Nûçeyên Iraqê
Civak

Iraqî pirtûkan pêşkêş dikin daku pirtûkxaneyên Mûsilê dîsan ava bikin

Ala Husên li Bexdayê

Xwendekarê dermansaziyê yê Iraqî Ebdulsetar el-Hemdanî, yê 21 salî, pirtûkên xwe hilgirtine li pêşiya avahiyên wêrankirî yên Zanîngeha Mûsilê di 22ê Kanûna Duyem de, piştî hefteyekê ji vegerandina wê ji aliyê ajansa dije-terorê ya Iraqî ve ji destê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê". [Dimitar Dilkoff/AFP]

Xwendekarê dermansaziyê yê Iraqî Ebdulsetar el-Hemdanî, yê 21 salî, pirtûkên xwe hilgirtine li pêşiya avahiyên wêrankirî yên Zanîngeha Mûsilê di 22ê Kanûna Duyem de, piştî hefteyekê ji vegerandina wê ji aliyê ajansa dije-terorê ya Iraqî ve ji destê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê". [Dimitar Dilkoff/AFP]

Piştî wêrankirina sîstematîk a ku pirtûkxane li ser destê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Mûsilê rastî wê hatin, çendîn instiyaîv hewl didin ku refên pirtûkxaneya navendî ya bajar bi pirtûk û destnivîsên bexşkirî tije bikin.

Di Sibata 2015an de, DAIŞ pirtûkxaneya Mûsilê talan kir, bêtirî 100,000 destnivîs û belgeyên kêmpeyda ku vedigerin sedsalên fêrbûna mirovî şewitandin. Wê herwiha avahiya sereke ya pirtûkxaneyê li Feyseliya li rojhilatê Mûsilê teqand.

Xelk li wî cihî kom bûn û hewl dan ku nehêlin tundrew pirtûkxaneyê bişewitînin lê ew biserneketin.

Niha ku hêzên Iraqî rojhilatê Mûsilê girtine û çavê wan li aliyê rojava yê bajar e, hewl berdewam in ji bo vegerandina ewlehî û xizmetguzariyan li deverên rizgarkirî.

Lê ligel "ewlehî, xwarin û dermanan, xelkê Mûsilê herwiha bi hewceyî vegerandina geşbûna xwe ya kultûrî ne, ya ku terorîstan hewl dan ku ji nav bibin", helbestvanê Iraqî Wehab Şerîf, endamê Yekîtiya Nivîskarên Necef got.

Yekîtiyê, bi hevahengiyê ligel girûpekê ji gencên li Necef û rêxistinên civaka sivîl vê dawiyê dest bi insiyatîvekê kirin daku pirtûkan bo pirtûkxaneya Mûsilê kom bikin û bexşîn bikin.

"Yekîtiyê heta niha [bexşîn ji] 112 bexşîneran wergirtine," wî ji Diyaruna re got.

Ew ji nivîskarên ku pirtûkên xwe dan, kesên ku ji koleksiyonên xwe yên taybet pirtûk pêşkêş kirin, kesên din ku pirtûk ji markêtê anîn û ew pêşkêş kirin, û çapxaneyên ku çendîn pirtûk û sernav pêşkêş kirin pêk tên.

"Na ji weşanên tayifî re"

Hemû pirtûkên komkirî "zanistî yan wêjeyî bûn ji bilî sernavên olî", Şerîf got.

Organîzerên insiyatîvê xwestin ku ku tenê sernavên zanistî, dîrokî û helbestan werin bexşîn ji bo dûrketin ji hemû aloziyên tayifî ku dibe derkevin di dema bexşîna pirtûkine olî yên diyarkirî, wî got.

Armanca insiyatîvê "welatparêzbûna safî ye, ku şûna tayifegerî, etnîkê û her sloganeke din digre", wî got, ew bi "pirseke mirovî û kultûrî" wesif kir.

Yekîtiya Nivîskarên Necef hevahengiyê bi Zanîngeha Mûsilê, pirtûkxaneya Mûsilê û hemû aliyên pêwendîdar re dike ji bo ewlekirina veguhestina pirtûkan bo Mûsilê di dema herî nêzîk de.

Rêxistina civaka sivîl a "Ez Dixwînim, Ji ber vê yekê Ez Iraqî Me" jî vê mehê tevlî hewldanan bû û dest bi komkirina pirtûkan ji pirtûkxaneya Mûsilê re kir.

Heta niha, wê kariye ku 6,000 sernavên wêjeyî, kultûrî û hunerî kom bike, cîgirê serok Beha Kamil got.

"Bexşîneran pirtûk li çendîn pencereyên ku li seranserê Bexda û bajarên din hatine vekirin dane. Hinek çalakvanan herwiha pirtûk ji derveyî welat şandin," wî ji Diyaruna re got.

Kamil got ku insiyatîv dê berdewam bibe heta ku rojavayê Mûsilê were rizgarkirin, piştre hemû pirtûkên komkirî dê di karwanekê de bo Mûsilê bên şandin.

Insiyatîvên din

Weke beşekê ji hewldanên wê ji bo piştgiriya zanîngehên zerermend li welat, Zanîngeha Zîqar vê dawiyê kopiyên kaxezî ji tez û nameyên akademî şandin Zanîngeha Mûsilê.

"Zanîngeha Zîqar 50 kopiyên kaxezî ji tezeyên masterê û nameyên doktora pêşkêşî pirtûkxaneya navendî ya Zanîngeha Mûsilê kirin," sekreterê giştî yê pirtûkxaneya navendî ya Zanîngeha Zîqar, Raid Hemîd, ji Diyaruna re got.

Zanîngehê herwiha berî niha kopiyên kaxezî yên tezeyên akademîk şandin Zanîngeha Tikrît ku DAIŞ bo demeke kurt dagîr kir di 2015an de. Zerekeke mezin giha kampusê di şerê rizgarkirina bajar ji DAIŞ di Nîsana 2015an de.

Hevdem, Zanîngeha Besra bo Petrol û Gazê dest bi kampanyeke berfireh kir ji bo vejandina pirtûkxaneya navendî li Mûsilê piştî ku ji aliyê DAIŞ ve hat şewitandin, Heyder Elî, rêveberê medya û pêwendiyên giştî li zanîngehê, di dema daxuyaniyeke ji medyayê re di dawiya Kanûna Duyem de, got.

"Ligel şerê serbazî, em bi hewceyî şerekî fikrî ne bi rêya pirûkan li dijî her fikrê şaş ku kînewerî û tekfîra ku DAIŞ anî holê çêkir," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500