Nûçeyên Iraqê
Civak

Nameyên piştgiriyê li ser rojavayê Mûsilê tên barandin

Xalid Ta'î

Çalakvanê Iraqî Seqir Zekeriya hejmarek ji nameyan nîşan dide ku di nava bi milyonên nameyên din de bûn, ew ji xelkê rojavayê Mûsilê re ji asman hatine barandin. [Wêne ji Enstîtuya Rojnamegeriya Şer û Aştiyê atiye wergirtin]

Çalakvanê Iraqî Seqir Zekeriya hejmarek ji nameyan nîşan dide ku di nava bi milyonên nameyên din de bûn, ew ji xelkê rojavayê Mûsilê re ji asman hatine barandin. [Wêne ji Enstîtuya Rojnamegeriya Şer û Aştiyê atiye wergirtin]

Hêza asmanî ya Iraqî alîkariyê di insiyatîveke civaka sivîl de dike ji bo gihandina bi milyonên nameyên piştgiriyê bi rêya barandina wan ji xekên Iraqî re yên ku li rojavayê Mûsilê, ya ku di destê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) de ye, dijîn.

Insiyatîva, ku ji aliyê rêxistinên civaka sivîl ve hatiye destpêkirin weke alavekê ji bo nîşandana piştevaniyê ji malbatên Mûsilê re ye û handana wan ji piştgirîkirina hêzên rizgarker re ye, di 19ê Sibatê de destpê kir, ligel destpêkirina operasyona serbazî ya ji bo vegerandina Mûsilê.

Ji wê demê ve, xwebexş û çalakvanên Iraqî bi milyonên nameyan barandine.

Çalakvan û bloger Seqir Zekeriya, ku insiyatîvê birêve dibe, ji Diyaruna re got ku armanca wî ew bû "ku nameyekê ji hemû xelkê re bişîne ku ji wan re bibêje ku em bi wan re ne".

"Me xwest ku moral bilind bikin û tekeziyê li ser rastiya ku rizgarbûna wan nêzîk e û serkeftin pêkane ye bikin," wî got, anî ser ziman ku insiyatîv herwiha bersivek bû ji her hewleke DAIŞ re ku xelkê şaş bike yan îradeya wan bihejîne.

"Weke girûpeke mezin ji xwebexş û çalakvanan, me berê xwe da kolan û bazaran û me ji xelkê xwest ku nameyan binivîsin," wî got.

Me ji xelkê xwest ku ji kesûkarên xwe re yên li rojavayê Mûsilê tiştê di dilên xwe de binivîsin, wî got, û tiştê ku dixwazin bibêjin nîşan bidin, bêyî tu destêwerdan an ferzkirina awayê nivîsandinê.

"Em çûn cihên giştî li Bexdayê, û rêxistinên din alîkariya me kirin ji bo komkirina nameyan ji parêzgehên weke Besra, Necef, Babil û Enbarê, ligel xelkê ku li aliyê rojhilatî yê Mûsilê dijîn," wî got.

Artêşa Iraqî rojhilatê Mûsilê di destpêka îsal de rizgar kir.

Peyv hêviyê didin û tehedayê dikin

Iraqiyan bi erênî bersiva vê insiyatîvê da, Zekeriya got, di nav wan de kesên ku malbat û hevalên wan li rojavayê Mûsilê dijîn, ku peyvên hezkirin, hêvî û berxwedanê ji kesên li aliyê din ê bajar re nivîsandin.

"Dema ku milyonek name li ba me çêbûn, me ew kopî kirin û bûn 15 milyon," wî got. "Me piştre ew kirin di zerfan de ligel polên ku li ser wan hatibû nivîsandin, "Nameyên ji hemû Iraqiyan ji Xelkê Mûsilê re".

Ew name piştre ji aliyê hêza asmanî ya Iraqî ve ji asmanê rojavayê Mûsilê hatin barandin.

Enstîtuya Rojnamegeriya Şer û Aştiyê (IWPR) û gelek girûpên xwebexş ên din weke Mewca li parêzgeha Necef piştgiriya insiyatîvê kirin û tê de beşdar bûn.

Name gelekî bibandor û hestiyar bûn, kordînatorê medyayî yê IWPR Îmad Şerih ji Diyaruna re got, û "bang li civaka dorpêçkirî kir ku di rûbirûbûna DAIŞ de cihgir be û ligel hêzên ewlekariyê kar bike".

Hinek nameyan bang li xelkê Mûsilê kirin ku guhê xwe nedin derewên ku ji aliyê DAIŞ ve tên çêkirin, û soz didan wan ku hêzên Iraqî dê di demeke nêzîk de serkeftinê bidest bixin, wî got.

"Hinek ji nameyan rasterast ji malbat û hevalan re bûn û heta nameyên hezkirinê jî yên ji xortên Mûsilê ji bo hezkiriyên xwe hebûn," wî got.

Weke belgeyekê li ser gelêrîtiya insiyatîvê, el-Şerih got, "Tenê di dema sê saetan de û li cihekê -- Kolana Mutenebî li Bexdayê -- me karî ku bêtirî 1,000 nameyê kom bikin".

"Li hinek deveran, xelkê xwe dida derdora xwebexşan û alîkariya wan dikirin di komkirin û veguhestina nameyan de," wî got jî.

Nameyên ku çekdarên DAIŞ aciz dikin

Li gorî çavkaniyên ji rojavayê Mûsilê, Şerih got, barandina nameyan DAIŞ aciz kir.

Dema ku name bo xwarê hatin avêtin, wî got, çekdarên DAIŞ "dîn bûn û ew name ji kolan, meydan û malan kom dikirin daku ji wan xilas bibin".

Lê xelkê karî gelek ji wan nameyan bidest bixin û bi naveroka wan kêfxweş bûn, Şerih got.

Insiyatîva nivîsandina nameyan tekeziyê dike li ser "xweragirtin û xurtbûna civaka Iraqî", îalakvan û xwebexş Xessan Şilaş ji Diyaruna re got.

"Gelek ji nameyan ji aliyê xelkê parêzgehên navendî û başûrî ji bo birayên xwe yên li Mûsilê hatibûn nivîsandin," wî got, û name gihan ku "Iraqî hemû yekgirtî ne li dijî yek dijminî ne, ew jî DAIŞ e".

Di nameyan de rênima ji xelkê rojavayê Mûsilê re hebûn ku xwe dûrî wan deveran bikin ên ku endamên DAIŞ lê divehewihin, wî got jî.

Şilaş, ku ji rojhilatê Mûsilê ye, got ku rola wî di barandina nameyan de hebû.

"Dema ku DAIŞ deverên me dagîr kirin û balafiran [ên Iraqî] belavokên rênimayan avêtiba ji me re, em dê gelekî kêfxweş û bihêvî bane ku em dê nêzîk werin rizgarkirin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Em dê biserkevin!

BERSIV BIDE