Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Bexdadî ji Mûsilê direve û dest ji çekdaran berdide

Xalid Ta'î

Devereke ku bi giranî ziyan gihayê de ji topbarankirina li ser rojavayê Mûsilê, ku bêtirî 600,000 sivîl hîn dorpêçkirî ne. Tê texmînkirin ku lîderê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" Ebû Bekir Bexdadî ji bajar reviyaye. [Wêne ji Navenda Agahiyên Nînewa hatiye wergirtin]

Devereke ku bi giranî ziyan gihayê de ji topbarankirina li ser rojavayê Mûsilê, ku bêtirî 600,000 sivîl hîn dorpêçkirî ne. Tê texmînkirin ku lîderê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" Ebû Bekir Bexdadî ji bajar reviyaye. [Wêne ji Navenda Agahiyên Nînewa hatiye wergirtin]

Hat ragihandin ku lîderê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) Ebû Bekir Bexdadî ji Mûsilê reviyaye, şopênerên xwe di bin barê giran ê şer de bi tenê hiştine, di demekê de ku li girûpa di nav bajar de hatiye tengkirin.

Hêzên Iraqî dest bi operasyona vegerandina rojavayê Mûsilê di 19ê Sibatê de kirin piştî kontrolkirina aliyê rojhilat di meha borî de.

Wan berî niha çendîn navçe û tax rizgar kirine tevî rewşa hewayê ya xirab û hejmara zêde ya şêniyan û kolanên teng ku rê li ber bikaranîna otombîlên zirxî yên mezin digre.

Hat ragihandin ku xelkê xwecihî karwaneke otombîl û kamyonan dîtin ku berê xwe dida rojava ber bi devera biyabanî ya berfireh ku dikeve navbera parêzgeha Nînewa û Enbarê de piştî destpêkirina êrîşa li ser aliyê rojava ji bajar, Parlementerê Iraqî yê Nînewa Ebdulrehman Luweyzî ji Diyaruna re got.

Otombîlên DAIŞ ên ku bi rêya êrîşên asmanî di dema rizgarkirina gundên li bakurê Mûsilê de hatin wêrankirin. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqî hatiye wergirtin]

Otombîlên DAIŞ ên ku bi rêya êrîşên asmanî di dema rizgarkirina gundên li bakurê Mûsilê de hatin wêrankirin. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqî hatiye wergirtin]

Bexdadî "dibe ku bi rastî li aliyê rastê yê Mûsilê bû berî ku êrîş destpê bike", wî got, anî ziman ku ew "reviya biyabanê daku xwe li wê derê li kampên ku bi pisporî hatine veşartin veşêre".

Şikestin nêzîk e

Çavkaniyên istixbaratî herwiha îdia dikin ku Bexdadî glopa kesk daye endamên encumena Şûra a DAIŞ ku yekser ji Mûsilê birevin, wî got.

Wan kesan, li gorî Luweyzî, berpirsyar in ji "derxistina fermanên Îslamî û belavkirina îdyolojiya tundrew ya girûpê".

Bexdadî "helbet naxwaze ku wan bike qurbanî ji ber ku dizane ku ew girîng in ji bo berdewambûnê û bêyî wan girûp nikare alîgiran bidest bixe û çekdarên bêtir çekdar bike", wî got.

Ev delîleke din e ku DAIŞ "nêzîkî dawiya xwe dibe weke girûpeke çekdar û dê di qonaxa bê de giraniya xwe berde ser şerê îdyolojîk", Luweyzî got.

Her dema ku girûp aliyê serbazî ve were şikandin, divê şer bi xurtiyeke bêtir giraniyê berde ser jinavbirina girûpê ji aliyê îdyolojîlk ve, wî got jî.

Bexdadî bang li alîgirên xwe kir "ku heta nefesa dawî şer bikin û yan werin kuştin an jî karên xwekujî encam bidin", wî got.

"Ev ne rêvebirineke îdyolojîk an jî motîvasyoneke moralî ye lê belê tirsên [Bexdadî] nîşan dide ku hejmareke zêde ji van endaman dê werin girtin û agahiyan bidin derbarê tevgerên girûpê û çalakiyên wê yên veşartî," wî got.

Bexdadî, ku xwe weke "xelîfeyê" hemû Misilmanan ji Mizgefta Mezin a Mûsilê di 2014an de ragihand, ti gotarên tomarkirî ji destpêka Mijdarê ve, piştî du hefteyan ji destpêka şerê Mûsilê, belav nekirine, ku têde daxwaz ji alîgirên xwe kir ku şerê "kafiran" bikin.

Raporên medyayî yên nepiştrastkirî meha borî ji zarê hin çavkaniyên xwecihî gotin ku wî ji alîgirên xwe re namyeke nivîskî şand, ku weke "gotara xatirxwestinê" hat wesifkirin, ku têde li şikestina girûpê mukir hat.

Di nava alîgirên DAIŞ de bêhêvîbûn

Çekdarên DAIŞ ên li Mûsilê hatine hiştin zêde bêhêvî bûne ji ber ku berevaniyên wan jihev dikevin, pisporê stratejîk û efserê serbazî yê Iraqî yê berê Ehmed Şerîfî ji Diyaruna re got.

Xuyanebûna Bexdadî "bêhêvîbûn di nav endamên wî de zêde kiriye, ku êdî nema dikarin xweragiriya xwe bidomînin", wî ji Diyaruna re got.

Çekdar "pirsan li dor 'xelîfeyê' xwe, cihê wî û çima wî ew di vê dojehê de hiştin dikin, û ji xwe dipirsin çima ew weke fermandarekî serbazî reftarê nake û bi wan re şer nake", Şerîf ji zarê çavkaniyên xwecihî li rojavayê Mûsilê got.

"Gelek pirs hene ku jihevketin û bêhêvîbûna ku têde ne nîşan didin," wî got jî.

Şerîfî dûr nabîne ku dibe Bexdadî ji Mûsilê reviyabe bo "cihekî aramtir li Sûriyê".

Reva wî digihe asta "mukirhatina nefermî bi şikestinê", endamê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Nînewa Hesen Şubeyb Sebawî ji Diyaruna re got.

"Gelek ji çekdarên xwecihî yên ku loyalîte ji terorîstan re nîşan dabûn gelekî dereng dîtin ku lîderên wan dev ji wan berdan, û ku ew bi tenê baca giran didin," wî got. "Wan zerer gihandin xelk û welatê xwe bi rêya şopandina îdyolojiyeke şaş."

Divê Bexdadî û alîgirên xwe niha rastî wê rastiyê bên ku "ew di selika zibila dîrokê de hatin avêtin", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Em dixwazin bibêjin ku DAIŞ dê di dilê xelkê Mûsilê de bimîne heta demê ku hukmeteke bibîn ku ji wan re kar bike. Wî çaxî, dibe ku ew raya xwe biguherin û bibin welatiyên baş.

BERSIV BIDE