Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Şêniyên rojavayê Mûsilê rojê carekê dixwin û xwe ji rewşeke xerabtir re hazir dikin

AFP

Kurekî Iraqî li erebeyeke ku kerek wê dikşêne siwar e li rexê çemekî li tenîşt pireke ku ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" ve hat wêrankirin li taxa Sûker li rojhilatê Mûsilê roja 21ê Kanûna Duyem. Xelkê rojavayê mûsilê rastî rewşên dijwar tên di dema ku şerê rizgarkirna deverên wan ji DAIŞ nêzîktir dibe. [Dimitar Dilkoff/AFP]

Kurekî Iraqî li erebeyeke ku kerek wê dikşêne siwar e li rexê çemekî li tenîşt pireke ku ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" ve hat wêrankirin li taxa Sûker li rojhilatê Mûsilê roja 21ê Kanûna Duyem. Xelkê rojavayê mûsilê rastî rewşên dijwar tên di dema ku şerê rizgarkirna deverên wan ji DAIŞ nêzîktir dibe. [Dimitar Dilkoff/AFP]

Her çiqas ku li tundrewên ku li rojavayê Mûsilê asê mane teng dibe, kember li dora noqa bi sedhezarên sivîlên Iraqî tundtir dibe ligel kêmbûyîna pêdiviyên sereke.

"Em hewl didin ku hinek depoyan ava bikin lê belê xwarin gelekî kêm li mal maye," Diya Semîr, dayikeke ji taxa Ras el-Cedda li rojavayê Mûsilê, got.

Piştî vegerandina Mûsilê ji destê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) meha bihûrî, aniha hêzên Iraqî haziriya pêşketina li beşê bajar ê ku dikeve berava rojavayî ya Çemê Dîcleyê dikin.

Tevahiya pirên ku herdu aliyên bajêr bi hev re girê didin hatin xistin û tundrew li li rojava asê man û tu cih tune ye ku ew birevine wir, ev yek jî rêxweşker e ji şerê ku dibe herî xwînî be li Iraqî di çarçova şerkirina li dijî DAIŞ de.

"Em aniha bi tenê carekê di rojê de xwarinê dixwin," Diya Semîr got.

"Hema bibêje ku refikên dukanan vala ne û dema ku tiştek peyda be ew pir buha ye, weke mînak kîloya pîvazan bi 15,000 dînaran e (dora $12)," wê got.

Diya Semîr got ku 30 hêk bi dora $50 bû û estem bû ku şekir peyda bibe, ew kêmbûyîna ku bandorê li ser tevahiyan malbatan li welat dike ji ber ku çayê bi qasên gelek tê bikaranîn û gelek şekir tê tevlîkirin.

"Xelk pir hewcedar in heta wê asta ku ew tiştine din li şûna şekir bikar tînin daku çayê ji nexweşên şekir re şêrîn bikin," wê got.

Roj bi roj paranoyda wan çekdarên ku ev dora sê salan e ku deverê hukim dikin zêde dibe, ligel berdewambûyîna êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê yên ku veşargehên wan dikin armanc, şêniyan got.

Girtina ser malan ji aliyê DAIŞ ve

"Hê bêtir endamên DAIŞ digrin ser malên xelkê, li mobaylan digerin. Eger mobayla te hebe, tu dê raserî sêdaredanê bibe," Bavê Muhemed, yê ku li taxa el-Şefaa dijî got.

Wî got ku hinek şêniyên ku bi awayekî nepenî mobaylên xwe ji 2014an ve bi xwe re hiştibûn vê dawiyê ew şikandin.

Tu kesî ji şêniyên ku bi mobaylê AFP ligel wan axivî ji tirsa navên xwe yên tam nedan.

Bavê Muhemed got ku bi tenê ew kesên ku serkêşên DAIŞ in rastî kêmbûyîna xwarinê nehatine, gelek ji wan jî biyanî ne, ku hîna jî xwarin di hin rêyan re ji Sûriyê tê.

"Lê çekdarên DAIŞ ên xwecihî ha kêmtir ha zêdetir raserî heman rewşê tên weke hemû xelkê," wî got.

Hinek şênî aware bûne ji ber haziriyên ku DAIŞ dike li hember êrîşa hêzên federal a ku tê çaverêkirin ku li dijî asêgeha grûpê ya li rojavayê çem destpê bibe.

Çekdaran çeperên xwe bi dirêjahiya eniya çem ava kirine daku ew her hewildayîneke hêzên Iraqî ya derbeskirina çem bi rêya pirên daleqayî rawestînin.

Tundrewan herwiha qul di malên xelkê de çekirin , ku ew karînê dide wan ku ew mal bi mal di taxekê re bilivin bêyî ku ew li kolanan bigerin û xwe ji çavdêrîkirina asmanî re eşkere bikin.

Şêniyan herwiha got ku malên kesên ku karîn birevin DAIŞ bi awayekî sîstematîk dest datîne ser wan, ligel dukanên ku xwedanên wan li rexê rojhilatî yê bajêr jiyan dikin.

Şewitandina cilan weke sûtemenî

Ev yek hinek xelkê bi bijareya destjêberdana ji malên xwe û mulkên xwe dihêle yan jî bi mayîna li cihekî ku ji aliyê çekdarên DAIŞ ve tê bikaranîn û xeteriya ku weke hedefeke leşkerî bên hejmartin dihêle.

"Em gelekî ji têkçûyîna xurt a rewşa li rojavayê Musilê nîgeran in," kordînasyona mirovî ya NY li Iraqê Lise Grande roja Çerşemê (15ê Sibatê) ji rojnamevanan re got.

"Malbat belayeke mezin jiyan dikin, nîvê dukanan hatine girtin," wê got çaxê wê kampeke awareyan ziyaret dikir.

Ebdulkerîm el-Obeydî, yê ku serokatiya rêxistineke civaka sivîl li Mûslê dike, bang li hikûmetê kir ku xwarinê bi balafiran biavêje.

Av û elekitrîk di baştirîn hal de ne hertimî hene û hinek xelkê Mûsilê qala wê yekê kirine ka çawa ew neçar in ku mobîlyayên malên xwe bişewitînin daku xwe gerim bikin ji ber ku heftiyên dawî pileya germahiyê li jêr sifirê bûn.

Zilamekî ji taxa 17 Temûzê ku xwe weke Bavê Zeyd da naskirin got ku wî heta bi cilên kevin şewitandine ji ber ku xaz û mazot tune bûn.

"Çantên me yên mişt cilên kevin li jêrzemînê hene, dema ku şer destpê bike dê demek dirêj bixwe heta em bigihin wan," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Sipas ji bo guhdana li xelkên me yên li Mûsilê ku ew ji ber birçîbûn û bombebarankirinê dimirin.

BERSIV BIDE