Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Aboriya DAIŞ dadikeve asta herî nizim ji ber ku qaçaxiya petrolê niha "negengaz" e

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Karwanek ji tankerên petrolê yên ku ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" ve dihat birêvebirin ji aliyê komên opozîsyonê ve hat sekinandin nêzîkî Maara li parêzgeha Heleb a Sûriyê di Kanûna Duyem a borî de. [Wêne ji Ezam Husên]

Karwanek ji tankerên petrolê yên ku ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" ve dihat birêvebirin ji aliyê komên opozîsyonê ve hat sekinandin nêzîkî Maara li parêzgeha Heleb a Sûriyê di Kanûna Duyem a borî de. [Wêne ji Ezam Husên]

Dahatên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) gelekî daketin ji Cotmeha 2015an ve dema ku hevpeymaniya navdewletî dest bi pêleke êrîşên asmanî kir ji bo armancgirtina veguhestin, bingeh û jêrxaneyên petrolê yên girûpê, pispor ji Diyaruna re dibêjin.

Bandora Operasyona Pêla Radanî-Nizmî ya Duyem tê piştrastkirin bi rêya kêmkirina mûçeyên çekdaran ji aliyê DAIŞ ve û kampanyaya wê ya bêtir tund ji bo standina bacan ji xelkê ku hîn di bin kontrola wê de mane, wan got.

Weke nîşaneke din a qelsbûna darayiya girûpê, wan got, çekdarên wê hewl didin ku xwe ji dirava DAIŞ a ku bi xwe derxistiye xilas bikin, wê diguherin diravên ku li ser asta navdewletî naskirî ne.

Operasyonên serbazî yên vê dawiyê hiştin ku "negengaz" be ku DAIŞ petrolê ji sînor qaçax bike, rojnamevanê Sûrî Mihemed Ebdulah, ê ku li Qahîra dimîne, got.

"Piraniya deriyên sînorî, yên yasayî û neyasayî, niha ji aliyê hêzên hevpeymaniya navdewletî ve tên çavdêrîkirin," wî ji Diyaruna re got.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) operasyonên bejayî li ser karwanên petrolê yên DAIŞ pêk tînin, wî got, ku hêza asmanî ya hevpeymaniyê û alavên çavdêriyê her tevgereke li van deveran nas dikin.

"Vê yekê hiştiye ku tenê hinek deriyên bo deverên di destê rejîmê de ji DAIŞ re bimînin, ew ev yek jî kêmtir dibin, û karwanên tankeran ku berê xwe didin wan dibe ku herdemê werin armancgirtin, Ebdulah got.

Armancgirtina qaçaxiya petrolê

"Dûvçûna çalakiyên qaçaxiya petrolê yek ji berîtiyên şerê li dijî DAIŞ bû, di demekê de ku çavkaniyên wê yên darayî bêitr pişta xwe bi dahatên ji operasyonên wisa girê didin," Ebdulah got.

Girîng e ku ev rayê darayî were sekinandin ji bo jinavbirina hêza girûpê, berdewamkirina şerê li dijî wê û tengkirin li derdora deverên di bin kontrola wê de, wî got jî.

"Xuya ye ku ev hewl berhemdar in, û niha encam li ser erdê diyar dibin," Ebdulah got.

Rewşa darayî ya DAIŞ niha "gelekî xirab e", şêniyê Dêrezorê Cemîl Xetîb got, ku bernavek bikar anî ji tirsa li ser selametiya xwe.

Ev yek diyar e ji hêza kiryarî ya çekdarên DAIŞ, ên ku bi bitrî pere li ser xweşiyên xwe di bazarên Reqa de xerc dikirin ku niha ev yek bûye tiştekî ji dema borî, wî got.

Ev yek hatiye piştrastkirin ji gelek kesên ku hevahengî ligel DAIŞ dikirin û pere ji grûpê werdigirtin beramberî xizmetên xwe, wî got.

Hejmarek ji xelkê ku kesûkarên wan ji aliyê grûpê ve hatibûn çekdarkirin gotin "mûçeyên heta 400$ ji wan re dihatin dayîn, û hinek caran 500$ di mehê de, di 2014an de".

Ji bilî 100$ pereyên malbatan, alîkariya xwarinê jî hebû ku du caran di mehê de dihat belavkirin û herwiha parek ji talankariyan û dahatên ji bacan, Xetîb got.

Vê yekê heta naverasta 2016an dom kir, dema ku mûçe bo nîvî hatin kêmkirin, wî got.

"Niha, mûçe kêmtirî 100$ di mehê de ne, ku herî zêde 140$ didin çekdarên Sûrî, bêyî ti par ji talankariyê," wî got jî.

Dirava DAIŞ a bênirx

"Ji dawiya par ve, hinek endamên grûpê ji bo kirîna tiştan pereyan bi diravên zêrîn, mis û zîv ên DAIŞ didin ," bazirganê li Reqa Wael Mistefa got, ku bernavek bikar anî ji tirsa li ser selametiya xwe.

Ev yek pirsgirêkeke ciddî ji kompaniyên veguhertina diravan re çêdike, wî ji Diyaruna re got, ji ber ku çekdarên DAIŞ van diravan bi dolarên Amerîkî, û kêm caran bi lîreyên Sûrî diguherin.

Gelek veguherkarên pereyan bijartin ku bi temamî dev ji vê bazirganiyê berdin, ji ber ku dizanin ku ev yek ne bêtirî diziyeke xuya ye.

"Xuya ye ku grûpê berê xwe da bikaranîna van diravan û guhertina wan bi diravên din ji ber ku kêmbûneke mezin di darayiya wê de heye û ji ber nekarîna grûpê ku mûçeyên çekdarên xwe bide," Mistefa got.

Wî biryara grûpê bi rêdan ji çekdarên xwe re ku dirava niha ya DAIŞ bo diravên naskirî li ser asta navdewletî bi "fêlekê ji bo bêdengkirina wan" wesif kir.

Dirava DAIŞ, a ku berî du salan hat derxistin, destpêkê li ser bazirganên petrol û sûtemeniyê hat ferzkirin, ku neçar bûn wê bikar bînin ji bo pêkanîna karên xwe yên bazirganî, û diviyabû dolarên xwe bi wê diravê biguherin heta bikaribin karê xwe bikin, Mistefa got.

"Ev diziyeke eşkere ye, ji ber ku herkes dizane ku kanzayên ku ji aliyê grûpê ve hatin bikaranîn ji bo derxistina diravê ji bank û kompaniyên li Sûriye û Iraqê hatin dizîn," wî got.

Tevî ku rewşa darayî li Reqa, Dêrezor û xelkê Tebqa jî xirabtir bûye, endamên DAIŞ berdewam in li ser standina bacan bi zordarî, wî got.

Endamên DAIŞ dest danîn ser malên ku nikarîn pereyan bidin, wî got, ligel her tişteke ku tê firotin weke sarinc, makîneyên şiştinê, û firinên xazê "û her tişteke din ku dikare bilez li bazaran were firotin".

DAIŞ di bin dorpêça darayî de ye

"Pere yek ji stûnan bû ku alîkariya DAIŞ kir ku berfireh bibe û gelek deveran li Sûriye û Iraqê kontrol bike," profesorê zanistên aborî li Zanîngeha Eyn Şems Fexreddîn Ewadellah, got.

Girûpê pere û handerên darayî yên din weke otombîl û cebilxane bikar anîn ji bo çekdarkirina bi hezarên çekdarên biyanî, wî ji Diyaruna re got.

Ji ber vê yekê nemumkin e ku girûp were jinavbirin "bêyî qutkirina rayê wê yê darayî", wî got.

"Ji destpêka xwe ve, DAIŞ saman kom kir bi rêya planeke hesabkirî ku dizîna bankan û destdanîn ser kargeh, fabrîka û bîr û refînerên petrolê lixwe digirt," wî got.

"Lê belê, plan hat pûçkirin bi rêya planeke dijber ku ji aliyê hevpeymaniya navdewletî ve hatiye danîn, ligel dorpêça darayî ya navdewletî ku grûp bêpar kir ji dayînên kaş ku fêr bûbû werbigre," wî got.

Dahata rojane ya DAIŞ gihişte nizimtirîn asta xwe, wî got jî, û bêguman grûp ji yedekên xwe yên darayî yên ku berê çêkiribûn dixwe daku karê wê berdewam be.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500