Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Niştecihên Hewîca bi kêrên metbexê şerê DAIŞ dikin

Xalid Taî

Endamên êla Obêd rahênanan dikin daku şerê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" bikin û parastina deverên xwe ji êrîşên dê bên de bikin. [Wêne ji Şêx Wesfî Asî ye]

Endamên êla Obêd rahênanan dikin daku şerê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" bikin û parastina deverên xwe ji êrîşên dê bên de bikin. [Wêne ji Şêx Wesfî Asî ye]

Niştecihên Hewîca li parêzgeha Kerkûkê li Iraqê berevaniya xwe ji binpêkirinên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) bi kêrên malan û tiştên tûj dikin.

Ji dema ku DAIŞ di sala 2014an de bajar girt û zor li wan kir ku çekên xwe radest bikin, niştecih bi kêrên malan xwe çekdar dikin, lîderê êla Obêdî Şêx Enwer Asî ji Diyaruna re got.

Li gorî jêderên xwecihî, wî got, ji destpêka Sibatê ve "ne kêmî 12 çekdarên DAIŞ bi kêran anjî bi tiştên tîj hatine kuştin".

Dibe ku sedema vê yekê hejmara mezin ya tawanên hovî ku girûpê dijî xelkê Hewîca pêk aniye çêbû ye, wî got jî.

Ji 17ê Cotmehê ve, dema ku operasyona rizgarkirina Mûsilê ji DAIŞ destpê kir, girûpê 350 niştecihên xwecihî kuştiye, hîna ji wan malbatên bi temamî kuştine, Asî got.

"Piraniya qurbaniyan niştecihên ku nekarîn ji bajar birevin," wî got. "DAIŞ pey wan çû biyaban û newalan, û piştî ew hatin girtin, girûpê agirberdanên bi komî pêk anî û wan kuşt."

Qîrînek bo alîkariyê

Asî bang li hêzên Iraqî kir ku bi lez bajarê wî rizgar bikin û "dawiya binpêkirinên pir xerab ku niştecihên asê mayîn her roj di bin destê DAIŞ de rastî tên".

Wî nîgeraniya xwe nîşan da û got "niha Hewîca bûye penageheke çekdarên DAIŞ ên ku ji şerê Mûsilê direvin", bal jî kişand ku girûp hewil dide "molgehên xwe li bajar bihêztir bike daku wan weke cihekî pêkanîna operasyonên xwe yên terorîstî dijî cih û bajarên ewle û rizgarbûyî pêk bîne".

Riştina nû ya êrîşan ji sedema kuştina komî ya DAIŞ ya xelkên bêguneh destpê kir "ligel tûrebûn ji kiryarên terorîstan dijî sivîlan", fermandarê bejayî yê êlên Hewîce Salih Rezûqî got.

"Du salan xwecih di bin tirseke bê mînak de dijîn ," wî ji Diyaruna re got, bal jî kişand ku binpêkirinên girûpê di vê dawiyê de hovtir li wan hatiye.

"Kampanyayeke kuştinên komî dijî sedên sivîlên ku ew bawer dikin ligel hêzên ewlekariyê hevavhengiyê dikin anjî dixwazin ji girtina [DAIŞ] ya zeft birevin," wî got.

Xelk bêsebir bûne, wî got, û wan tenê kêrên metbex yên belav weke çek heye daku berevaniya xwe bikin.

Hêzên êlî amade ne

Hêzên heşdî aşayrî evro nêzî 2,000 xwebexş hene ku rahênankirî ne û amade ne piştgirya serbazî pedya bikin çi gava hukmet biryar da operasyona rizgarkirinê destpê bike, Rezûqî got.

DAIŞ destê xwe li Hewîca zeft kiriye, wî got, û texmîn kir ku hejmara çekdarên girûpê di sedan de ye û çekdarên ku ji Mûsil, Enbar û Diyala reviyane jî di nav wan de ne jî.

DAIŞ zordariyê li ser sivîlên bêçek li Hewîca bi awayeke berfireh pêk tîne, Cîgirê Parêzgarê Kerkûk Rakan Cibûrî ji Diyaruna re got.

Tirs û tundûtûjî bûye adeteke girûpê dema ku hewil dide kontrola xwe li ser bajarê 300,000 kesî dewam bike, wî got.

"Di du salên borîn de, ev girûp ne kêmî 3,000 kesî ji Hewîca û gundewarên wê kuştiye anjî revandiye," wî got. "Tawanên wan dê nesekinin heta dema ew neyên jinavbirin û bajar neyê vegerandin."

Hikûmeta Kerkûkê ya xwecihî gelek caran tekez li ser girîngiya livîna bilez û lêkdana artêşê daku niştecihan ji DAIŞ rizgar bikin, wî got, anî ziman jî ku "em hêvî dikin ku operasyona rizgarkirinê dê zû destpê bike".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500