Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Iraqî êrîşên DAIŞ ên li dijî sivîlan li Mûsilê vala derdixin

Xalid Taî

Hêzên Iraqî alîkariyê dikin di derxistina xelkê ji taxa el-Mamûn li rojavayê Mûsilê bo deverên ewletir. [Wêne ji Ajansa Dije-Terorê hatiye wergirtin]

Hêzên Iraqî alîkariyê dikin di derxistina xelkê ji taxa el-Mamûn li rojavayê Mûsilê bo deverên ewletir. [Wêne ji Ajansa Dije-Terorê hatiye wergirtin]

Xelkê rojavayê Mûsilê rûbirûyî metirsiyeke zêdebûyî dibin ew jî ku ew di êrîşên tolhildanê de ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) werin kuştin.

Di demekê de ku çekdarên DAIŞ xwe di nava bajar de dorpêçkirî dibînin , ew êrîşên xwe li dijî sivîlan zêdetir dikin û siyaseta erda şewitandî dimeşînin weke hewleke bêsûn ya dawî ji bo parastina xwe, berpirsan got.

Di navendeke demkî de li kampa Xazir, Meyada Yasîn, ya 41 salî, tê dermankirin ji ber birînên wê yên ku ثص tûşî wan bû dema banê mala wê li ser wê hat xwarê piştî teqîna bombeyekê di 1ê Adarê de li taxa Mamûn li rojavayê Mûsilê.

Yasîn û malbata wê ya 7-kesî bi zorê ji mirinê filitîn, wê ji Diyaruna re got.

Piştî bûyerê, ew yekser ligel malbatên din ji taxa xwe hatin derxistin bo kampê ku li wir li benda rizgarkirina tam a Mûsilê ne berî ku ew vegerin malên xwe.

"Jiyeneke nû ji me re hat nivîsandin," wê got. "Em li mala xwe bo 10 rojan asê man heta ku xwarina me nema. Şer tund bû, ji ber vê yekê me biryar da em derkevin piştî ku rewş aramtir bû."

Lê belê piştre teqîna otombîlekê çêbû.

"Ling û destên min birîndar bûn, lê ew ne girîng e," Yasîn got. "Tiştê girîng ew e ku em hemû selamet û ewle ne."

Tektîkên bêhêvî

DAIŞ hewl dide ku herkesê ku ji deverê derdikeve bo kampên awareyan armanc bigre, lê hêzên Iraqî hişyar in û bersiva her hewleke li dijî sivîlan didin.

Girûp otombîlên bombekirî, bombeyên bidestçêkirî û guleyên nîşangiran bikar tîne ji bo rêgirtin li reva sivîlan.

Êrîşên terorîstan sivîlan dikin armanc bi "şêweyê tolhildanê", endamê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Nînewa Hesen Şubeyb Sebawî ji Diyaruna re got, qala wê yekê jî kir ku her çiqas qedexekirin li ser DAIŞ zêdetir dibin her ku bêtir endamên wê tawankartir dibin.

"Sivîlên li taxên rojavayê Mûsilê bûne armaneke sereke ji terorîstan re," wî ji Diyaruna re got.

"Li taxa Nebî Şît, hêzên ewlekariyê (di 4ê Adarê de) êrîşek pûç kirin ku bi rêya şeş otombîlên bombekirî ku ji aliyê êrîşkarên xwekuj ve dihatin ajotin bûn ku kombûnên xelkê aware û yekîneyên serbazî dikirin armanc."

Çekdarên DAIŞ herwiha gelek xanî û otombîl li taxa Wadî Hecer şewitandin berî ku jê vekişin, wî got.

Ev yek "weke tolhildan bû ji piştgiriya xelkê ji hêzên rizgarker re", li gorî Sebawî.

Grûp li gorî " siyaseta erdê şewitî dimeşe ligel her taxeke ku jidest dide", wî got.

"DAIŞ niha bêhêvî ye", wî got. "Hemû endamên wê yên ku ji parêzgehên Enbar, Selahedîn û Diyala hatin derxistin û piştre ligel malbatên xwe li rojhilatê Mûsilê bicih bûn, neçar bûn ku birevin rojavayê Mûsilê piştî ku aliyê rojhilat hat rizgarkirin û ew niha bi temamî dorpêçkirî ne."

"Em pêşbînî dikin ku şer zehmetir bibe ji ber ku êrîş li ser taxên ku gelek xelk li wan in tên pêkanîn," Sebaawî got.

Parastina malbatên reviyayî

Parlementerê Iraqî yê Nînewa Ehmed Medlûl Cerba ji Diyaruna re got ku DAIŞ dudil nabe ji pêkanîna her karekî li dijî sivîlan weke tolhildanekê ji şikestinên xwe.

"Herî kêm 600,000 kes hene ku hîn li rojavayê Mûsilê dijîn û dîl in di destê DAIŞ de," wî got.

Cerba tekezî li ser pêwîstiya yekalîkirina bilez a şer kir û herwiha nedana derfetê ji grûpê re ku ziyanê bigihîne sivîlên bêçek.

Wî herwiha banga zêdekirina hewldanan kir ji bo alîkarî û vehewandina malbatên aware.

"Hejmara xelkê aware ji dema destpêka operasyona rizgarkirinê li rojavayê Mûsilê di 1ê Sibatê de gihaye nêzîkî 50,000 kesî û bi berdewamî zêdetir dibe," wî got.

Di meha borî de, hêzên Ajansa Dije-Terorê 14,000 kes ji rojavayê Mûsilê "bi selametî û bêyî ti zereran" derxistin, berdevkê Ajansa Dije-Terorê emîd Sebah Numan ji Diyaruna re got.

Van hêzan herwiha "karîbûn ku bersiva êrîşên girûpê yên li ser sivîlan bidin û rêyên revê yên ewle ji xelkê re peyda bikin", wî got.

Hêzên rizgarker ketine şerekî tund de li hember endamên DAIŞ û şer "li gorî planê birêve diçe", wî got jî.

"Me taxên girîng û stratejîk weke Wadî Hecer û Mamûn rizgar kirin û me bi dehên endamên dijmin kuştin û me herwiha çalakiyên wê yên êrîşkar û berevaniyên wê sînordar kirin," wî got.

Vê hefteyê, Fermadariya Operasyonên Hevbeş ragihand ku hêzên Iraqî sêyeka rojavayê Mûsilê vegerandin û berdewam in li ser bidestxistina pêşketineke mezin di çarçoveya vegerandina Bajarê Kevin de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500