Nûçeyên Iraqê
Ciwan

"Sûra we Hîkaya" pêwendiyên civakî di nava ciwanên Şamî de ava dike

Nuhad Topalyan li Beyrûtê

Penaberê Iraqî Fayid Baxos Keryo, ku di workşopa "Sûra we Hîkaya" de beşdar e, ev wêneya zarokên penaber ên Sûriyê li Libnanê girtiye. [Wêne ji Fayid Baxos Keryo hatiye wergirtin]

Penaberê Iraqî Fayid Baxos Keryo, ku di workşopa "Sûra we Hîkaya" de beşdar e, ev wêneya zarokên penaber ên Sûriyê li Libnanê girtiye. [Wêne ji Fayid Baxos Keryo hatiye wergirtin]

Hevdeh ciwanên nûhatî ji Sûriyê, Iraq, Filestîn û Libnanê vê dawiyê sê meh bi hev re li Beyrûtê qedandin daku zehmetiyên xwe derbas bikin bi rêya workşopeke fotografî û nivîsandinê.

Projeya, bi navê "Sûra we Hîkaya" (Wêne û çîrokek), ji xortên nûhatî re yên ku temenên wan navbera 14 heta bi18 salî de ye hatiye sazkirin. Xortan qala tiştên ku ew fêr bûn di pêşangeheke yek-hefteyî de ya karê wan li şanogeha Medîna li kolana Hemra ya Beyrûtê ku 9ê Sibatê bidawî hat kirin.

Bi rêya workşopê, rêxistina Zakîra ya qazancnexwaz û UNICEF hewl dan ku pêwendiyên civakî navbera civakên penaber û mêvandar de ava bikin û alîkariya beşdaran bikin ku wêrankariya tayifegeriyê nas bikin.

Di pêşangeha girtinê de, xortan wêne û çîrokên ku rastiya jiyana wan diyar dikin nîşan dan, ligel ronîkirina ezmûna xwe weke penaber û trajîdiyên ku wan jiyan kirin û raserî hatin.

Aya Xelef, penabereke ji Helebê ye, wêneyên zarokên Sûriyê yên karker nîşan dan ku li şûna xwendinê kar dikin daku piştgiriya malbatên xwe bikin.

Wêne û nivîsaên wî qala her yek ji Selam, yê 13 salî, ku li cihekî avakirinê kar dike û kîsên mezin ên çimento û keviran li milê xwe dike; Ehmed, yê 12 salî, ku li bazarekê kar dike; û Yamin, yê10 salî , ku di kafêyeke nargîleyê de kar dike, dikirin.

El-Xelef ji El-Meşariq re got ku wê meharetên ku fêrî wan bû bikar anîn daku "ronahiyê bavêje ser karkirina zarokan û wêneyeke rasteqîn li ser zehmetiyên ku penaber jiyan dikin pêşkêş bike".

"Min xwest herkes bizanibe ku ew qurbaniyên herî mezin ên şer in," wê got. "Her weke Yamin ku di kafêyeke nargîleyê de kar dike, ew di navbera çakûçê penaberiyê û sindanê hejarî û karkirina zarokan de asê mane."

Derbaskirina terefdariyê

El-Xelef got ku ew di projeyê de beşdar bû ji ber ku ew bi israr bû "ku di atmosfêra xwe ya Libnanî de întegrasyon bibe û wê fam bikin û herwiha kesên din nas bikim".

"Malbata min û ez ji dema penaberbûna xwe ji Helebê li kampa Burc Beracinê dijîn," wê got. "Ez tevlî Libnaniyan nedibûm ji ber ku min digot qey regezperist in."

Projeyê alîkariya min kir daku bizanibim "ku ew ne regezperist in, ew tenê rastiya şertûmercên me nizanin", wê got, anî ziman jî ku "me hevdu nas kir û zanî ku em weke hev in, heta hevtirs in".

Penaberê Iraqî Fayid Baxos Keryo, yê 18 salî, ku lensa wî wêneyên zarokên Sûrî girtin, ji El-Meşariq re got ku projeyê derfet da wî ku li ser kesên din vekirî bibe.

Keryo got ku ew gihişte Libnanê piştî ku "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ew neçar kir ku ji gundê xwe li Qeregoşê li bakurê Iraqê bireve, ligel gelek kesên din.

"Ez bo heyama du salan bi tena xwe mam, ditirsiyam ku danûstandinê bi kesên din re bikim," wî got.

"Projeyê ez bi kesên ji nifşê min dame naskirin û ez weke kesekî din jê derketim. Ez niha kesên din û nerînên cuda qebûl dikim. Min rihê xwe rizgar kir, ku berê di zindanê de bû, û min di pêşangehê de ew nîşan da."

Beşdarê Libnanî Hadî Mixerbil, yê 18 salî, wêneyên ji kampa Cel el-Behir a penaberên Filestînî li bajarê Sûrê yê Libnanî nîşan dan.

"Em [penaberên Filestînî] weke çavkaniyeke terorîzm û tundrewbûnê dibînin, û ew me weke rasîst dibînin," wî ji El-Meşariq re got, anî ziman jî ku wî hewl da bi rêya wêneyên xwe vê têgihiştinê ji holê rake.

"Valahiyek navbera me hebû," wî got. "Lê îro, em gihane hev û me pêwendî bi hev re kirin, û me dît ku em weke hev in."

Weberhênan di ciwanên Ereb de

"Em hemû dizanin ku weberhênan di ciwan de li cîhana Erebî berîtiyeke bilez e ji bo danîna bingehên xurt yênseqamgîriyê," Tanya Chapuisat, nûnera UNICEF li Libnanê got.

"Gerek em balê bidin tiştên di lensên kamîreyên wan de, tiştên ku wan nîgeran dike, û tiştên ku ew qal dikin dema ku dinivîsin. Ji ber ku bi rêya van tiştan bersiv tên dîtin," wê di destpêka pêşangehê di 3ê Sibatê de got.

Armanca Sûra û Hîkaya ew e ku karînên ciwanên nûhatî têxe di tiştekî mifadar de û behsa pirsên wan bi rêya diyalog û pêwendiyê bike, daku wan dûrî terorîzm û tundrewbûnê bike, serokê Zakîra, wênegir Remzî Heyder got.

"Hatiye piştrastkirin ku ev temen tê armancgirtin daku were xapandin, bi taybetî ku hinek ji wan hene ku naçin dibistanê û şîreta guncav wernagrin," wî ji El-Meşariq re got. "Em derfetekê bo hêviyê, kêfxweşiyê û xwebaweriyê didin wan daku ew xwe nas bikin."

Workşopên projeyê beşdaran fêrî çawaniya bikaranîna kamîreyê, teknîkên wênegirtinê, edîtkirin û nivîsandina nûçeyan, û çawaniya bikaranîna medyaya civakî dikin, wî got.

"Ew bi xelkê ji civakên cuda re civiyan û pêwendî ava kirin li gorî pirsên hevbeş ên girêdayî nifşê wan," wî got jî.

Sûra we Hîkaya par destpê kir ji bo xurtkirina meharetên ciwanên piştguhkirî û bihêzkirina pêwendiyên navbera civakên penaber û mêvandar, Heyder got.

Ji wê demê ve, wî got jî, bêtirî 70 gencên mêr û mê hatine pêşxistin daku bibin rojnamevanên xwecihî bi rêya fêrkirina çawaniya amadekirina raportên nûçeyan û girtina wêneyan.

Workşopan asta awatên wan, haydarbûna wan a civakî û siyasî û karîna wan a pêkanîna guhertineke erênî di civakên xwe de eşkere kirin, wî got.

"Projeya me biserket, û wan cudahiyên çînî û civakî derbas kirin," wî got.

"Me derfetek da wan ku derbarê rengerengî, integrasyon û zehmetiyan biaxivin, daku bikaribin wan bi rêya diyalogê çareser bikin, û em berdewam in li ser dayîna derfetê bo kesên din yên ku di heman şertûmercên de dijîn," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Gelek girîng e

BERSIV BIDE