Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ di vîdyoya xwe ya dawî de zarokan dike îdamker

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Dîmenên ji vîdyoyeke DAIŞ ku nîşan dide çawa çekdarek demançeyekê dide zarokekî. Piştre di vîdyoyê de, zarok teqeyê li "murtedekî" dike heta wî dikuje.

Dîmenên ji vîdyoyeke DAIŞ ku nîşan dide çawa çekdarek demançeyekê dide zarokekî. Piştre di vîdyoyê de, zarok teqeyê li "murtedekî" dike heta wî dikuje.

Zarokên biçûk teqeyê li zilaman dikin û wan serjê dikin di vîdyoyeke nû de ligel gotara olî ya provokasyonî ku ji aliyê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ve hatiye berhemanîn û di medyaya civakî de belav bûye.

Ev vîdyo binpêkirineke tund ji zarokatî û Islamê re ye, pispor ji Diyaruna re dibêjin, tînin ziman jî ku zerera civakî dê bo bêtirî encamderên zarok ên mejîşiştî berfirehtir bibe ji ber ku hatine çêkirin daku bigihe zarokên din jî.

Ku 8ê Kanûna Duyem ji aliyê destê medyayî yê DAIŞ ê ku weke Wîlayet el-Xêr tê naskirin (ku bajarê Dêrezor û gundewarên wî li xwe digre), vîdyo sê zarokan nîşan dide, ku yek ji wan ne bêtirî çar salan e, sê zilaman li gundewarên Dêrezorê îdam dikin.

Qurbanî bi kafirbûn û sîxuriyê ji Yekîneyên Parastina Gel ên Kurdî (YPG) re, ku hêzeke li bakurê Sûriyê şerê DAIŞ dike, hatibûn tawanbarkirin.

Dîmenek ji vîdyoyeke DAIŞ ku nîşan dide çawa çekdarek kêrekî dide zarokekî. Piştre di vîdyoyê de, kurik "murtedekî" serjê dike.

Dîmenek ji vîdyoyeke DAIŞ ku nîşan dide çawa çekdarek kêrekî dide zarokekî. Piştre di vîdyoyê de, kurik "murtedekî" serjê dike.

Endamên ji Hêzên Sûriyaya Demokratîk zarokekî ku di rêzên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" de şer dike digrin di şerê li beşên jorîn ji parêzgeha Reqa de. [Wêne ji Hêzên Sûriyaya Demokratîk hatiye wergirtin]

Endamên ji Hêzên Sûriyaya Demokratîk zarokekî ku di rêzên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" de şer dike digrin di şerê li beşên jorîn ji parêzgeha Reqa de. [Wêne ji Hêzên Sûriyaya Demokratîk hatiye wergirtin]

Vîdyo bi şêwazê lîstokeke vîdyoyî tê pêşkêşkirin û xuya ye ku hatiye çêkirin bo bangdan li zarokên din, Mazin Zekî, rêveberê beşê medyaya nû di Navenda Ibn Welîd bo lêkolînan û Lêgerîna Meydanî ya Misrî de, got.

Armanca wê kişandina zarokên din e daku tevlî rêzên girûpê bibin bi rêya "pêşkêşkirina naveroka medyayî ya bangder ku bi dîmenên êrîşên ku ji aliyê endamên girûpê ve hatine pêkanîn destpê dike", wî got.

Zarokê ku li vîdyoyê temaşe dike dê bêguman dê xeyal bike ku ew yek ji wan endaman e, wî got jî.

Gotara provokasyonî

Gotara olî ya provokasyonî ya vîdyoyê bi "tefsîra konsepta ‘loyalîte û xwebêrîkirin‘ (el-welaa û beraa) destpê dike", Zekî got.

Ev wê yekê wesif dike "çawa pêwendiyên olî ji yên merivatiyê germtir in, ku bi awayekî sereke provokasyona li dijî malbat û kesûkaran di berjewendiya girûpê de ye", wî got.

"Vîdyo herwiha endamên DAIŞ ên ji hemû temanan nîşan dide, daku pêşniyar bike ku girûp cudahiyê li ser esasê emir nake û ku hemû xwedan heman qîmetê ne," wî got jî.

Ji bo nîşandana vê xalê, vîdyo qala çîroka XetabQamişlî, "şiblekî xîlafetê" dike, ku wî xwest ligel girûpê bijî piştî ku malbata wî biryar da ku "li erdê kufrê" -- herêma Kurdî ya derveyî kontrola girûpê, bijî.

Li ser kamîreyê, kurik îdia dike ku ew hatiye erda DAIŞ bi handana birayê xwe, Ebû Bera Qamişlî, ku ew di êrîşeke asmanî de hat kuştin.

"Di çîroka zarok de, tekezî hatiye danîn li ser isyana li dijî biryarên dêbavan û biyanekirina wan, ji bo handana zarokan ku tevlî grûpê bibin," Zekî got. "Mejîşiştina ku zarok gihabûnê gelekî xuya bû."

Gotinên wî ligel dîmenên zarokên din bûn ku rahênan çekan werdigrin, ligel dîmenên gelek ken, çek û çalakiyên sporê, weke siwarbûna hespan, Zekî got.

Derbarê hersê qurbaniyan, ew rastî dawiyeke trajedîk hatin.

Hersê zilamên xort tên nîşandan ku îtiraf dikin ku ligel hêzên Kurdî li dijî DAIŞ kar kirine, piştre tên girêdan û îdamkirin ji aliyê zarokan ve.

"Binpêkirineke tund ji zarokatiyê re"

"Vîdyoya ku berê xwe dide zarokan, kareke ku xirabiyê digihîne zarokatî û Îslamê," profesora civaknasiyê li Zanîngeha Qahîra Basîma Husnî ji Diyaruna re got.

Bi vîdyoya xwe ya dawî, DAIŞ du tawanan bi hev re encam dide, wê got: "a yekem provokasyona ji bo kuştinê ye û ya duyem provokasyonkirina zarokan bi taybetî ku bikujin, ku binpêkirineke tund ji zarokatiyê re ye".

"Filmên wisa alîkariya grûpê dikin ku bihêlin zarok bi temamî neagahdarî tawanbariya [van karan bin], ji ber ku bi piştrastkirinên olî tên pêçandin ku ji aliyê grûpê ve hatine şewihandin," wê got jî.

Di dema şerê li dijî DAIŞ li gundewarên Reqa weke beşekê ji Operasyona Xezeba Firat, Hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD) karîn hejmareke mezin ji endamên DAIŞ bigrin, "di nav de zarok û kurikên ku temenên wan ne bêtirî 15 salan bûn", fermandarê hêzeke QSD Xessan Îbrahîm ji Diyaruna re got.

Zarokan xwe teslîm kirin her dema ku cihên wan hatin dorpêçkirin, wî got.

Fermandarên mezin nebûn daku rêberiya wan bikin, wî got jî, "ku tê wateya ku bi tena xwe bo şer hatine şandin".

Ibrahim got ku xuya ye ku DAIŞ êdî pişta xwe bi zarokan ve girê dide ji ber zererên canî yên mezin ku rastî wan hatî di şerê li Sûriye û Iraqê û ji ber ku nikare çekdaran ji dûr ve çekdar bike weke ku berê dikir.

"Zarok tenê jêre mane daku kêmbûna zêde di hejmara çekdarên xwe de qerebû bike, wî got.

Zarokên ku tên dîtin di rêzên DAIŞ de şer dikin "bi baldariyeke mezin mamele bi wan re tê kirin", wî got. "Ew ji bo kampên taybet tên şandin ku berê wan didin pisporan, piştî ku lêkolînek li ser dêbav û kesûkarên wan tê kirin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500