Nûçeyên Iraqê
Ciwan

Milîsên Iraqî yên ser bi Îranê ve berê ciwanên Iraqî didin mirinê

Faris el-Omran

Çekdarine Hereket el-Nujeba, milîseke ser bi Îran ve ye, di şerê Heleba Sûriyê de cih digre. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Hereket al-Nujeba hatiye wergirtin]

Çekdarine Hereket el-Nujeba, milîseke ser bi Îran ve ye, di şerê Heleba Sûriyê de cih digre. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Hereket al-Nujeba hatiye wergirtin]

Ji mala xwe ji bakurê Bexdayê, Ebû Muslim serpêhatiya ku roja 13ê Kanûna Duyema 2015an vedigot, çaxê ku nûçeya mirina birayê wî Cewad ê ku di rêzên hêzên Iraqî yên ku piştgiriya rejîma Sûrî dikin de şer dikir jêre hat.

"Ez dê wê êvara sar jibîr nekim," wî ji Diyaruna re got.

Ebû Muslim got ku telefonek jêre hat û ew bi nûçeya kuştina birayê wî yê tekane li Helebê xeberdar kir, û jêre gotin ku dê termê wî di çend rojan de bigihêje mala wî.

Despêkê wî texmîn dikir ku şaştiyek li holê heye, wî got, lê dema ku wî zanî ew rastî ye, "min mobayil ji destê xwe avêt û di nava hêsiran de mam".

Kesek li ser tabûta çekdarekî milîseke Iraqî ku li Sûriyê hatiye kuştin digrî. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Esayib ehl el-Heq hatiye wergirtin]

Kesek li ser tabûta çekdarekî milîseke Iraqî ku li Sûriyê hatiye kuştin digrî. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Esayib ehl el-Heq hatiye wergirtin]

"Min nexwest ku bawer bikim," wî got. Lê belê "bi gihiştina termê wî, hemû guman jinav çûn".

"Ew ne bi tenê bira bû, ew mîna kurê min bû," Ebû Muslim got. "Min ew mezin kir piştî mirina dê û bavê min."

Cewad jinek û du zarok li pişt xwe hiştin, wî got.

Ew ciwanek ji gelek ciwanên ku di nava rêzên milîsên ser bi Îranê de ku piştgiriya rejîma Sûrî ji buhara 2011an ve dikin şer dikin.

Ebû Muslim got ku birayê wî, yê ku di nava rêzên Esayib Ehl el-Heq de bû -- milîseke ku Feyleqê Qudis, hêzên taybet ên Pasdarên Şoreşa Islamî ya Îranê wê fînans dike û perwede dike -- "çû daku li jêr navê berevanîkirina li nirxên olî û pîrozdaran şer bike".

Buhayê biryara wî ya şerkirinê jiyana wî bû, wî got.

Xapandina xizanan

Ne bi tenê coşa olî sedema tevlîbûna ciwanên nûhatî ji şerkirina li Sûriyê re ye.

Peran gelek kesên bêkar û hejar vekişandin, Şêx Tahir el-Beyatî, emîndarê giştî yê Meclîsa Êlên Ereb li Selahedînê, got.

" Milîsên weke Esayib Ehl el-Heq, Tevgera el-Nujeba û Ketîbeyên Hizbulah ciwanên hejar bi rêya mûçeyan ji rê birin," ku ew mûçe ji çekdar heta bi yekî din tên guhertin li gorî kevnahî û karê şerkarî, wî got.

Ev milîs, ku li ofîsên wan li Bexdayê û parêzgehên başûrî hene, berpirs in ji fînansekirin, çekdarkirin û rahênankirina van ciwanên nûhatî " û wan bi nofan di balefirgehên Iraqî û Iranî re ji bo şerkirina li Sûriyê dişînin", wî got.

"Gelek ji van ciwanên nûhatî yên ku ji aliyên van ofîsan ve hatin tejnîdkirin ji bo mirinê hatin şandin bi bihaneya berevanîkirina li eqîdeyê [ya Şî'î], lê ew bi tenê dibin ardûyên şerekî teyifgerî yên gemar," wî got.

Hêzên Iraqî yên çekdar hejmara çekdarên ku li Sûriyê hatine kuştin eşkere nakin, lê rapotên medyayî qala mirina bi sedan dikin. Tu amarên bawerpêkirî derbarê hejmara ciwanên Iraqî yên ku aniha li Sûriyê şer dikin tune ne.

"Ew dibe ku zêde bibe dibe ku kêm bibe li gorî fermanên Îranê," Nacih el-Mîzan, cîgirê emîndarê Projeya Erebî li Iraqê, got.

Hêzên Iraqî yên ser bi Îranê ve hebûneke çekdarî li Sûrî dihêlin bi bihaneya şerkirina li dijî terorîzmê, wî ji Diyaruna re got, û ew fermanên fermandarê Pasdarên Îranî Qasim Suleymanî bicih tênin.

Ev milîs xwesteka xwe a beşdarîkirina di şer de didin xuyakirin, "kengî û li kûderê ku Walî el-Feqih [Serkirdeyê Bilind ê Iranî Elî Xamenî]" ji wan bixwaze, wî got.

Polîtîka destênewerdanê

El-Mîzan ji hikûmeta Iraqî daxwaz kir ku rêkarên bertengkirinê bigre ber daku çalakiyên milîsên bi vî rengî rawestîne, "û binpêkirina wan a ji hukmê yasa û dewletê û nerêzgirtina wan ji jiyana xelkê re rawestîne".

Ev milîs xeternakiyê li ser selametî û ewlekariya welat çêdikin, wî got.

"Destûra Iraqî derbarê pirsên rêzgirtina ji rêbarên cîranîbûyîna baş û destênewerdana di karûbarên hundirîn ên welatan de zelal e. Ev beşek e ji pêbendîbûyînên navdewletî yên li ser milê Iraqê ne," wî got jî.

Roja 20ê Kanûna Yekem, Serokwezîrê Iraqî Heyder Ebadî ragihand ku kesên Iraqî yên li Sûriyê şer dikin nûneratiya Iraqê nakin, û pêdagîrî kir ku Iraq naxwaze ku bikeve di milmilaniyên herêmî de.

Li gorî şirovegerê siyasî Xanim Abid, divê hikûmet bi çalakdarî polîtîka destênewerdanê di şerê Sûriyê de rêbaz bigre û hemû tedbîrên ku hêzên çekdarên bênin jêr kontrolê bide ber xwe.

"Tehediyên me besî me ne," wî ji Diyaruna re got. "Şerek li dijî 'Dewleta Islamî li Iraq û Şamê' (DAIŞ) heye û herwiha çend pirsgirêkên din" ku bi hewceyî guhlêdayînê ne.

"Em naxwazin ku hebûna çekdarî li Sûriyê dewam bike," got jî. "Em naxwazin ku ciwanên me di şerekî bêwate de bimrin. Em ji cengan westiyan ne; ev di hundirê her Iraqiyekî de ye."

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Kanîn çekdarên Çaçenî, Afganî û Ereb ên ku dibînin rewa ye ku şer li Sûriyê bê kirin û xwe li Iraqê biteqînin û bi hezarên Iraqiyan bi otombîlên bomerêjkirî û bombeyên bidest-çêkirî bikujin? Divê ku ew bi şer ji erdê Iraqê bên dûrxistin. Divî ku me di kirîza Sûriyê de beşdar kiribaye daku me şerê wan kiribaye û eger derbasî erdê Iraqê bûn xwe ji xirabiya wan biparêzin.

BERSIV BIDE

Pêlava milîsan û Hêzên Heşda Şaebî ya pîroz hêjayî tevahiya Kendavê ye. Ji ber ku em ji we tevan paktir in!

BERSIV BIDE