Nûçeyên Iraqê
Ol

Xutbeyên miyanrew careke din vedigerin mizgeftên Mûsilê

Ala Husên li Bexdayê

Zilamên Iraqî li derveyî mizgeftekê li Mûsilê di 27ê Kanûna Duyem de nimêj dikin. Rojhilatê Mûsilê niha ji gotarbêjên tundrew vala ye piştî şikestina "Dewleta îslamî li Iraq û Şamê". [Martyn Aim/AFP]

Zilamên Iraqî li derveyî mizgeftekê li Mûsilê di 27ê Kanûna Duyem de nimêj dikin. Rojhilatê Mûsilê niha ji gotarbêjên tundrew vala ye piştî şikestina "Dewleta îslamî li Iraq û Şamê". [Martyn Aim/AFP]

Niha ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ji piraniya Mûsilê hatiye derxistin, nameyeke miyanrew vedigere mizgeftên bajar.

Li Mizgefta Hac Diyab el-Iraqî li taxa Muharibîn a rojhilatê Mûsilê, Şêx Salih Hemûdî xutbeyê dide di yekem Înê de ji dema ku DAIŞ ji deverê hatiye derxistin.

Wî xutbeyeke miyanrew da ku dûrî nameyên propogendeyê yên gotarbêjên tundrew bû, wî zehmetiyên ku di herdu salên borî de li Mûsilê bi "kefeke" ku bi avê diçe wesif kir -- ku mecazeke di Quranê de hatiye.

Xutbeya Şêx Hemûdî weke delîleke li ser nirxên Îslamî yên tolerans, pêkvejiyan û dilrehmê xizmet kir, endamê komîteya xizmetê ya encumena parêzgeha Nînewa Husamedîn el-Ebar ji Diyaruna re got.

El-Ebar bang li hemû gotarbêjên parêzgehê kir ku xutbeyên avaker bidin ku nameyeke yekîtî didin û bang li herkesî dikin ku kar bikin ji bo nûkirina bajar û vegerandina ewlehî û aramiyê.

Mûsil bajarekî kevn e ku dîroka wî vedigere bêtirî 5,000 salan, û nikare were guhertin bi rêya îdyolojiya xwehr a ku DAIŞ pêşkêş kir, cîgirê parêzgarê Hesen Elaf ji Diyaruna re got.

"Xutbeya Înê tejî nameyên miyanrewbûn û toleransê ji hemû miletê Misilman re bû," wî got.

Ev yek dide xuyakirin ku "ola DAIŞ ne Islam e, lê tişteke din e ku tundrew û berberî ye, li şûna ku oleke dilrehmî, dadwerî û pêşketinê be", wî got.

Planeke nû ji bo rêvebirina mizgeftan

Desthilata Sunî ya Nînewa planeke nû diyar kir ji bo çavdêriya mizgeftên parêzgehê di serdema piştî DAIŞ de, ku dê piştrast be ku ew miyanrewbûnê han didin û li hember tundrewbûn û serçiliyê disekinin.

Plana ku ji aliyê Dîwana Weqfa Sunî ve hatiye danîn û ligel desthilata xwecihî li Nînewa hatiye gotûbêjkirin daxwaz dike ku hemû mizgeft di bin serperiştiya weqfê bin" Ebû Bekir Kenaan, serokê Weqfa Sunî li Nînewa got.

Kesên ku biya vê rênimayê nekin dê werin cezakirin, wî ji Diyaruna re got, anî ziman jî ku di dema pêş de, hemû gotarbêj, xizmetkar û xwênerên Quranê li mizgeftan dê bi fermî ji aliyê ofîsa rêberkariya olî ya Nînewa werin destnîşankirin.

Tenê gotarbêjên ku bi fermî hatine tayînkirin dê bikaribin xutbeyan bidin, Kenaan got, anî ziman jî ku Weqfa Sunî dê li her "kesayetiyeke olî" ku xutbe di bin kontrola DAIŞ de didan qedexe bike ku vegere bajar.

Ofîsa weqfa olî giringiyê dide çend mijarên girîng di xutbeyan de, wî got, weke hevgirtin û handana xelkê ku tax û deverên xwe ava bikin û ligel desthilatên pêwendîdar kar bikin li ser hertiştê pêwîst.

Ofîsa weqfa olî li Nînewa dê rolekeke yekalîker bilîze di rêvebirina mizgeftan de û rêgirtin li her îmam an gotarbêjekî ku belgeyên wî nebin, ji bo dûrketin ji tevlîheviyê," wî got.

DAIŞ wêneya Îslamê û mizgeftan reş kir, wî got, ku carekê ji caran wan weke minareya nûraniyê ya ku rêberiya xelkê li ser rêya ronahiyê dikirin xizmet dikirin, û dê careke din heman xizmetê bikin ji ber ku DAIŞ hat derxistin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500