Nûçeyên Iraqê
Topic/Iraq/sectionlead

Nûkirinên piştî-DAIŞ li bajarên Iraqî bileztir tên encamdayîn

Xalid Ta'î

Bildozerek paşmahiyên ji ber teqîneke xwekujî ku di Tîrmeha 2016an de ku li Mola Hadî li taxa Kerada ya Bexdayê dabû mane radike. Hikûmeta Iraqî kar li ser nûkirina molê dike. [Wêne ji Encumena Aborî ya Iraqî hatiye wergirtin]

Bildozerek paşmahiyên ji ber teqîneke xwekujî ku di Tîrmeha 2016an de ku li Mola Hadî li taxa Kerada ya Bexdayê dabû mane radike. Hikûmeta Iraqî kar li ser nûkirina molê dike. [Wêne ji Encumena Aborî ya Iraqî hatiye wergirtin]

Kar li bajarên li seranserê Iraqê berdewam e ji bo nûkirina dibistanan, nexweşxaneyan, molan û jêrxaneyên din ên ku zerer gihiştiye wan bi destê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ).

Hikûmeta Iraqî di 14ê Kanûna Duyem de destpêkirina karê nûkirin û qayimkirina Mola Hadî li taxa Kerada ya Bexdayê ragihand, ya ku gelek ziyan gihanê di teqîneke xwekuîj a kujêner di Tîrmeha 2016an de .

Êrîş, ku "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) girte stûyê xwe, pêk hat dema ku êrîşkar mînîbûseke barkirî bi teqemeniyan li nêzîkî mola qerebalix li devera Kerada rojhilatî teqand.

Teqînê 292 sivîl kuştin û bêtirî 200 birîndar kirin, û weke yek ji êrîşên herî kujêner li Iraqê ji bêtirî dehsalan ve hat wesifkirin.

Karê nûkirinê ji aliyê komîteyekê bi serokatiya şaredariya Bexdayê, ku nûnerên ji gelek wezaretên hikûmetê û Encumena Aborî ya Iraqî, ku rêxistineke ne-hikûmî ye, tê de cih digrin, tê serperiştîkirin.

"Nûkirin û çêkirina hêviyê bersiva me ya ji hemû tawanên DAIŞ re ye," rêveberê pêwendiyên giştî yên şaredariyê Hekîm Ebdulzehra ji Diyaruna re got.

Armanc çakirina molê ye û "vegerandina wê bo berîqdariya wê ya berê ye, ku careke din bi bazarkeran qerebalix bibe", wî got.

Komîteya berpirsiyar ji çavdêriya proseya nûkirinê, bi serokatiya pêsipêra Bexdayê Zikra Ellûş, destpêkê lêkolîneke hûrûkûr pêk anî ji bo nirxandina qasê ziyana ku gihaye avahiyê, Ebdulzehra got.

"Piştî temamkirina vê qonaxê, karê çakirinê destpê kir, û dê bihêzkirina bingehan û strektûra avahiyê li xwe bigre," wî got, ligel hazirkirina wê bi jêrxaneya giştî û sîstemên ewlehî.

Hikûmetê 500 milyon dînarên Iraqî ($422,654) ji projeya nûkirinê re terxan kiriye, ya ku dibe ku şeş mehan berdewam bike, Ebdulzehra got.

"Hevaheniyeke xemildar navbera hikûmetê û sektora taybet de heye," wî got. "Komkujiyên terorîst dê ji bîran neçe, lê jiyan dê berdewam bike û em dê welatê xwe ji nû ava bikin."

Xizmetên bijîşkî êdî vedigerin Mûsilê

Hevdem, hewlên nûkirinên li hin beşên Mûsilê ku ji DAIŞ hatine rizgarkirin berdewam in.

Hikûmet gavên erênî diavêje ji bo çakirin jêrxaneyên giştî ji bo dabînkirina pêwîstiyên xelkê, bi taybetî di sektorên tenduristî û perwerdeyê de, endamê komîteya xizmetguzariyan a encumena parêzgehê Husamedîn El-Ebar ji Diyaruna re got.

"Dozdeh navendên tendirustiyê li Mûsilê hatine nûkirin û vekirin, di nav de navendên Semah, Intisar, Gogcelî û Zehra," wî got.

"Nûkirina Nexweşxaneya Giştî ya Hemdaniyê jî temam bûye, û dest bi pêşkêşkirina xizmetguzariyên çareseriyê ji xelkê re kiriye, ligel nexweşaneya Ibin Esîr, ku bi tenduristiya zarokan pispor e," wî got.

"Derbarê nexweşxaneya Selam, ku yek ji mezintirîn nexweşxaneyên Mûsilê ye, li wir tîmek ji Wezareta Tenduristiyê heye ku dest bi nirxandina zereran kiriye weke amadekarî ji nûkirinê re," el-Ebar got.

Dewama dibistanê di 100 dibistanên li deverên rizgarkirî yên Mûsilê de vegeriyaye piştî ku nûkirina wan temam bû, wî got, anî ziman jî ku zerereke mezin negihaye van avahiyan.

"Heta niha, 25,000 xwendekarên kur û keç, ligel 13,000 ji stafê wanegotinê vegeriyane dewamê," wî got.

Beşê perwerdahiya Nînewa dest bi dayîna pirtûk û alavên xwendinê ji xwendekaran re kiriye, el-Ebar got, anî ziman jî ku çar kamyonên barkirî bi alavan vê dawiyê gihane bajar.

"Kampanyayên nûkirinê yekser destpê dikin her dema ku her herêmek an taxek tê rizgarkirin, û tekera nûkirinê dê nesekine," wî got.

Nûkirina bilez li Remadî

Bajarê Enbarê li parêzgeha Remadî, ku di Kanûna Yekema 2015an de ji DAIŞ hat rizgarkirin, jî bilez tê nûkirin.

"Remadî bajarê ku herî zerer bi destên terorîstan gihiştibûyê," endamê encumena parêzgeha Enbarê Ferhan el-Obeydî ji Diyaruna re got.

Lê niha hikûmeta xwecihî û federal, ligel çendîn rêxistinên navdewletî, ketine karekî bi kelecan de ji bo nûkirina projeyên xizmetguzarî yên ku ji aliyê DAIŞ ve hatin teqandin, wî got.

"Bêtirî 50 projeyên ji bo avêtina ava qirêj û çareserkirina avê ku ew vegeriyane Remadî hene, di nav de saziya avê ya sereke li bajar," el-Obeydî got.

Wezareta Koç û Koçberan 30 ji dibistanên bajar nû kirine, bi alîkariya Sendoqa Nûkirinê, û Nexweşxaneya Giştî ya Remadî jî çak kir, wî got.

$90 milyonên din ji bo nûkirina pirên ku ji aliyê DAIŞ ve hatine wêrankirin hatine terxankirin, di nav de pira Filestîn û pira Japonî.

"Tevgera nûkirinê bilez û bez e. Bazar û navendên giştî li bajar tije jiyan bûne," el-Obeydî got.

Li her cihekî din ji welat, deverên ji DAIŞ hatine standin vedigerin jiyanê.

"Piştî pênc mehan ji rizgarkirina bajarê me (di Adara 2015an de), ez ji awarebûnê vegeriyam xaniyê xwe, ku ne gelekî zerer gihabûyê," Mihemed el-Ecîlî, şêniyekî Tikrîtê li parêzgeha Selahedîn ku xwediyê dikaneke cilan e li bazara kevin, got.

"Ez vegeriyam daku dikana xwe vekim, û tevgera bazarê heme bêje wê çaxêtune bû," wî ji Diyaruna re got. "Lê niha hertişt vegeriyaye rewşa asayî, û xelk tên bazarê û jiyana xwe bi selametî dijîn."

"Zehmetî bidawî hat," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500