Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Milîsên ser bi Îranê ve Pakistaniyan, Afxaniyan tejnîd dikin daku li Sûriyê şer bikin

Ebdul Xenî Kakar

Lîwayê Fatimîyûn, milîseke Şî'î ya Afxanî ye, di bin fermandariya efserên Îranî de şer dike, milbimilê hêzên ser bi hikûmeta Sûrî ve li Tedmurê, li Sûriyê şer dike, di Kanûna Yekem de. [Ajansa Nûçeyan a Tasnîm]

Lîwayê Fatimîyûn, milîseke Şî'î ya Afxanî ye, di bin fermandariya efserên Îranî de şer dike, milbimilê hêzên ser bi hikûmeta Sûrî ve li Tedmurê, li Sûriyê şer dike, di Kanûna Yekem de. [Ajansa Nûçeyan a Tasnîm]

Qûeta -- Milîsên ser bi Artêşa Pasdarên Şoreşa Islamî ya Îranê (Pasdaran) ve Muslimanên Şîe mezheb yên ji Afxanistanê û Pakistanê tejnîd dikin daku ew li Sûriyê şer bikin û piştgiriya Beşar Esed bikin.

"Lîwayê Fetimîyûn yê ku ji çeteyên Şîe yên Afxanî pêk tê û Lîwayê Zeynebîyûn yê ku ji milîsên Şîe yên Pakistanî pêk tê bi awayekî berfireh çekdarên Şîe tejnîd dikin daku ew milbimilê Pasdaranên Şoreşa Islamî, Hizbula û milîsên Iraqî yê ser bi Îranê ve li Sûriyê şer bikin," berpirsekî bilind yê Wezareta Berevaniya Pakistanî, ku bernavek bikar anî, got.

"Piştî ku tên tejnîdkirin, çekdarên Şîe tevlî perwerdahiyeke ku pênc mehan dirêj dike dibin, û perwerdahiya wan a serbazî li Parêzgeha Yezd a Îranî û li hinek deverên din ên nepenî tê lidarxistin," wî ji Pakistan Forward re got.

Di herdu mehên derbasbûyî de, bi sedan şerkerên Pakistanî û Afxanî yên Şîe rahênan li Helebê, li Sûriyê dît.

Lîwayê Fatimîyûn, Kanûna Yekem xwenîşan dide, ji dora 20,000 çeteyên Şîe yên Afxan pêk tê, li gorî raportên medyayî. Nivîsandineke Farisî li ser dîwarê Tedmurê, li Sûriyê, dibêje, "Zarokên Herat yên Lîwayê Fatimîyûn li vir bûn. Wa Zeynebê." [Ajansa Nûçeyan a Tasnîm]

Lîwayê Fatimîyûn, Kanûna Yekem xwenîşan dide, ji dora 20,000 çeteyên Şîe yên Afxan pêk tê, li gorî raportên medyayî. Nivîsandineke Farisî li ser dîwarê Tedmurê, li Sûriyê, dibêje, "Zarokên Herat yên Lîwayê Fatimîyûn li vir bûn. Wa Zeynebê." [Ajansa Nûçeyan a Tasnîm]

"Raportên di dest me de tevlîbûyîna hejmareke mezin ji çrkdarên Şîe di cenga li Sûriyê ku ew ji Îranê hatine berçav dikin, û çekdarên din jî ji Paraçinar, Qûeta, Lahora, Sukur û in deverên din ên Pakistanê hatine," wî got.

Pasdaranên Îranî milîsan li Sûriyê biçek dikin û perwerde dikin

Lîwayê Fatimîyûn di sala 2014an de hatiye damezirandin û çekdaran herî zêde ji nava civaka sê milyon Afxaniyên ku li Îranê dijîn tejnîd dikin.

Ew lîwa ji 20,000 çekdaran pêk tê, li gorî medyaya Îranê, û mezintirîn qurbanî daye li gorî milîsên din ên ser bi Îranê ve ku li Sûriyê şer dikin , li gorî hin raportên din yên medyayî.

Li jêr fermana fermandarên Îranî, girûpê di nava hevpeymaniya hêzên ser bi rejîmê ve şer dikir daku "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Tedmer, li Sûriyê, di Kanûna Yekem de derbixin.

Lîwayê Zeynebiyûn biçûktir e û di sala 2013an de hatiye damezrandin, û bi parastina cihên pîroz yên Şîe li Sûriyê hatiye erkdarkirin. Di destpêka 2015an de baş mezinbû û firqeyek bi tena serê xwe pêk anî û beşdarî di şerên li dora Deraa û Helebê de kir.

Ew çekdaran ji nav Şîeyên Pakistanî yên ku li Îranê dijîn tejnîd dikin, Hezarayên Şîe yê ku li Pakistanê penaber in û Şîeyên Pakistanê tên tejnîdkirin.

Herdu girûp ji aliyê Pasdaranên Îranî ve tên fînasekirin, çekdarkirin û perwerde kirin. Belavbûna wan li gorî tejnîdkirina Şîeyan li seranserê deverê ye -- di nav de Libnan, Îraq, Yemen û welatên din -- daku ew li Sûriyê biwekalet şerê îdyolojî yê Pasdaran lidar bixin.

Tê qalkirin ku Pasdaranên Îranî dora 500$ her meh dide çekdaran û nişîndariya Îranî dide wan û dide endamên malbatên şervanên ku li Sûriyê tên kuştin.

Hêsanîkirina veguhestina çekdaran

Çekdarên ku li Pakistanê tên tejnîdkirin bi cilên heciyên Şîe berê xwe didin Îranê.

"Sala bihûrî li Qûta dergehê sînorî yên Zero Point li Taftan, hêzên ewlekariyê 39 heciyên Şîe bi tohmeta girêdanên bi Zeynebiyûn re girtin," berpirsekî berevaniya Pakistanî got, da zanîn jî ku lêpirsîn lidar bû.

Ajansên elwekariyê yên Pakistanî ji nêz ve çavdêriya tevgera heciyên Şîe li welat dilkin daku bizanin ka girêdaên wan bi Zeynebiyûn re hene yan tune ne, Muhemad Ebdula Xalid, berpirsekî Wezareta Karê Hundir li Islamabadê, piştrast kir.

"Ajansên Ewlekarî yên Pakistanî li ser destnîşankirina tora milîsên Şîe yên li Pakistanê kar dike," wî ji Pakistan Forward re got.

"Nîgereniyeke ciddî ye ji ewlehiya me ya netewî re ku welatiyên Pakistanî di şerê Sûrî de tên bikanîn ji bo destketiyên tayifgerî," wî got.

Karmendên Ajansa Ewlekariya Deryayî ya Pakistanî roja 8ê Sibatê 13 milîtanên gumanlêkirî, sê ji wan Îranî ne, di du beleman li nêzî kenarên berava Jewanî, li nêzî Bîlûşistan girtin, Xalid got. "Ew gumanlêkirî bi awayekî neyasayî derbasî Pakistanê dibûn."

"Her sêzdeh gumanlêkirî ... derbasî lêpirsîneke pir bilind bûn, û lêpirsînên pêşîn tekez dikin ku wan kesan hewl dida ku veguhestina kesên tejnîdkirî ji Bilûşistanê bo Sûriyê hêsanî bikin," wî got.

"Di despêka Adara 2016an de, du çekdarên Şîe ku di nava rêzên Zeynebiyûn de hatibûn tejnîdkirin ... li Qûta hatin dîtin," wî got, û da zanîn ku polîs ew girtin piştî vegera wan ji Sûriyê.

"Li gorî berpirsên me yên nehiştina-partîzaniyê, çekdarên li Pakistan bi nepenî dihatin tejnîdkirin dora 573$ heta 1,050$ mehane werdigrin," wî got.

Ev mûçe kişêner in ji ciwanan re, lê gelek ji wan ciwanan qet venagerin mal.

"Hejmareke mezin ji van çekdaran li deverên cuda yên Sûriyê hatine kuştin," Xalid got.

Fatimîyûn ciwanên Afxan bikar tînin

Li Afxanistanê, Fatimîyûn bi awayekî serekî ciwanên Afxan ên ji Kabûl û deverên gelekahiya Şîe tejnîd dikin, di nav de Herat jî, Wekîl Esedulah, zagonsazê berê yên Afxan ku li Kabûlê dimîne, got.

"Fatimîyûn lawaziya serweriya zagonê li Afxanistanê û rewşa xerab a mafên mirov di bercewendiya xwe de bikar tînin û karbidest çavên xwe ji çalakiyên wan digrin," wî ji Pakistan Forward re got.

Di devera Daşt-ê-Barçi de li Kabul, leşkerkirina Fatimyûn bi veşartî pêk tên, Esedula got, anî ziman jî ku girûp hîna ji leşkerên xwe nû yên bi rêya ajansên geştiyên ku li Herat û Kabul kar dikin dişîne Îranê.

"Leşkerkirina zêdebûyî yên çekdarên Şîe li Efganistanê bûye sedema dozeke bitirs ji beşên başûrî-rojavayî yên Efganistanê re," wî got.

"Divê ku hikûmeta Afxanî kiryarên ciddî pêk bîne daku milîsên bi-piştgiriya Îranî nehêle," wî got. "Ev çekdar deverên qels yên Afganistê zêdetir nerehet dike ye."

Îran tayifgeriyê geş dike

"Îran tundûtûjiya tayifgerî li herêmê geş dike. , û leşkerkirina ciwanên Afxanî bo şerê Sûriyê hewileke bo zêdekirina nerehetiyên di navbera kesên Sune û Şîe li Afxanistanê de," Ferad Cehanî, şîrovekarekî ewlekariyê li Celalabad, got.

Hejmareke mezin ya Afxanên bêkar ber bi Iranê ve diçin, lê belê dema ew digihin wir, girûpên milîsan wan dikin leşker," wî ji Pakistan Forward re got.

"Zêdetirî 500 çekdarên Şîe heta niha li deverên cuda li Sûriyê dema ku şer ji hikûmeta Beşar Esed re dikirin hatine kuştin," wî got.

Hejmareke mezin ya civaka Şîe ji deverê Mezar-ê-Şerîf beşek ji şerê Sûriyê ne, piraniya wan ji aliyê milîsên Fatimiyûn, hatine leşkerkirin, Cehanî got.

Di pêşiya şerkirinê de, çekdarên Şîe yên Afxanî mafê manê werdigirin," wî got.

Bi rêya peydakirina rahênanên serbazî yên taybet ji ciwanên Şîe yên Afxanî re, Îran hewil dide ku firqeyeke çekdarên ku bikaribin şerê Taliban û girpên milîsên Sune yên din li Afxnistanê piştî vekişîna hêzên biyanî ji Afxanistanî pêk bîne," wî got.

Destnîşankirina sedemên sereke yên leşkerkirinê

"Dema ku [kesên li] Erebistana Siûdî û welatên Kendavê piştgiriya girûpên milîsên Sune dikin, hevdem projeyeke îdolojî ye ji Îranê re ku leşkerkirina çekdarên Şîe pêk bîne û han bide [tevgera xwe] di welatên Islamî yên din," profesorê Puncabî Hesen Eskerî Rizwî, şîrovekarekî bilind yê berevanî û ewlekariyê li Islamabad.

Divê ku hikûmeta Pakistanî leşkerkirina ciwanên Şîe bo armancên Îranî li welat gelek bi cidî wergire, wî got. "Ev kiryar beşbûna tayifgerî li welat zêde dike," wî ji Pakistan Forward re got.

"Divê hikûmet problemên ku ciwanên me diavêjê destên girûpên neqanûnî çare bike," mîna bêkarbûnê, û kêmbûna saziyên bingehî, wî got.

"Zagona Îranî ya ku rê dide hikûmetê mafê mane bide malbatên çekdarên ku li Sûriyê bo armancên Îranî tên kuştin hewileke bo handana şîe ku tevlî şer bibin," Rizwî got.

"Milîsên weke Zeynebiyûn ciwanên hejar û şikestî bikar tînin," wî got.

"Divê ku girûpên serbazî weke Zeynebiyûn gavên berçav bo nehiştina bêkariyê li welat, ji ber ku ev yek dê roleke sereke di şikandina hewilên mîlîsan de bo leşkerkirina ciwanên Şîe yan Suneyan ji armancên xwe re bilîze" wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Em çi dikarin bibêjin di der heqê pêxwasên ku Îsraîl, Amerîka, Ewropaya Rojavayî,Tirkî, malbata Sişd û wekîlên li kendavê, ew tejnîd kirin daku Sûriyê kavil bikin.

BERSIV BIDE