Nûçeyên Iraqê
Jîngeh

Iraq ji vemirandina agirên zeviyên neftê yên Geyara nêz dibe

Xalid Ta'î

Xebatkarên Kompanyaya Nefta Bakur kar dikin li ser kontrolkirina agirên ku bi destê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" li zeviyên neftê yên Geyara hatin vêxisin daku pêşketina hêzên Iraqî hêdî bike. [Wêne ji Kompanyaya Nefta Bakur hatiye wergirtin]

Xebatkarên Kompanyaya Nefta Bakur kar dikin li ser kontrolkirina agirên ku bi destê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" li zeviyên neftê yên Geyara hatin vêxisin daku pêşketina hêzên Iraqî hêdî bike. [Wêne ji Kompanyaya Nefta Bakur hatiye wergirtin]

Tîmên hevbeş ên hikûmetê har dikin li ser vemirandina bîrên neftê yên mayî ku agir di wan de bi destê milîtanên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) Tebaxa borî li Geyara, li başûrê Mûsilê, hatin vêxistin.

Beriya reva wan, çekdarên DAIŞ agir bi çend bîrên neftê xistin, weke hewleke xweparastina ji êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê. Lê belê bi pêşketina hêzên Iraqî li ser zemînê, grûpê stratejiya şewitandina erdê kire rêbaz, û agir bi hejmara herî gengaz ji bîrên neftê xist.

Di şeş mehên borî de, tîmên vemirandina agir 11 bîr li zeviyên neftê yên Geyara û Necma vemirandin, û çar bîrên neftê hîna jî vêxistî ne, Mehmûd Ebdul Rehman Tabûr, serokê meclisa bajarokê Geyara, got.

Karmendên parastina sivîl û xebatkarên Kompanyaya Nefta Bakur ew karê ku beriya şeş mehan di nav zehmetiyên mezin de destpê kiribûn didomînin "mîna ku ew di şerê hebûnê de bin li hember agirên gurbûyî", wî ji Diyaruna re got.

Biserketina li ser zehmetiyan

Yek ji bîrên pêşîn ku hatin vemirandin li nêzî gundê Rummana bû, ji ber ku xebatkarên agirvemirandinê ditirsiyan ku agar bigihêjin malên niştecihbûyî.

"Agir hat vemirandin û bîr baş hate definkirin piştî kedên mezin ên ku nêzî sê mahan dirêj kirin," Tabûr got.

Xebatên agirvemirandinê hatin paşxistin û gelekî zehmetir dibûn herçiqas ku bîr ji Çemê Dicleyê û çavkaniyên din ên avê, mîna bingehên şilkirinê dûr bûn, wî got. Ev bi hewceyê tankên avê û amûrên têkildar ên veguheztin û pempkirinê yên bêtir e.

Av madeyeke girîng e di rawestandina agiran de, Tabûr got.

Wî da zanîn ku pempên têkildar ên taybet hatin bikaranîn daku herikîna avê li qiraxên bîr û li derdora wê araste bikin daku bîrê sar bikin, ev yek jî rê dide tîmên çakkirinê ku yan bixitimînin an semamên ku neft ji wan diherike çak bikin.

Pêwîstiya çendîn semaman bi operasyonên sarkirin û kolandinê li dora bîrê hebû berî ku tîmên çakkirinê karibin wan bîran bixitimînin, wî got.

Dibe ku vemirandina yek ji agirên mayî bi hewceyê xebatên qerase û karînên mazin be, wî got, ji ber ku qiraxên bîrê sê metran li jêr rûyê erdê ne.

Lê sê agirên din hene, dikarin bi hêsanî bên vemirandin ji ber ku guvaşa herikîna neftê ji wan bîran biçûk e û agirên mezin dernexistine holê, wî got, û da zanîn jî ku tevahiya agirên mayî di çend heftiyên bên de werin vemirandin.

Bandorên li ser aborî û jîngehê

Hîna zû ye ji destnîşankirina bandora van agiran li ser sektorê wizeyê, li goî Feysel Feyad, endamê komîteya wizeyê di parlementoya Iraqî de.

"Heta niha agir gur in û dema ku bi temamî bên vemirandin, em dê nirxandineke zanistî ji kavilbûyînê re çêbikin," wî got.

"Dê komîteyên teknîkî yên pispor xesarên çêbûyî binirxînin, ku helbet ew pir xesarên giran in," wî got jî.

Dora 60 bîrên neftê li zeviyên neftê li Geyara û û zeviyên neftê li Necma hene, di nav de ew bîrên ku çend metran di bin erdê de ne.

"Çakkirina bîrên şewitî û vejiyandina berhemanînê [ya neftê] li herdu zeviyên petrolê bi hewceyî karekî mezin e," wî ji Diyaruna re got.

Beriya dagîrkariya DAIŞ ji Mûsilê re di Hezîrana 2014an de, ew du sal bûn ku hikûmeta Iraqî li ser pêşxistina zeviyên neftê yên li Geyara û Necma dixebitî.

Plan ew bû ku berhemanîna wan ji neftê ji 30,000 bermîlan di rojê de bo 230,000 bermîlan di rojê de heta dawiya 2016an bê zêdekirin.

Ligel ku tê texmînkirin ku dê ev agir li ser aboriyê bandordar bin, şewitîna wan herwiha ziyaneke mezin a tenduristiya giştî pêk tîne , Xudir Elyas, endamê komîteya tenduristî û jîngehê di meclisa parêzgeha Nînawa de, got.

Bi dirêjahiya çend mehan ewrên himbiz ji dumana reş asmanê Geyara û deverên derdora wê nixumandin, û bûne sedema derketina gelek haletên fetisînê di nav şêniyan de, wî ji Diyaruna re got.

Tevî ku piraniya agiran vemirî ne û bi tenê li deverên diyarkirî hene û şideta dumanê kêm bûye, lê Elyas hişyarî da ku ew dê xwedan bandor bin li ser jîngehê û tenduristiya şêniyan.

Agir bûn sedema belavbûyîna çend rewşên tenduristî, di nav de tenghenase, û nexweşiyên singî, nexasim di nav zarokên Geyara de, wî got.

Herwiha wan hemû jêderên jiyanê li deverên mîna erdên çandiniyê û avê, gemar kirine, wî got.

"Tiştê ku terorîstan kir tawaneke mezin bû li dijî mirovahiyê û jîngehê," Elyas got, û bang li hikûmetê kir ku xebatên xwe duqat bike daku bandorên agiran sivik bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500