Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Pispor: Kuştina Misrî zererê digihîne Qaîda li Sûriyê

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Êrîşeke asmanî ya hevpeymaniya navdewletî otombîla lîderê bilind ê Qaîda Ehmed Hesen Ebû Xêr Misrî kire armanc li bajarokê Mestûma li bakurê Sûriyê. [Wêne li ser hesabên medyaya civakî ya alîgirên Qaîda belavkirî ye]

Êrîşeke asmanî ya hevpeymaniya navdewletî otombîla lîderê bilind ê Qaîda Ehmed Hesen Ebû Xêr Misrî kire armanc li bajarokê Mestûma li bakurê Sûriyê. [Wêne li ser hesabên medyaya civakî ya alîgirên Qaîda belavkirî ye]

Mirina vê dawiyê ya lîderê Qaîda Ehmed Hesen Ebû xêr Misrî, ku tê gotin fermandarê duyem ê girûpê ye, derbeyeke mezin li girûpa terorîst da ku dê encamên dûrtir li pey xwe bîne, pispor û berpirsên serbazî ji Diyaruna re dibêjin.

Misrî hat kuştin di êrîşeke asmanî ya hevpeymaniyê de ku otombîla wî kire armanc nêzîkî bajarokê Mestûma li parêzgeha Idlib a Sûriyê, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov di 26ê Sibatê de ragihand.

Qaîda li Kendava Erebî û Qaîda li Mexriba Îslamî daxuyaniyeke hevbeş derxistin ku mirina wî piştrast kirin.

Misrî, ku navê wî yê rastî Ebdulla Mihemed Receb Ebdilrehman ye, bi eslê xwe ji bakurê Misrê ye û tê gotin ku zavayê damezrênerê Qaîda Osama bin Ladin e.

"Ev girantirîn derbe ye ku îsal li DAIŞ ketiye," pisporê girûpên terorîst Lîwa Yehya Mihemed Elî, ku ji artêşa Misrê xanenişîn e, got.

Tevî ku wî xwe dûrî çavan dikir, helbet roleke Misrî ya girîng hebû di nûrêxistinkirina vê dawiyê ya girûpên girêdayî Qaîda li Sûriyê, wî ji Diyaruna re got.

Eniya Nusra ya girêdayî Qaîda li Sûriyê navê xwe guhert bo Eniya Fetih Şam û di 28ê Kanûna Duyem de ragihand ku ew tevlî Heyet Tehrîr Şam a nû-avakirî bû .

Ji bilî Eniya Nusra, hevpeymaniya nû çar komên sereke yên opozîsyonê lixwe digre -- Nûredîn Zinkî, Lîwa Heq, Eniya Ensaredîn û Ceyş Suna -- ligel bi dehên komên biçûktir û hejmareke mezin ji endam û berpirsên Ehrar Şam.

Cudabûn bi avabûna vê girûpa nû êdî derketine, Elî got, ku gelek endam qebûl nakin di bin ala vê hevpeymaniya nû de şer bikin.

Mirina Misrî "dê cudabûnên navbera van endaman zêde bike, ku ev dihêle ku lêdana wan bi cuda asantir bibe di operasyonên serbazî yên berdewam de", Elî got.

Herwiha, wî got, armancgirtina lîderên xeta pêşîn ên DAIŞ weke Misrî "dê bêguman girûpê qelstir bike û tevlîheviyê di nav strektûra lîderiya wê de çêbike".

Qaîda lîderan jidest dide

Mirina Misrî "derbeyeke mezin li dijî Qaîda ye", Şêx Nebîl Neîm, endamekî damezrêner ê cîhada Îslamî li Misrê ku dev ji îdylojiya tundrew berdaye, got.

Girûpê piraniya lîderên xwe yên xeta pêşîn li Sûriye û Iraqê jidest dan, wî ji Diyaruna re got, anî ziman ku Misrî yek ji plandanerên operasyonên derveyî û êrîşên terorîst ên cîhanî bû.

Li gorî zincîra fermandariya girûpê, jidestdana Misrî dê gelek torên şaxî yên ku yekser ferman jê werdigirtin qels bike, Neîm got.

"Helbet ev yek dê Qaîda li Sûriyê qels bike û karînên hinek ji endamên ku ji Iraqê reviyan jî kêmtir bike," wî got.

Ji ber eslê wî yê ji Misrê, bandora Misrî li ser hejmarek ji tundrewên Misrî hebû, ligel kesên ji cihên din ji cîhana Ereb.

Ev şopînerên Hilmî Haşim lixwe digrin, ku avakerekî sereke yê îdyolojiya tundrew a "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) e, ku girûpeke cudabûyî ji Qaîda ye, wî got. Haşim lîderekî navdar ê girûpa Şewqiyîn li Misrê bû, a ku gelek xort çekdar dikirin û ew bo şer dişandin Sûriye û Iraqê.

Ew herwiha lîderê Qaîda yên Misrî Ebdilezîz Cemal û şopînerên wî lixwe digre, "ku hemûyan ferman ji kurê [endamê damezrênerê Qaîda] Ebdula [Yûsif] Ezzam [Huzeyfa Ezzam] dibirin, bi taybetî kesên ku li Afganistanê şer kirin û vegeriyan şer li Iraq û Sûriyê", Neîm got.

Weke encamekê ji mirina Misrî re, wî got, tişta belavbûyîdi nav van girûpan de ku di bin ala Qaîda de kar bikin dê rastî "gelek astengiyan bê ji encama nakokî û lihevnekirinên ku di navbera van endaman de hene ".

Ev halet bi taybet di nav kesên fermandar û lîder de dê pêk were, wî got.

Neîm got ku ew texmîn dike ku kesên mayî ji Qaîda li Sûriyê gelekî namînin, ji ber ku endamên wê "tenê çete ne ku diçin deverên ku girûpên baş-fînansekirî li wir hene daku ligel wan kar bikin û heta ku dikarin sûda darayî ji wan bibînin".

"Jinavbirina lîderên Misrî li pey hev dê bandorê bigihîne çekdarkirina Misrî û Ereban û hêza kesên mayî li Sûriyê qels dike," lêkolînerê Navenda Rojhilata Navîn bo Lêkolînên Herêmî û Stratejîk Fethî Seyid got.

Ligel kuştina Misrî, wî ji Diyaruna re got, hevpeymaniyê Şêx Hanî Heykel, ku herwiha bi navê Ebû Hanî Misrî; Ehmed Selama Mebrûk an jî "Ebû Selama Misrî" tê naskirin kuşt, herwiha tundrewekî naskirî bi navê Ebû Afgan Misrî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500