Nûçeyên Iraqê
Medya

Êrîşa asmanî ya Iraqî radyoya DAIŞ li Mûsilê bêdeng dike

Xalid Ta'î

Radyoya Beyan li rojavayê Mûsilê, ya ku "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" ew ji bo belavkirina propagandaya xwe bikar tanî, hate bêdengkirin bi êrîşa asmanî ya Iraqî roja 25ê Sibatê. [File]

Radyoya Beyan li rojavayê Mûsilê, ya ku "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" ew ji bo belavkirina propagandaya xwe bikar tanî, hate bêdengkirin bi êrîşa asmanî ya Iraqî roja 25ê Sibatê. [File]

Radyoya Beyan, yek ji alavên medyayî yên sereke ên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li rojavayê Mûsilê ye, meha bihûrî di êrîşeke asmanî ya Iraqî de hate bêdengkirin.

Radyo, ku her wextî program ji avahiyên berê yên hikûmetê li taxa Rafîdeyn diweşandin, roja 25ê Sibatê rawestiya.

Hêza Asmanî ya Iraqî radyo kire armanc daku "mezintirîn û girîngtirîn alava medyayî ya DAIŞ ku gelek şax jê dirêj dibin bêdeng bike", peyvdarê fermandariya operasyonên Nînewa operations Emîd Fîras Beşar Sebrî ji Diyaruna re got.

Êrîşa li ser radyoyê beşek ji operasyoneke serbazî ya mezin bû ku roja 19ê Sibatê hatiye destpêkirin daku rojavayê Mûsilê vegerîne, wî got.

Hêzên Iraqî pasevaniya deverên ku wan ji çekdarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" li rojavayê Mûsilê vegerandine dikin di demekê de ku ew li bajêr pêş ve diçin di roja 9ê Adarê de. [Aris Messinis/AFP]

Hêzên Iraqî pasevaniya deverên ku wan ji çekdarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" li rojavayê Mûsilê vegerandine dikin di demekê de ku ew li bajêr pêş ve diçin di roja 9ê Adarê de. [Aris Messinis/AFP]

DAIŞ weşana radyoya xwe li ser pêla FM di destpêka 2015an de destpê kir piştî ku wê dest danî ser transîstoran û alavên weşanê, Sebrî got.

Weşana radyoyê digihişte tevahiya Mûsilê û platforma medyayî ya sereke ya girûpê bû, û bi rêya wê serokatiya DAIŞ gotin, daxuyanî û fetwayên xwe arasteyî xelkê dikirin.

"Peyamên radyoya DAIŞ febreke û derew bûn," Sebrî got. "Wan qala serkeftinên nerast dikir û bi derewan radighandin ku wan deverên li nava Mûsilê car din kontrol kirine piştî ku ew jê hatin derxistin, di hewlekê de ji bo bilindkirina morala çekdarên xwe û xapandina şêniyên deverê."

Hêzên Iaqî "radyo hetahetayî bêdeng kir", wî got, û da zanîn ku ew "pêşketineke mezin li ser zemînê pêk tênin" di çarçoveya operasyonên serbazî yên rizgarkirina beşê mayî ji bajêr de.

Nameyên xapandinê

Piştî ku DAIŞ derbasî Mûslê, girûpê dest danî ser radyo û televisyonên li bajêr, rojnamevan û cîgirê serokê Peymangeha Medyaya Nînewa, Sufiyan Meşhedanî, got.

"Wan radyoya xwe, Bayan, dan destpêkirin bi bikaranîna transîstorên ku ji wan navendên medyayî dizîn," wî ji Diyaruna re got.

Ev radyo rihê alavên medyaya DAIŞ bû, Meşhedanî got.

"Radyoyê giranî dida weşana neşîdan (sirûdên olî) û tomarên dengî yên serkêş û bangewazerên DAIŞ," wî got, û herwiha belavkirina raportên rojane yên bi giranî dihatin xweşikkirin li dor hûrgiliyên pêşketinên şer û operasyonên wê.

"Hemû programên wê giranî didane propagandaya îdyolojî ji girûpê re û ji îdyolojiya wê ya tundrew re, herwiha sipehîkirina wêneya wê û sazkirina pêşxaneyeke nerast ku berevajî rastiya bûyerên li qadên şer e," wî got.

Di dema êrîşa DAIŞ a binketî li ser Kerkûkê di 21ê Cotmeha bihûrî de, radyoyê sirûd û daxuyaniyên serokatiya girûpê weşandin ku di wan de îdia dikirin ku bajar di bin kontrola wan de ye.

Xelkê Mûsilê bilez zanîn ku ew yek derew bû, girûp rastî xesarên mezin tê, û ew êrîş ne zêdetirî gavaka bêhêvî ye ji bo veşartina serkeftinên ku hêzên Iraqî tomar kiribûn, Meşhedanî got.

Karîgerî li ber bidawîhatinê ye

DAIŞ radyo ji bo weşandina propagandayê û çandina tirsê di dilên şêniyan de bikar tanî,raporter û çalakvanê Mûsilî, Mahir Obêdî, yê ku serokê Tora Rêxistinên Civaka Sivîl li Nînewa ye, got.

"Terorîstan gefên eşkere li xelkê dixwarin û digotin ku ew dê wan bi hovîtî bikujin eger hewl bidin îsyana girûpê bikin an ji bajêr birevin an jî heta ku rîsîverên wan yên kenalên asmanî hebin," wî ji Diyaruna re got.

Weke beşekî ji şerê derûnî, radyoyê rastî dişewihandin, xelk dibizdihandin û serkeftinên artêşa Iraqî vala derdixistin, wî got.

"Propaganda girûpê ya xapandinê hilweşiyaye piştî ku leşkerên rizgarker bi aweyekî mirovî nêzî xelkê bûn," Obêdî got.

"Aniha DAIŞ yek ji bibandortirîn alavên karîgeriya xwe ya medyayî û derûnî jidest daye," wî got. "Êdî girûp nema dikare xelkê bixapîne û bandora wê li rojavayê Mûsilê ber bi bidawîhatinê ve ye."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500