Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Sûriyên rizgarkirî tevlî hevpeymaniya Erebî-Kurdî dibin di pêşketina ber bi Reqayê ve

Welîd Ebû el-Xêr li Qahîra

Şervanek ji Hêzên Sûriyaya Demokratîk pêşwaziya sivîlên Reqa yên reviyayî ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" dike. [Wêne ji Hêzên Sûriyaya Demokratîk]

Şervanek ji Hêzên Sûriyaya Demokratîk pêşwaziya sivîlên Reqa yên reviyayî ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" dike. [Wêne ji Hêzên Sûriyaya Demokratîk]

Di demekê de ku Hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD) ber bi gundekî li gundewarên Reqa ve ku di destê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) de ye pêş dikevin, sivîl derfetekê dibînin ji bo revînê ji grûpa terorîst.

Lê dema endamên DAIŞ zanîn ku gundî direvin, wan dest bi teqekirinê li wan kirin, di wê dema ku endamên hevpeymaniya opozîsyonê ya Erebî-Kurdî tevdigeriyan ji bo rizgarkirina wan, şervanekî QSDê ji Diyaruna re got.

Ev bûyer di demekê de tê ku Operasyona Xezeba Firatê derbasî qonaxa xwe ya sêyem bû , ya ku di 4ê Sibatê de destpê kir, ji bo xurtkirina pêşketina li gundewarên Reqa û derxistina çekdarên DAIŞ ji wan weke hewlekê ji bo îzolekirina bajarê Reqa.

Di vê hewlê de endamên nû ji deverên rizgarkirî yên Reqa tevlî QSD bûn, a ku pêşketineke bilez ber bi bajar ve pêk tîne ligel piştgiriya asmanî ya hevpeymaniyê.

Sivîlên li deverên dagîrkirî ji aliyê DAIŞ ve dixwazin ku dûrî navendên DAIŞ bimînin û berê xwe bidin deverên aram di demekê de ku hêzên rizgarker pêş dikevin.

"Şerê ku niha tê kirin armanca wî dorpêçkirina Reqa û gundewarên wê ye," fermandarê yekîneyeke QSD Ebdilfetah Nesredîn got.

Ev yek tê kirin bi rêya rizgarkirina gundewarên rojhilatê Reqa, wî ji Diyaruna re got, ku dê bajar bi temamî ji beşên din ên Sûriyê îzole bike, ligel pêşketina şervanên QSD ji du mihwerên sereke ve, lu el-Mekmen û Silûk in.

Ew 20 kîlometran derbasî her yek ji wan mîhweran bûne û niha nêzîkî gundewarên bajarê Reqa dibin, Nesredîn got, anî ziman jî ku "şer di asta xwe ya herî yekalîker de ye ji bo îzolekirina bajar weke amadekarî ji rizgarkirinê re".

Heta niha, qonaxa sêyem ji operasyonê biserket di rizgarkirina "gund û zeviyên Ebû Netalî, Hadî, Bîr Seyîd, Bîr Fewaz, Ayid Elî, Hedal, Birayic, Xezal Turşan, Hecan" û pêncên din, Nesredîn got.

Di heman demê de, bêtirî 50 endamên DAIŞ hatin kuştin, wî got, anî ziman jî ku şervanên QSD laş, çek û otombîlên, ku mûşekên li dijî tankan li ser wan bûn, dîtin ku girûpê li pişt xwe hiştibûn dema reva xwe.

Gundî asê mane

DAIŞ hîn xelkê gund û zeviyan di bin kontrola xwe de hiştine "di bin mayîna neçar de û ji bo xizmetkirin weke mertalên mirovî di dema şer de", şêniyê Reqa û şervanê QSD Enes Muder, got.

Xelk li benda pêşketina hêzên rizgarker in daku bikaribin ji gundên xwe derkevin, wî ji Diyaruna re got, ku dê di heman demê de derfetê bide QSD ku pêş bikeve.

Di demekê de ku şervanên QSD pêş ketin û gundê el-Elweş dorpêç kirin, "xelk bi hev re sefer kirin û ji gundê xwe derketin ber bi deverên aram de yên di destê QSD de," Muder got.

Lê belê, endamên DAIŞ ji derketina wan agahdar bûn û dest bi teqekirina lipeyhev bi aliyê wan de kirin, ku vê yekê ew neçar kirin ku xwe li destpêka gund veşêrin.

"Ez bişans bûn ji ber ku endamine QSD nêzîk bûn û karîn DAIŞ mijûl bikin û sivîlan bibin deverên aram," wî got.

Di dema pevçûnên ligel QSD, DAIŞ hewl da ku sivîlan bi rêya otombîleke bombekirî bikin armanc, wî got, lê QSD ew teqand berî ku bigihe wan.

Rakirina mayînan

Di demekê de ku şervanên QSD ber bi bajarê Reqa ve pêş dikevin, mayîn ji deverên rizgarkirî li gundewarên derdorê tên rakirin, Mistefa Ceylan, endamê tîmeke pûçkirina mayînan a girêdayî Yekîneyên Parastina Gel ên Kurdî (YPG) got.

Operasyonên rakirina mayînan tên pêkanîn hevdem ligel rizgarkirina her gund an zeviyekê, wî ji Diyaruna re got, bi hevahengiyê ligel tîmên teknîkî yên hêzên beşdar di Operasyona Xezeba Firatê de.

Ev hewl dê rê bidin sivîlan ku vegerin malên xwe "di dema herî nêzîk de", wî got, û dê piştrast bike ku ew nayên birîndarkirin an kuştin bi rêya "teqîn, mayîn an alavên teqîner".

Ev hewl girîng e di demekê de ku endamên DAIŞ "hemû deverên ku jê vedikşin bi teqemeniyan bomberêj dikin", Ceylan got.

Hêzên rizgarker ji gundewarên Reqa re nêzîkî 200 alavên teqîner dîtin di dema rojên destpêkê ji qonaxa sêyem a operasyonê de, wî got jî, û bêtirî 500 mayîn û xefikên bombekirî pûç kirin.

"Morala QSD gelekî bilind e ji ber gelek faktoran, di nav de ku bi sedên ciwanên ji gundewarên Reqa tevlî hewlê bûn," wî got.

Endamên nû ji wan bajarok û gundan in ku di dema qonaxa yekem ji operasyonê de hatin rizgarkirin an jî ji deverên hîn di bin dagîrkariya DAIŞ de reviyane, Ceylan got.

Piştgiriya ji êl û mezinên eşîrên gundewarên Reqa jî alîkariyê di bilindkirina moralê de dikin, wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Bi Xwedê, hîna cirdên DAIŞ li wir hene.

BERSIV BIDE