Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Bazirganên Reqayê li ser keviya hilweşandina diravî ne

Welîd Ebû el-Xêr li Qahîrayê

Endamên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" li ber dergehê firoşgehekê li bazara sereke ya Reqayê sekinîne. [Wêne ji Muhemed Ebdulah hatiye wergirtin]

Endamên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" li ber dergehê firoşgehekê li bazara sereke ya Reqayê sekinîne. [Wêne ji Muhemed Ebdulah hatiye wergirtin]

Bazirgan li bajarê Sûrî Reqa rûbirûyî îflasê tên û bajar di çarsaliya hukmê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) û tevgera bezirganiyê bi berdewamî lawaz dibe.

Herêm rastî guvaşeke qeras e ji encama dagirkariya girûpê, tavahiya rêyên ku bajar bi deverên din re girê didin hatin girtin ji ber rewşa ewlekarî .

Gurzê tiştên ku derbasî bajêr dibin ji alîgirên DAIŞ re û kesên bi wan re têkildar re diçin, bêkarî berbelav e û hêza kiryarî ya şêniyan nemaye.

Carê bajarê li ser berava bakur-rojhilatî ya çemê Diclê navedeke bazirganî ya girîng bû, ne bi tenê ji parêzgeha Raqa re, lê belê ji Sûriyê bi tevahî re, rojnamevanê Sûrî Muhemed Ebduah ji Diyaruna re got.

Carê ew navenda sereke ya pevguhertina tiştan û berheman di navbera çend hêrêman bû, lê belê rewşa tiştan hêdî hêdî têk çû piştî DAIŞ gihişte bajêr.

"Hin bi hin tişt li sûkê peyda nabin piştî ku piraniya rêyên ku Reqa bi herêmên din re girê didin hatin birrîn," wî got.

Bi tenê rewşa wan bazirganên ku endam û alîgirên DAIŞ in aniha baş e, yên ku tiştên ku digihin bajêr werdigrin û wan difroşin an jî wan bi buhayê bilindtir li ser bazirganan belav dikin, wî got.

"Xwarin li bajêr pir kêm," wî got jî, û da zanîn ku madeyên bingehîn weke şekir, birinc, keskahî û goşt bi "buhayên fehşdar" in.

"Demsala zivistanê zehmetiyên şêniyan gelektir kirin, yên ku dîtin ku buhayên madeyên xwegermkirinê gihiştin 250 lîreyan (1.62$) serê her litreke neftê û hinek caran botla xazê bi dora 15,000 lîreyan e (7$) ," Ebdulah got.

Buhayên van tiştan "li gorî argûmentên 'mîrên' DAIŞ, ên ku bîrên xazê û neftê û parzûngehan kontrol dikin û xwe ji kirîza ku sivîl li herêmê jiyan dikin nebihîstî dikin", wî got jî.

Şêniyên gundên Reqa carê tişt ji sûkên bajêr dikirîn û berhem û sewalên xwe ji bo firoştinê tanîn,wî got, û bal kişand ku bêyî vê tevgerê, bazara Reqayê "dibe sûkeke din, ya hejartir û xwedan kêmtir girîngî".

Ban leystokên zarokan jî dike armanc

"Mersûma herî dawî ya girûpê dukandarên leystokan kirin hedef," firoşyarê Reqa Hemed Meter, ê ku bernavek ji ber tirsa li ser selametiya xwe bikar anî, got.

Mersûmê firoştina leystokên bi rû qedexe kir, "bi taybetî bûkên ku keç bi wan dilîzin", û pûtên dewaran, wî got, bi tefsîra ku ev fermeke pûtperestiyê ye.

"Nobedarên Hesba ('polîsê olî') digrin ser firoşgehan, leystokên bankirî kom dikin û wan li ber çavên xelkê li sûkê dişewitênin," Meter got.

Ligel azara temaşekirina kelûpelên xwe yên ku di nav dûmanê de dimînin, wî got, gelek dukandar gihiştine asta ku "îflasa tam" rabigihînin.

"Gelek ji wan firoşgehan ew tişt beriya bêhnvedanê embar kiribûn dema ku telebî li ser wan kelûpelan bilind bû, û hinekan hîn perên wan nedaye û ew pêgîr in ku aniha pereyên wan bidin," wî wiha şirove kir.

Tevî rewşên abûrî yên dijwar, piraniya malbatan hinek peran didin aliyekî daku leystokan an jî posterên qehremanên werzişê yên ku di nava ciwanên nûhatî de bi navûdeng in ji zarokên xwe re bikirin wî got, û balkişand ku ew jî aniha hatine qedexekirin.

DAIŞ kompaniyên veguheztina peran kontrol dike

Pera aniha naherikin Raqa, bazirganekî ji deverê ku bernavê Waîl Mustefa bikar anî, ji ber tirsa li ser selametiya xwe, got.

"Mirov dikare bibêje ku hema nema kes pereyan ji dêûbavên xwe re bi rêya kompanyayên vegueztina peran ji derve dişîne, ji ber ku ew bi degmen bi vî awayî pêk tên ji ber bertengkirinên navdewletî yên ku li ser tevgerên girûpê tên sepandin," wî ji Diyaruna re got.

DAIŞ tevahiya kompaniyên veguhestina peran bi temamî kontrol dike, ya bi awayekî dîrekt yan jî bi ferzkirina bacên bilind li ser her veguhestinekê, ji xwe bac jî di van heftiyên dawî de bi rêjeya 30% ji nirxên perên veguhestî bilind bûne, Mustefa got.

Dema ku DAIŞ kontrola herêmê xisite destê xwe de, pere herikîn bazarê, ji ber bazirganiya nerewa ya girûpê di warên neft, berhemên çandiniyê û şûnwarên diziyê de.

Lê belê, "bazirganiya neftê hema bêje ji ber êrîşên asmanî, yên ku aniha her roj parzûngehên neftê yên li herêmê dikin armanc, ji nav çû, û hema bibêje ku bazirganiya şûnwaran nemaye ji ber zehmetiyên birina wan bo derveyî welêt", wî got.

Derbarê berhemên çandiniyê de, ew pir kêm bûne ji ber ku cotyar zeviyên xwe naçênin ji ber ku şer û pevçûn nêzî wan bûne, Mustafa got.

Ev hemû bûne sedema "berbelavbûyîna bêkariyê li bajêr, û hema bibêje ku herkes aniha bê kar e, ji ber ku tu kar nemaye ku mirov tê de bixebite", wî anî ser ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500