Nûçeyên Iraqê
Civak

Ligel komkujiyên şer, çîrokên hezkirinê ji Mûsilê derdikevin

Xalid Ta'î

Vîdyoyek ji zemawenda roja 9ê Sibatê ya leşkerê Iraqî Fehd, ji parêzgeha el-Nasiriya, û şêniya Mûsilê Esma. Gelek haletên zewaca leşkerên Iraqî bi keçên ji Mûsilê asta yekgirtina niştîmanî di nava xelkê Iraqî de yên ji hemû pêkhateyan nîşan dide. [Wezareta Berevaniya Iraqî]

"Pîroz be, Xwedê we biparêze," nameya ku serbazê Iraqî Selam Radî ji kesûkar û hevalên xwe wergirt piştî ragihandina xwestina xwe bi keçeke Sunî re ji bajarê Mûsilê yê parêzgeha Nînewa.

Selam, yê 33 salî, ku malbata wî ji Dûraya Bexdayê ye, got ku wî qet bawer nedikir ku hevjîna xwe li heman bajarê ku lê şer dikir daku xelkê wî ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) rizgar bike bibîne.

"Şerê rizgarkirina Mûsilê bi hezarên welatiyên ku bi agirê terorîstan şewitî bûn rizgar kirin," wî ji Diyaruna re got. "Lê li ser asta şexsî, wê bi temamî jiyana min guhert."

"Hizrên derbarê bijartina hevpara jiyanê di dawiya lîsteya girîngiyên min de bû," wî got. "Ji ber ku ez leşker im, piraniya guhdayîna min li ser şerkirina terorîstan û derxistina wan ji welat e."

Leşkerê Iraqî Fehd, yê ji parêzgeha el-Nasiriya, û şêniya Mûsilê Esma di zemawenda wan de ku vê dawiyê di 9ê Sibatê de hat lidarxistin. [Rûpela Facebookê ya Bexda1]

Leşkerê Iraqî Fehd, yê ji parêzgeha el-Nasiriya, û şêniya Mûsilê Esma di zemawenda wan de ku vê dawiyê di 9ê Sibatê de hat lidarxistin. [Rûpela Facebookê ya Bexda1]

Jineke Iraqî silavan li leşkerên Ajansa Dije-Terorê dike li mala xwe li Mûsilê piştî ku dever ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" hat rizgarkirin. [Wêne ji Ajansa Dije-Terorê hatiye wergirtin]

Jineke Iraqî silavan li leşkerên Ajansa Dije-Terorê dike li mala xwe li Mûsilê piştî ku dever ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" hat rizgarkirin. [Wêne ji Ajansa Dije-Terorê hatiye wergirtin]

"Dê û bavê min hertim ji min dipirsîn ku çima ez naxwazim bizewicim û min bersiva xwe ya navdar dida, ‘ez bi çekê xwe re zewicî me‘," wî bi henekî got.

Lê qonaxeke nû di jiyana Radî de di destpêka meha borî de destpê kir dema ku hêzên Iraqî êrîşî Somer, taxeke li başûrê Mûsilê ye, kirin û ew ji destê DAIŞ derxist.

"Piştî ku me ew tax rizgar kir, xelk gelekî bi gihiştina me kêfxweş bûn," Radî got. "Me xwarin bi wan re parve kir. Me alîkariya wan kir, wan jî alîkariya me kir. Pêwendî xurt bûn, em bûn weke birayên wan, û ew ji me re bûn weke malbatê."

Di nav wan de bavê dergistiya wî bû, Ebdulrezaq, yê ku mala xwe ji Radî re vekir, yê ku gelek dem bi qalkirina gelek tiştan derbas kir.

"Rojekê ji rojan, min biryar da ku dîwarê tirsê bişkînim û min daxwaz kir ku bi keça wî re bizewicim, û piştî ku min şêwiriya wê kir û dît ku ew qeyil e, wî weke prensîp qebûl kir," Radî got, anî zimanjî ku wî bi telefonê hemû hûrgilî ji dê û bavêxwe re gotin , û ew kêfxweş bûn bi her gaveke ku wî diavêt.

"Ez li bendê me heta Mûsil bi temamî were rizgarkirin daku ez hemû endamên malbata xwe û hevalên xwe bînim ji bo temamkirina girêbesta zewacê û lidarxistina zemawendeke mezin," wî got. "helbet dê kêfa min bibe du kêf, yek ji ber rizgarkirinê û serkeftina temam li ser terorê û ya din ji ber zewaja min."

Çîrokên derbarê yekgirtina Iraqî de

Şerê vegerandina Mûsilê her roj gelek çîrokên mirovî li pey xwe tîne ji bo nîşandana yekgirtina xelkê Iraqê û pêwendiyên wan ên hevbeş.

"Çend haletên zewackirina leşkeran ligel keçên ji malbatên Mûsilê pêk hatine," fermandarê operasyonên Nînewa emîd Fîras Beşar Sebrî got.

"Leşkerekî ji parêzgeha Nasiriya çavê xwe berda keçeke ji taxa Erebî li rojhilatê Mûsilê ku dema ku wî alîkariya bijîşkî pêşkêşî dayika wê dikir, a ku nexweşa têkçûna gurçikan bû, ew nas kir," wî got.

Pêwendiyeke evîniyê ya ku gihişte zewacê, Sebrî ji Diyaruna re got.

"Ev halet, û gelekên din, asta yekîtiya niştîmanî navbera xelkê Iraqî de ji hemû pêkhateyan, hezkirina wan ji jiyanê re, û hêviya wan a berdewam bi rojekê ku tu cih ji terorê re nemîne, nîşan dide," wî got jî.

Dema ku operasyona rizgarkirina Mûsilê destpê kir, artêşê ev slogan bilind kir, "Destek şerê terorê dike, destek alîkariya xelkê dike", Sebrî got.

Ev "harmoniya navbera şerkirin û alîkarîkirina xelkê hişt ku hezkirina xelkê ji hêzên rizgarker re û baweriya wan bi wan zêde bibe", wî got.

"Min gelek çîrok dîtin ku vê harmoniyê piştrast dikin, di nav de yên derbarê leşkerên ku nîvê xwarina xwe pêşkêşî malbatên hejar û ziyandîtî dikin," wî got. "An jî çawa wan alîkariya lihewarçûnê dikir û welatiyên ku bi guleyên nîşangirên DAIŞ dihatin armancgirtin rizgar dikirin dema ku ew dadiketin kolanan û rizgarkirin pîroz dikirin weke tehedayekê ji hemû metirsiyan re."

"Bi vî rihî û vê zihniyetê, em dê hemû taxên Mûsilê yên mayî rizgar bikin û dijminên xwe bişkînin," Sebrî got.

Hêviyên siberojê

Xurtbûna pêwendiyên zewacê navbera xelkê Mûsilê û leşkerên ku ji bo rizgarkirina bajar şer dikin "tiştekî cihê kêfxweşiyê ye û ew wêneyeke xweşik a civakê nîşan dide", cîgirê duyem ê parêzgarê Nînewa Hesen Elaf ji Diyaruna re got.

"Ev nameyeke xuya ye ji terorîstan re ku civaka Mûsilê li hember hewlên wan ên jehrkirina mejiyên xelkê bi bîrokeyên xwe yên nexweş û reftarên xwe ya çewr asê ye," wî got.

Piştî rizgarbûn ji zordariya DAIŞ, Mûsil nîşan dide ku ew dê civaka pêkvejiyanê bimîne, hewla çesipîna aştî û azadiyê dide, qurmên wê di dîrokê de kevn in û xwedan nasnameyeke kultûrî ye ku kokên wê bi asanî nayên binbirkirin, wî got.

"Gelek xelkê navên lîderên serbazî yên ku niha di rizgarkirina welat de beşdar in li zarokên xwe kirine daku serbilindiya xwe bi van fermandaran bidin xuyakirin," Ellaf got.

Yek ji Navên navdar Ebdulwehab e, weke şanaziyekê bi rerîq Ebdulwehab Saadî, yê ku şerê rizgarkirina Felûca birêve bir, wî got.

"Efser û fermandarên hêzên rizgaker biçin kû derê li Mûsilê, xort bilez selfîyan bi wan re digrin," wî got jî. "Ev nimûne û yên din pêwendiya erênî ya kûr navbera welatiyên Mûsilê û hêzên rizgarker de nîşan didin."

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Belê, Iraqî wekhev in. Dijminan ew parçe nekirine. Şîa birayên Sunîyan in û Sunî birayên Şîa ne. Iraqî wiha ne.

BERSIV BIDE