http://diyaruna.com/kmr/articles/cnmi_di/features/2017/03/20/feature-02

Mafên Jin |

2017-03-20

Çalakvanên jin ên Iraqî welatê xwe ji nû ava dikin

Xalid Ta'î

Di icons tw 35 Di icons fb 35

Jinên Êzîdî yên ku ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" reviyane rahênaneke karên biçûk li kampa Şariya li parêzgeha Duhokê werdigrin. [Wêne ji rûpela Facebook a Rêxistina Hawarhatina Milî hatiye wergirtin]

Çalakvanên ji Tora Jinên Iraqî xebatên alîkarîkirina kes û civakên ku rastî tundutûjiyê hatine li ser destê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) didin meşandin daku ew rabin ser piyan û pêş bikevin.

Her 85 rêxistinên ku torê pêk tînin xizmetguzariyên mirovî pêşkêşî gelek beşên civakê dikin, lê giraniyê didin başkirina rewşa jinên aware û kesên ku tûşî sîmayên nexweşiyê ji ber tundutûjiyê hatine.

Rêxistina Hawarhatina Milî, ku beşek ji torê ye, kar dike li ser dîtina "şertûmercên jiyanê yên baştir ji bo jinên mezlûm, ku dibe bi awayekî erênî bandorê bigihîne malbat û civakên wan", berpirsa rêxistinê Hena Hemûd got.

Weke beşekê ji bernameya pêşxistina aborî ya rêxistinê, rêxistin rojane destekê dide jinên ku ji malên xwe aware bûne û rizgarbûyên ji terorê ne, wê got.

"Em piştgirî, şêwiriyê û plankirina rast ji karên wan ên biçûk re pêşkêş dikin daku bikaribin serkeftî bin," wê got. "Rola me hebû di serkeftin û sûdbariya ku ji aliyê van jinan hatine bidestxistin, û em bi wan serbilind in."

Divê dezgehên hikûmetê û yên sivîl xelkê han bidin, di nav de jin, ji bo sûdwergirtin ji hemû karînên wan ji bo nûavakirina bajarên ku ji karesata terorê hatine vegerandin, Hemûd got.

"Divê em ruhê hevsoziyê û pêkvejiyana aştîxwaz belav bikin û ji hertişta ku xelkê li ser kîn û tolhildanê tûj dike dûr bikevin," wê got.

Piştgiriya derûnî ji rizgarbûyiyan re

Şeza Nacî, ku serokatiya Jinên bo Aştiyê dike, ji Diyaruna re got ku tundutûjiya ku ji aliyê girûpên terorîst hat pêkanîn karîgeriyên karesatî gihandin jinên Iraqî.

Rêxistina wê hewl dide şokên derûnî ku rizgarbûyiyên jin ji encama terorê rastî wan hatin çareser bike û çîrokên wan belge bike, wê got.

"Weke beşekê ji projeya me, me 22 çîrokên jinên ku ji DAIŞ hatine rizgarkirin belge kirine," wê got.

Ev çîrok, ku di pirtûkekê de hatine komkirin, nimûneyeke biçûk didin li ser "binpêkirin û tawanên ku bandora wan li ser bi hezarên xelkê bêsûc hebû", wê got.

Piştî demekê kurt ji dagîrkirina Mûsilê ji aliyê DAIŞ ve, Jinên bo Aştiyê kampanyayeke piştgiriya derûnî dan destpêkirin bi beşdarbûna Wezareta Kar û rêxistinên din di Tora Jinên Iraqî de, Nacî got.

Ji wê demê ve, 35 navend li seranserî welat hatin vekirin.

Armanc ew bû ku guhdarî li jinên ku ji tundutûjiyê hatine rizgarkirin were girtin û alîkariya wan were kirin ji bo vegerandina xwebaweriya wan daku bikaribin berdewam bin li ser nûavakirina jiyanên xwe, wê got.

Navendan ne tenê bi rêya çareseriya bi sedên jinan alîkarî kirin, wê got, lê belê hinekên din fêr û rahênan kirin li ser çawaniya mamelekirina ligel krîzên derûnî.

Sirûşbexşîn bi jinan ji bo avakirina pêşerojê

Gerek jin roleke aktîv di avakirina pêşeroja welat de bilîzin, Hena Edwer, seroka Komeleya Emel a Iraqî got.

"Em kar dikin ji bo alîkariya jinan ku bibin lîderên bibandor di nav malbat û civakê de," wê ji Diyaruna re got.

Komeleyê workşopên rahênanê organîze kirine ji bo bilindkirina asta lîderiya jinê, û hinek beşdar hebûn ku bi rastî jêhatbûna xwe piştrast kirin, Edwar got.

"Weke nimûne, niha bi dehên jinan li parêzgeha Kerkûkê hene ku weke qayimeqamên bajarokan an jî lêderên civakê hatine destnîşankirin û roleke aktîv di rêvebirin û ximzetkirina civakên xwe de dilîzin," wê got.

Hinek jinên din bi awayekî aktîv rola wan heye di "pêşxistina kultûreke aştiyê û rûbirûbûna îdyolojiya tundrew de", wê got jî.

Rêxistinên di torê de dixwazin bi hev re kar bikin ji bo bilindkirina haydarbûnê bi asteke bilind derbarê metirsiyên nexweşiyên civakî weke tundutûjiya navmalê û zewaca kesên kêmî 18 salan, Edwar got.

Pirsgirêkên wisa dikarin werin jinavbirin tenê bi rêya hewlên bihevreyî yên berdewam, wê got jî.

Jin postên rêveberiyê werdigrin

Li gorî makzagona Iraqê, jin 25% ji kursiyên parlementoyê digrin.

"Tiştê balkêş ew e ku 20 jinên endam di parlementoyê de kursî di hilbijartinên 2014an de li derveyî vê kotayê bidest xistin, ku ev yek delîlek e li ser baweriya zêde bi rola jinê û cihê wê di civakê de," Parlementera Iraqî Intîsar Cibûrî, ku di komîteya jinan a parlementoyê de ye, got.

"Parlementerên jin roleke girîng lîstin di yasadanîn û eşkerekirina gendeliyê de, ku rûyê din ê terorê ye," wê got jî.

Wan herwiha ligel hevkarên xwe yên di beşê bicîkar de û herwiha ligel çalakvanên jin ên sivîl jî kar kir bo kifşkirina tawanên DAIŞ li ser asta navdewletî û ji bo piştgiriya qurbaniyên wê, Cibûrî got.

Cibûrî, ku nûneratiya parêzgeha Nînewa di parlementoyê de dike, hewiha behsa piştgiriya jinê bo şerê rizgarkirina Mûsilê kir.

Hevdem ligel operasyona serbazî ji bo rizgarkirina Mûsilê ku di 17ê Cotmehê de destpê kir, wê got, wê ligel parlementerên jin ji Nînewa û Tora Jinên Iraqî kar kir ji bo destpêkirina insiyatîvekê ji bo piştgiriya aştiya civakî.

Insiyatîv "nexşerêyekê ji bo xurtkirina aramiya civakî bi rêya bicihkirina hinek tedbîrên praktîkî yên ku giraniyê didin lihemberderketina bandora tawanên DAIŞ, cezakirina tawanbaran û qerebûkirina qurbaniyan", wê got.

"Em hêvî dikin ku bi hev re kar bikin ber bi diyarkirina rêyeke baştir li pêşiya welatê xwe," wê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

20
1
Di icons no

0 KOMÊNT

Rêbazên Komentan
Captcha