Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Hevbendiya li Sûriyê ya ser bi Qaîda ve heman karakterê balkêş ê girûpa Iraqî hildigre

Welîd Ebul Xêr li Qahîra

Lîderê berê yê Ehrar el-Şam Haşim Şêx Ebû Cabir xwe weke fermandarê giştî yê Tehrîr el-Şam, hevbendiyeke hêzên tundrew ên ku girêdayî Qaîda ne, dide naskirin. [Wêne ji Muhemed Ebdulah hatiye wergirtin]

Lîderê berê yê Ehrar el-Şam Haşim Şêx Ebû Cabir xwe weke fermandarê giştî yê Tehrîr el-Şam, hevbendiyeke hêzên tundrew ên ku girêdayî Qaîda ne, dide naskirin. [Wêne ji Muhemed Ebdulah hatiye wergirtin]

Tehrîr el-Şam, hevbendiyeke nû ye ji hêzên tundrew ên ku li Sûriyê şer dikin pêk tê, pir dişibe Encumena Şûra Cîhadiyan a berê, ew hevbendiya komên tundrew ên ku li Iraqî şer dikir, pisporên warê komên terorîst ji Diyaruna re dibêjin.

Roja 28ê Sibatê, Eniya Nusra û çar hêzên din ên opozîsyonê – Nûredîn Zenkî, Lîwayê Heq, Eniya Ensar el-Dîn û Ceyş el-Suna – ragihandin ku wan hevbendiyeke nû pêk aniyebi navê Tehrîr el-Şam (Rizgarkirina Sûriyê).

Ev pêgeha nû, ku herwiha bi dihên hêzên biçûk û hejmarek mezin ji endam û rayedarên Ehrar el-Şam jî himbêz dike, ji aliyê serokê berê yên Ehrar el-Şam Haşim Şêx Ebû Cabir, yê ku herwiha bi navê Ebû Cabir Şêx tê naskirin, tê şerkêşkirin.

Herdu hevbendiyan têkildariya xwe bi Qaîda re eşkere kirin: Tehrîr el-Şam di rêya Nusra re, ku aniha navê Fetih el-Şam li xwe dike, û Encumena Şûra Cîhadiyan di rêya Qaîda li Iraqê re, ya ku yek ji endamên serekî yê vê encumenê ye.

Endamên Tehrîr el-Şam li parzgeha Idlib in, ya ku meydana şerên giran di navbera çekdarên tundrew ên Cund el-Eqsa û Eniya Nusra de bû. [Wêne ji Muhemed Ebdulah hatiye wergirtin]

Endamên Tehrîr el-Şam li parzgeha Idlib in, ya ku meydana şerên giran di navbera çekdarên tundrew ên Cund el-Eqsa û Eniya Nusra de bû. [Wêne ji Muhemed Ebdulah hatiye wergirtin]

Gotarbêjê Siûdî Ebdulah el-Muheysinî yê ku bi piştgiriya wî ji îdyoylojiya tundûtûj a Qaîda revtê naskirin. Ew vê dawiyê tevlî Tehrîr el-Şam li Sûriyê bû. [Wêne ji Muhemed Ebdulah hatiye wergirtin]

Gotarbêjê Siûdî Ebdulah el-Muheysinî yê ku bi piştgiriya wî ji îdyoylojiya tundûtûj a Qaîda revtê naskirin. Ew vê dawiyê tevlî Tehrîr el-Şam li Sûriyê bû. [Wêne ji Muhemed Ebdulah hatiye wergirtin]

Herdu jî mijûlî hewldaneke çespandina desketiyên xwe bûn bi rêya dubare katîgorîzekirina xwe weke eniyeke bêhtir hevgirtî, pisporan got, dan zanîn jî Tehrîr el-Şam tenê heman sînaryoyê ku li Iraqê hatibû pêş.

Wekî girûpa Iraqî, endamên hevbendiya Sûrî îdyolojiya lîderên berê yên Qaîda Osama bin Ladin û Ebû Musab el-Zerqawî dişopênin, û hevpên heman şêwazê xebatê ne, û dibin yek daku hebûna xwe biparêzin dema ku guvaş li dijî wan tundtir dibin.

Çendîn tiştên hevbeş

Şopandina Encumena Şûra Cîhadiyan û Tehrîr el-Şam "gelek aliyên pir hevşêwaz ên di navbera wan de eşkere dike", lîwa Ebdul-Kerîm Ehmed, efserê xanenişîn ê Misrî yê di karûbarên Qaîda de pispor e, got.

"Li Iraqê, encumen ji hejmarek ji komên çekdarên terorîst ên ku bi îdyolojiya tekfîrî ya terorîstî bawerdar bûn û bi loyalîtiya ji Osama bin Ladin û Ebû Musab Zerqawî pêbend bû pêk hatibû," wî ji Diyaruna re got.

Hevbendî, di Kanûna Yekema 2006an de ne bi gelekî piştî mirina Zerqawî hate damezirandin, û al-Qaîda li Iraqê Ceyşê Taifa el-Mensûra, Ketayib Ensar Tewhîd û Suna, Seraya el-Cihad, Lîwayên Xureba û Lîwayên Ehwal yek xistin.

Ew hate damezirandin daku "pêgeheke nû ya hevgirtî pêk bîne daku ew hinek ji hêza ku wan ji dest da vegerînin", Ehmed got.

Li Sûriyê, hema rewş piştî ku ruyekî siyasî lê hatiye zêdekirin weke xwe ye, wî wiha şirove kir.

"Komên terorîst ên ku Tehrîr el-Şam pêk anîn çend deverên li derveyî kontrola rejîma belawela bûn, lê belê wan gelek ji van deveran di operasyonên serbazî de jidest dan" û herwiha di êrîşên asmanî de yê ku çep û serkêşên wan kirin armanc, wî got.

Dorpêçana aborî ya ku ji aliyê hevpeymaniyê ve hate sepandin bandoreke nerênî li ser dahatên wan hiştin, wî got jî,û gotûbêjên siyasîew li derveyî "her pêgeheke ji bo aramiyê hiştin û ew ji pêkanîna destketiyên siyasî yên pêşerojê bêhêvî kirin".

Vê yekê "ew lawaz kirin û dê lawazkirina wan bidomîne", wî got, û da zanîn ku ev hêz bi hewce bûn ku "pêgehek nû" ava bikin daku xwe biparêzin.

Ev pêgeha nû Tehrîr el-Şam e, wî got, ya ku di daxuyaniya ragihandina dameziandina wê de tê îdîakirin ku "ev yekîtî hatiye pêkanîn ji bo parastina destketinên şoreşê [ya Sûrî] û cihada Islamî ye" ew dê bibe "navika karînên bihevreyî yên şoreşê û dê rêbaza wê biparêze".

"Ev hemû pêgeh ramanên Qaîda, Osama bin Ladin û Ebû Musab Zerqawî weke hîmên xwe yên îdyolojî bikar tênin, Ev yek jî tê wateya ku ezmûna Iraqî, Encumena Şûra Cîhadiyan, di kesayeta Tehrîr el-Şam de dûbare dibe," Ehmed got.

Di salên berî qewimîna şerê Sûrî de, gelek serkêşên di bin sîwana Tehrîr el-Şam him bi loyaletiya ji Encumena Şûra Cîhadiyan re pêbend bûn him jî li jêr sîwana wê xebitîne, wî got jî, di nav de Ebul Feth Ferxalî, Ebul Welîd Henefî, Ebû Bera Qehtanî û yên din.

Hewla binketî ya guhertina nav

Tektîka guhertina navê resen ê Eniya Nusra xapandinek bû daku ew tevlîbûna xwe di prosesa siyasî de misoger bike "weke hêzeke opozîsyonê ya xwedan hişmendiyeke miyanrew", pisporê komên terorîst lîwa Yahya Muhemed Elî, efserê serbazî yê xanenişîn yê Misrî, got.

Piştî ku Eniya Nusra di sazkirina nasnameyeke din re ji xwe re bi rêya guhertina navê xe biserneket, ew bi hewce bû ku pêgeheke nû ava bike daku cihgirtineke nû werbigre, wî ji Diyaruna re got.

Wê ev yek bi avakirina "pêgeheke li ser hîma Qaîda ji bo ku her çareseriyeke çi serbazî çi siyasî ku wê bi dûr dihêle têk biçe da pêş", wî got, bi rêya lihevcivandina humû girûpên şerker ên li Sûriyê yên bi ser Qaîda ve.

Ev şêwazê karkirinê li Iraqê jî hate pêş, wî got.

"Qaîda li Iraqê komek ji gelek girûpên terorîstî yên ku hatibûne bal hev pêk dihat, heta wê dema ku Encumena Şûra Cîhadiyan hate damezirandin û ew hemû girûp di bin yek sîwanê de kirin yek," wî got.

Aniha ev sînaryo li Sûriyê jî tê dubarekirin, wî got jî, ev heman "mêtoda şanên guşî ye ku girûpên ser bi Qaîda ve wê bikar tênin".

Dema ku ev şanên guşî li gelek welatan bi nehênî dixebitin, wî got, "li Iraq û Sûriyê, ew bi eşkere li ser zemîn tev digerin li gorî zincîreke tevlîhev li ser şêwazê fermandariya heremî yan jî serkirdatiya li gorî bunyadeke heremî".

Li Sûriyê, ev ji aliyê serokê Eniya Nusra Ebû Muhemed Colanî ve tê serkêşîkirin.

Sozên loyaletiya ji Tehrîr el-Şam re bi zelalî eşkere dibin, li ser bingeha navê ku tên bikaranîn, ev girûp di rastî de "guşî ne li çend deverên Sûriyê belav in daku herêma kontrolê [ya Qaîda] berferehtir bikin", wî got.

Ev girûp rêzên xwe yek dixin "weke encamekê ji tunbûyîna embargoya navdewletî re û ji ber ku hest li wan çêbûye ku hebûna wan di xeteriyê de ye", wî da zanîn.

Girêdanên bi Qaîda re

Pêdaçûn bi navê serkêşên girîng ên Tehrîr el-Şam diyar dike ku gelek ji serkêşên berê yên Ehrar el-Şam "ên ku bi tundûtûjiya û bi girêdana organî bi Qaîda re xwe tên naskirin", rojnamevanê Sûrî Muhemed Ebdula got.

Herwiha serkêşên Eniya Nusra jî, wî ji Diyaruna re got, ligel şervanên Sûrî, Ereb û biyanî jî.

Pêgeha nû hinek kesên xuyayî jî himbêz dike mîna "gotarbêjê Siûdî Ebdulah Muheysinî, Ebû Hemza Mesrî û Ebû Bera Qehtanî", û herwiha katîbeya Uzbek Muhacirûn (koçber) , wî got.

Ev yek dihêle ku ev hevbendî "yek ji mezintirîn girûpên terorîst be",wî got, û da zanîn ku rêzên wan hema bibêje bi qasî yên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) mezin tên.

"Ew kesê ku aniha serkêşiya girûpê dike yek ji girîngtirîn endamên Qaîda yên li Sûriyê ye," wî got jî.

Haşim Şêx Ebû Cabir, yê ku xwe weke fermandarê giştî yên Tehrîr el-Şam dide naskirin, berpirsê veguhestina cîhadiyan bo Iraqê bû heta çaxê ku ew di sala 2005an de hate girtin.

Ew di 2011an serbest hate berdan, ligel komeke mezin ji terorîstên ku di girtîgehên Sûrî de girtî bûn, û di sala 2013an de tevlî Ehrar el-Şam bû, û bû "Mîrê Helebê" û di encumena Şûra wê de dixebitî.

Ew bo heyama salekî bû serokê Ehrar el-Şam, beriya ku dest ji postê xwe berde û Ceyş el-Ahrar dabimezrîne, ya ku hate avakirina piştî yekxistina çend milîtanên komên Islamî, Ebdulah got.

Abdulah got ku ew pêşbînî dike ku dê demek were dê dîsan serkêşê Eniya Nusra Ebû Muhemad Colanî bibe serkêşê Tehrîr el-Şam.

Li Sûriyê jî hevşêwazê Îraqê

Ragihandina fermandarê serbazî yên berê yê Ehrar el-Şam Ebû Musab Tehan loyalîtî ji Tehrîr al-Şam "koka pêgeha nû û hewla damezradina Encumena Şûra Cîhadiyan li Sûriyê bêvirand", Ebdulah got.

Hevbendiya nû piştgiriya çend endamên Qaîda, yên ku ji Iraqê hatin piştî ku guvaşên navdewletî li hember wan tundtir bûn wergirt, wî got.

Tehrîr el-Şam "bi lezûbez nehatiye damezradin, lê belê pilana avakirina wê heyamê dirêj kiriye, yan jî dibe pilaneke awarte be ji bo reva ji tengejiya guvaşên navdewletî" herwiha di haleta Iraqê de jî, wî got.

Wî got jî ku baştirîn delîl jî ev e: Sozên şopandina vê pêgeha nû ji aliyê hejmareke mezin ji zanayêm olê yên radîkal, yên ku bi nêzîkbûyîna wan ji Qaîda tên naskirin.

Ev ji Ebdul Rezaq Mehdî, Ebû Haris Mesrî, Ebû Yûsiv Hemewî, Ebû Tahir Hemewî, Muslih Elyanî û Ebdulah Muheysinî, û tevahiya wan kesên ku îdyolojiya Qaîda li Sûrî belav kir pêk tê, wî got.

Piraniya wan "li Iraqê li ser destê Ebu Musab Zerqawî bi xwe hatine perwerdekirin", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500