Nûçeyên Iraqê
Analîz

Piştgiriya Îranê îdiaya Hûsiyan ku "tevgereke niştîmanî ya serbixwe ye" jinav dibe

Ebû Bekir Yemenî li Senaa

Çekdarekî ser bi Serokê Yemenî Ebd Rabu Mensûr Hadî çekê xwe bilind dike li pêşiya kavilê otombîlekê li bendera Moxa ya ser Deryaya Sor di demekê de ku hêzên Yemenî li ser hesabê Hûsiyan pêşketinan bidest dixin di 11ê Sibatê de. [Salih Obeydî/AFP]

Çekdarekî ser bi Serokê Yemenî Ebd Rabu Mensûr Hadî çekê xwe bilind dike li pêşiya kavilê otombîlekê li bendera Moxa ya ser Deryaya Sor di demekê de ku hêzên Yemenî li ser hesabê Hûsiyan pêşketinan bidest dixin di 11ê Sibatê de. [Salih Obeydî/AFP]

Bi rêya qebûlkirina alîkariya serbazî ji Îranê, Hûsiyên Yemenê (Ensarulah) li gorî ajendayeke ku xizmeta rejîmê dike dimeşe û ev yek îdiaya wan ku tevgereke niştîmanî ya serbixwe ye vala derdixe, pispor ji Meşariq re dibêjin.

Gelek delîl hene ku Îran ji çend salan ve çek û alavên serbazî yên din ji Hûsiyan re dişîne, tevî înkarkirinên wê yên berdewam, wan got.

Di 28ê Kanûna Duyem de, ajansa nûçeyên fermî ya Îmaratî, WAM, ragihand ku hêza wê ya asmanî balafireke çavdêriyê ya ku Îranê çêkiriye li Yemenê anî xwarê.

Li gorî Cîgirê wê demê yê Serokerkanê Yemenî lîwa Ehmed Seyf Yafei -- ku di êrîşeke bi mûşekan de meha borî hat kuştin -- bûyer nêzîkî bendera Moxa ya li ser Deryaya Sor çêbû, ku li wir şerekî giran diqewime.

Çekdarên Hûsî yên ku nû hatine çekdarkirin li erebeyeke serbazî siwar dibin di 3ê Kanûna Duyem de di dema kombûnekê li Senaa ji bo tevgerkirina çekdarên bêtir ji bo şerkirina li hember hêzên Yemenî. [Mihemed Huweys/AFP]

Çekdarên Hûsî yên ku nû hatine çekdarkirin li erebeyeke serbazî siwar dibin di 3ê Kanûna Duyem de di dema kombûnekê li Senaa ji bo tevgerkirina çekdarên bêtir ji bo şerkirina li hember hêzên Yemenî. [Mihemed Huweys/AFP]

Endamekî hêzên ku şer dikin û piştgiriya Serokê Yemenî Ebd Rebbu Mensûr Hadî dikin çekê xwe bilind dike li bendera Moxa ya li ser Deryaya Sor di 9ê Sibatê de. Hêzên Yemenî, ku hevpeymanî piştgiriya wan dike, di 7ê Kanûna Duyem de dest bi operasyoneke mezin kirin ji bo vegerandina xeta kenarî ya li ser Tengeha Bab Mendeb a stratejîk. [Salih Obeydî/AFP]l

Endamekî hêzên ku şer dikin û piştgiriya Serokê Yemenî Ebd Rebbu Mensûr Hadî dikin çekê xwe bilind dike li bendera Moxa ya li ser Deryaya Sor di 9ê Sibatê de. Hêzên Yemenî, ku hevpeymanî piştgiriya wan dike, di 7ê Kanûna Duyem de dest bi operasyoneke mezin kirin ji bo vegerandina xeta kenarî ya li ser Tengeha Bab Mendeb a stratejîk. [Salih Obeydî/AFP]l

Tu reaksyoneke rasterast li ser bûyerê nebû ne ji Îranê û ne jî ji Hûsiyan.

Li aliyekî din, hejmarek ji medyayan ragihandin ku hin dronên Îranî ku ji aliyê Hûsiyan ve dihatin bikaranîn ji aliyê hêzên Îmaratî û Yemenî ve hatin êxistin.

Di Kanûna Yekem de, hêzên Yemenî barkirineke dronên sîxuriyê li Marib ku ji bo Hûsiyan bû sekinandin.

Piştgiriya Îranî ji Hûsiyan re

"Îran xwedî ajendeke taybet e û hewl dide li herêmê bi rêya ferzkirina kontrola xwe li ser herêmê pêk bîne bi rêya wekîlên xwe yên çekdar," analîzerê siyasî Reşad Şerabî ji Al-Mashareq re got.

Bi rêya wekîlên xwe, ku Hizbulah li Libnanê û gelek milîsên Iraqî yên ku wan fînanse û rahênan dike lixwe digrin, rejîma Îranî hewl dide ku herêmê ligel rûberên avê kontrol bike û rê li her hêzekê bigre ku dibe bibe astengiyek li pêşiya projeyên wê, wî got.

"Piştgiriya Îranî ji Hûsiyan re dezgehên niştîmanî yên [Yemenê] jihev dixe," Şerabî got, anî ziman jî ku "gelekî eşkere ye" ku rejîm çekan, rahênanê, pereyan û piştgiriya medyayî dide wan.

Berî ku Hûsî êrîşî Senaa bikin û gurzekê li dijî hikûmeta rewa di 21ê Îlona 2014an de pêk bînin, hêzên Yemenî dest danîn ser gelek gelek keştiyên barkirî bi çek û alavên komunîkasyonê li rûberên avê yên niştîmanî.

Ji wan jî keştiya kargo ya barkirina çekan Cîhan, ku di Kanûna Duyema 2013an dest danîn ser.

Hêzên hevpeymaniyê ji wê demê ve dest danîn ser hinek barên çekan ên din ku dihat xwestin bigihin Hûsiyan bi dirêjahiya xeta kenarî ya Yemenê ya 2500 kîlometrî, Şerabî got.

Li gorî raportên navdewletî, wî got, gelek çek û mûşek jî hatin desteserkirin ku di 2015an hatibûn çêkirin û ne ji wan ên ku ji cebilxaneya artêşa Yemenî bûn ku ji aliyê Hûsiyan ve hatibûn dizîn.

Karên Hûsiyan îdiayên wan ên niştîmanperweriyê derew derdixin û nîşan didin ku ne serhildaneke serbixwe li dar dixin, wî got.

"Binpêkirina xuya" ji biryarên navdewletî re

"Hûsî nikarin mûçeyên karmendên hikûmetê bidin, xerciyên yedek ên hikûmetê ku digihin 5$ milyaran didizin û şaş bikar tînin û berdewam in li ser wergirtina qasên mezin ji çekên pêşketî yên bikalîte," Şerabî got.

Ev yek bi awayekî xuya aliyê ku piştgiriyê dide wan sûdcar dike, wî got, bi binpêkirina biryara 2216 ya Encumena Ewlekariya NY.

"Nabe ku serhildêrên serbixwe alavek bin ji bo bicihkirina ajendaya Îranî bi piştgiriya Îranî, bi rêya wekîlên rasterast an jî yên nerasterast," wî got.

Gelek raportan eşkere kir ku Îran û Hizbulah destê wan di dayîna çekan bo Hûsiyan de heye "di binpêkirineke xuya ji biryarên navdewletî re" ku di bin beşê VII yê peymana NY hatiye derxistin, analîzerê siyasî yê Yemenî Ebdulmalik Yûsifî got.

"Xuya ye ku civaka navdewletî êdî ji destêwerdana Îranî aciz bûye," wî ji Al-Mashareq re got, behsa rola Îranê û Hizbulah di jihevxistina aştiya navdewletî û danîna metirsiyê li ser ewlehiya herêmî kir.

Di vê derbarê de dibe ku cezayên rasterast li ser Îranê werin danîn, wî got.

"Bi xwendineke hûr a biryara Encumena Ewlekariyê ya hejmar 2342 toneke tund û cezayên sext li ser wekîlên Îranê li Yemenê datîne. Bi rastî, Madeya 12 ji biryarê bi eşkere egera cezayên tundtir vedike ji ber pabendnebûna bi biryara borî," wî got.

"Biryara 2341 a ku berî wê hat girêdayî metirsiyên li ser aştiya navdewletî ye û herwiha cezayên ku dibe werin ferzkirin li ser aliyên ku wê aştiyê têxin jêr metirsiyê," wî got.

Şerê biwekalet dikeve di xizmeta Îranê de

Derbarê Hûsiyan, ûsifî got, "tu şoreşeke niştîmanî ya serbixwe qebûl nake ku çekan ji aliyekî bibe ku wan ji bo şerê li dijî xelkê wî welatî û karînên xelkê bikar tîne".

"Tevgereke niştîmanî ya serbixwe li gorî ajendayên derve kar nake û piştgiriya bimerc qebûl nake, bi taybetî piştgiriya serbazî û medyayî," lêkolînerê karûbarên siyasî Ednan Humeyrî ji Al-Mashareq re got.

"Hûsî şerekî biwekalet ji bo Îranê bicih dikin û xizmeta berjewendiyên Îranê li herêmê û kontrolkirina wê ji Kendava tije-petrol re dikin," wî got.

"Mûşek û dronên ku Hûsî di şer de bikar tînin, ku hinek ji wan li keştiyên şer ên hevpeymaniyê ketine, dikeve xizmeta Îranê û tirsê çêdike û ewlehiya deryadariya navdewletî bi rêya tengeha Bab Mendeb têk dide," wî got.

Rêya barkirinê ya stratejîk xwedî girîngiyeke taybet e ji ber ku sêyeka berhema petrolê ya cîhanî têre derbas dibe, el-Humeyrî got.

Rêveberê Navenda Ebad ji bo Lêkolînên Stratejîk Ebdulselam Mihemed karên Hûsiyan şibandin bi grûpên tundrew ên çekdar ên ku li Yemenê şer dikin.

Hûsî milîseke ku çekan dibe daku kuştinê bike, hikûmetê jinav bibe û ewlehiya herêmî û rêyên barkirina navdewletî têxe metirsiyê de, wî ji Al-Mashareq re got.

Îran û Hizbulah biryarên NY ên ku dayîna çekan ji Hûsiyan re qedexe dikin binpê dikin, ku vê yekê karên tundutûj zêde kirine, trajediya mirovî xirabtir kiriye û dewlet betilandiye, wî got.

"Ne şoreşeke niştîmanî ye"

"Hûsî qet nûneratiya şoreşeke niştîmanî ya serbixwe nakin, ji ber ku projeya wan ne niştîmanî ye ku bikaribin destpê bikin," lêkolînerê karûbarên siyasî Yasîn Temîmî ji Al-Mashareq re got.

"Dema Hûsî tevlî derbeya 21ê Îlona 2014an bûn, hewlên bêfeyde dan ji bo dubarekirina şoreşa Îslamî ya Îranî, û bi rastî Îranê ragihand ku ew li pişt tevgera ji aliyê Hûsiyan ve bû," wî got.

Wesfa Îranê ku Hûsî "şoreşeke Îslamî" pêk tînin "tebîeta neniştîmanî ya tişta ku Hûsiyan kirî" piştrast dike", wî got jî.

Destêwerdana Îran û Hizbulah bi dayîna çekan ji Hûsiyan re bi rêya plankirin û fînansekirina kodetayê yek ji faktorên sereke bû "ku welat xistin di şerekî navxweyî de ku hişt bikeve di tevlîheviyê de", wî got.

"Hûsî bûn sedema mirina bêtirî 10,000 Yemeniyan, birîndarbûna bi deh hezaran û koçberiya bi milyonan, û bajar, dibistan û mizgeft xistin jêr metirsiyê, jiyan qut kirin û bûn sedema jihevxistina dewletê," wî got.

Vê Atmosfêrê hişt ku girûpên tundrew weke Qaîda û "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Yemenê berfireh bibin, wî got.

"[Milîsa] Hizbulaha Libnanî li şûna Îranê pispor şandin Yemenê daku Hûsiyan rahênan bikin, û ev delîl êdî nema tiştekî veşartî ye ji tu kesî re," Temîmî got.

"Em tawana armancgirtina welatekî bi temamî ji aliyê Îranê û wekîlên wê li herêmê dibînin bi niyeta êxistina rejîmê û danîna yeka din li şûna wê ku ser bi Îranê ve be ji bo bicihkirina armancên wê yên siyasî bi rêya bikaranîna hêza serbazî," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Bi Xwedê, ew dê we li ser zikên we bikişînin, o, hun binemala Siud ya bêrumet! Silav ji xelkên Yemenê ên azad û Hûsîyên leheng re!

BERSIV BIDE