Nûçeyên Iraqê
Civak

Xwebexşên li Felûca salên desthilata DAIŞ reş dikin

Seyf Ehmed li Enbar

Tîmên paqijkirina Felûca paşmayî û bermahiyan ji kolanan radikin di demekê de ku jiyan êdî vedigere bajar piştî derxistina "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê". [Seyf Ehmed/Diyaruna]

Tîmên paqijkirina Felûca paşmayî û bermahiyan ji kolanan radikin di demekê de ku jiyan êdî vedigere bajar piştî derxistina "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê". [Seyf Ehmed/Diyaruna]

Kampanyayeke paqijkirinê ya berfireh li bajarê Felûca berdewam e ji bo paqijkirina kolanên wê ji zibil û paşmahiyên ku li şûna du salên desthilata "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" mane.

Hejmarek ji rêxistinên sivîl û mirovî, bi beşdarbûna xwebexşên genc ji Felûca, di kampanyaya sê-mehî de cih digrin ji bo paqijkirina kolan û meydanên bajar, resîfan boyax bikin û gulan ligel darên timî-kesk biçînin.

Hikûmeta xwecihî û şaredarî çendîn otombîl û pêpestên gilêşê terxan kirine ji bo veguhestina zibl bo cihên binerdkirinê li derveyî sînorên bajar weke piştgirî ji kampanyaya xwebexşan re, Ehmed Salim ji rêveberiya şaredariya Enbarê ji Diyaruna re got.

"Ev yek ji kampanyayên ciwanan ên herî girîng e û bandoreke wê ya erênî li ser handana hemjareke mezin ji xelkê Felûca ku tê de beşdar in heye," wî got.

Hewldana tîmekê

"Ev kampanyaya xwebexşî bi beşdarbûna rêxistinên sivîl û mirovî hatiye destpêkirin û bi piştgiriya xelkê Felûca ye û ne girêdayî tu aliyekî siyasî yan frakisyoneke hizbî ye," organîzerê kampanyayê Mihemed el-Rawî, got.

Armanca kampanyayê paqijkirina Felûca, tevlîkirina ciwanan di vê hewlê de ye û piştgiriya hewlên hikûmetê di vê derbarê de ye, wî ji Diyaruna re got.

Dezgehên hikûmetê jî bêsekinandin kar ji bo vegerandina xizmetguzariyan û berqerarkirina ewlehiyê piştî wêrankariya mezin a ku DAIŞ pêk aniye dikin.

Hêzên Iraqî devera derdora gilêşa ku li seranserê bajar kom bûbû ewle kir û di nav de li her bermahiyên şer ên teqîner geriyan berî ku kamyon zibl bibin cihekî dûr, el-Rawî got.

Stafa şaredariyê û karkerên ji Rêveberiya Kenalîzasyon û Avê jî kîsên gemarê yên taybet didin mal û dikanan, û selikên gemarê derdora bajar belav dikin.

"Weke beşekê ji kampanyayê, şaredariya Felûca çendîn kontêner ji bo komkirina zibl dane xelkê xwecihî, hinek ji wan ji bo plastîkan û hinek ji bo ji bo kanza," Îbrahîm Ewad el-Cumeylî, organîzerekî din ê kampanyayê got.

"Ciwan, kesayetî, û heta stafa dersdayînê û xwendekarên Felûca hemû di paqijkirina tax, dibistan û deverên giştî de xwebexşane beşdar in," wî got, anî ziman jî ku hewl berdewam in ji bo çakirina dergehên kavilbûyî yên torên kenalîzasyonê.

Kampanya hemû Felûca li xwe digre, û di demeke nêzîk de kampanyayên paqijkirinê yên din dê li bajarên din ên Enbarê ku ji DAIŞ hatine rizgarkirin destpê bikin, wî ji Diyaruna re got.

Nûkirin û çakirina xizmetguzarî û projeyên ku zerer gihane wan û vegerandina jiyanê bo Felûca ne merc e ku tenê li benda hewlên hikûmî bin, lê gerek hemû welatî tê de cih bigrin, Salih Mehmûd el-Nueymî, yek ji xwebexşan di kampanyaya Felûca de got.

"Îro, em bi hewceyê herkesî ne ji bo hev bigrin û bigihin hev ji bo vegerandina deverên xwe bo rewşa wan a berê," wî ji Diyaruna re got.

Reşkirina desthilata DAIŞ

"Xelkê Felûca gelekî hevahengî bi karên kampanyayê kirin, ji ber ku zibil û paşmahî kom kirin û alîkariya otombîlên erkdar kirin ji bo rakirina wan, û dar û gul li meydanan û li resîfan çandin," wî got.

Kampanyaya Felûca herwiha rakirina poster û monûmentên ku DAIŞ li pişt xwe hiştin berî ku ji bajar bireve li xwe digre, ligel boyaxkirina dîwaran, ên ku ji aliyê çekdaran ve bi reş hatibûn boyaxkirin, wî got.

Kampanyaya paqijkirinê "mezin" e, şêniyê Felûca Hesen Dawûd el-Şaebanî, yê 44, got. "Ez kêfxweş bûm ku bibînim ciwan û zilam kar dikin ji bo rakirina zibl û heta bi paşmahiyên malên kavilbûyî, û dayîna kîsên gemarê û destnîşankirina cihekî ji bo danîna qotiyên gemarê."

"Qonaxa niha pêwîstiya wê bi kampanyayên bêtir heye ji bo paqijkirin û çakirina dibistanan, vekirina rêyan û dagirtina kortên li kolanên sereke û lawekî ku ji encama teqîna bombeyên bidestçêkirî û teqemeniyên din ku DAIŞ di salên borî de çandibûn çêbûne," wî got jî.

"Em li Felûca û hemû bajarên Enbarê bi hewceyê kampanyayên xwebexşî yên weke vê ne, bi piştgiriya hikûmeta xwecihî, daku bikaribin alîkariyê di vegera jiyanê ji parêzgehê re bikin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500