana berdewam ji nava bajar vegerandin û careke din nûçeyan belav dikin, wî got, anî ziman ku guhdana xelkê û vebûna wan li ser cîhana derve ruyê din ê serkeftina li ser DAIŞ e.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500