Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Têsta mûşekî ya Îranê di destpêka lîsteyeke dirêj a provokasyonan de tê

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Mûşeka Qedir a balistîk ya dûravêj li zincîra çiyayê Alborz li bakurê Îranê di 9ê Adara 2016an de hat avêtin. Îran got ku hêzên wê yên çekdar du mûşekên balistîk yên din avêtine di demekê de ku têstên xwe berdewam dikedi tehediyekê de ji hişyariyên navdewletî re. [Mehmûd Husên/TASNIM NEWS/AFP]

Mûşeka Qedir a balistîk ya dûravêj li zincîra çiyayê Alborz li bakurê Îranê di 9ê Adara 2016an de hat avêtin. Îran got ku hêzên wê yên çekdar du mûşekên balistîk yên din avêtine di demekê de ku têstên xwe berdewam dikedi tehediyekê de ji hişyariyên navdewletî re. [Mehmûd Husên/TASNIM NEWS/AFP]

Têsta mûşeka balistîk ji aliyê Îranê ve vê dawiyê karekî provokasyonî ye ku weke nimûneyekê ji rêznegirtina eşkere ji peyman û rêkeftinên NY û yên navdewletî re ye, pisporan ji Meşariq re got.

Aniha destê Îranê di "gelek provokasyonên berdewam de li dijî tevahiya cîhanê ji çend salan ve heye", Fethî Seyid, lêkolînerekî di Navenda Rojhilata Navîn bo Lêkolînên Stratejîk û Herêmî de ku di karûbarên Îranî de pispor e, got.

Ev yek gihiştine lutkeya xwe ligel têsta mûşekên balistîk ji aliyê Îranê ve di 29ê Kanûna Duyem de, "ku tehedayek û provokasyon ji civaka navdewletî re bû", wî ji Meşariq re got.

Ev yek dikeve lîsteya provokasyonan de, ku ji aliyê Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê ve hatine pêkanîn, di nav de damezirandina bingehên serbazî yên ser bi Îranê ve li welatên xwedî serwerî di nav de Iraq, Sûriyê, Libnan û Yemen, wî got.

Endam û alîgirên Hizbulaha Libnanî tebûta Celal Efeh, ku li di şerê li kêleka hêzên rejîmê de li Sûriyê hatiye kuştin, hildigrin di şîna ku di Cotmeha 2016an de li taxa başûrî ya Beyrûtê hatibû lidaxistin. Îran karîgeriya xwe li Sûriyê bi rêya biçekirin û çekdarkirina girûpên weke Hizbulah zêdetir kir di binpêkirinekê de ji rêkeftinên navdewletî re. [Enwer Amro/AFP]

Endam û alîgirên Hizbulaha Libnanî tebûta Celal Efeh, ku li di şerê li kêleka hêzên rejîmê de li Sûriyê hatiye kuştin, hildigrin di şîna ku di Cotmeha 2016an de li taxa başûrî ya Beyrûtê hatibû lidaxistin. Îran karîgeriya xwe li Sûriyê bi rêya biçekirin û çekdarkirina girûpên weke Hizbulah zêdetir kir di binpêkirinekê de ji rêkeftinên navdewletî re. [Enwer Amro/AFP]

Ev kar bi hev re bûn sedema "rewşeke nearamiyê ku dibe sedema şerên wêrankar, ligel hebûna metirsiyeke berdewam ji encamê tûjkirina aloziyên tayifgerî", wî got jî.

Rejîma Îranî karî ku aloziya tayifî di berjewendiya xwe ya geopolîtîk de tûj bike "bi rêya pêşkêşkirina xwe weke parêzvana tayifeya Şîe", Seyid got, anî ziman jî ku "Îranê pirsa firehxwaziya xwe kire pirseke olî".

Kiryarên rejîma Îranî bi eşkere "dijminkar û şerxwaz in, ne tenê ewlehiya welatekî anjî devereke destnîşankirî lê belê ewlehiya tevahiya cîhanê dixe jêr metirsiyê de", wî got jî.

Weke bersivekê ji têsta mûşekan a vê dawiyê, Wezareta Xezîneya Amerîkî ragihand ku wê cezayên nû li ser 13 kesayetî û 12 kompaniyên Îranî sepandin ku tê texmînkirin ku ew têkildarê bernameya mûşekî ne û piştgiriya çalakiyên terorîst dikin.

"Çendîn binpêkirinên cidî"

Destê Îranê di çendîn binpêkirinên cidî ji yasa û rêkeftinên navdewletî re di warên aborî, siyasî, darayî û serbazî de heye, profesorê Zanîngeha Esyût Xêreddîn Ebdulmutal, pisporekî qanûna navdewletî ye, got.

Ev reftar "dikare tenê weke redkirineke eşkere ji rewatiya civaka navdewletî û NY re were wesifkirin", wî ji Meşariq re got.

Cezayên nû giraniyê berdidin ser çalakiyên girêdayî çekên balistîk, piştgiriya girûpên terorê, û tevgera lîderên Îranî ku berî niha rastî ceza û qedexekirinên navdewletî hatibûn, wî got jî.

Îranê bi berdewanî biryara 1747 a NY ya 24ê Adara 2007an binpê dike bi rêya çekdarkirin û biçekirina wekîlên xwe, di nav de Hûsî (Ensarulah), Hizbulah û çend milîsên Iraqî yên ku li Sûriyê şer dikin.

Di deqê biryarê de bi eşkere hatiye ku "divê Îran ne bi awayekî rasterast û ne nerasterast tu çekan an madeyên wisa ji erdê xwe yan bi rêya welatiyên xwe yanjî bi rêya bikaranîna balafirên xwe ku alên wê bi wan ve ne nede, nefiroşe û veneguhêze", Ebdulmutal got.

Hevdem, derketina di nav xelkê de ya Fermandarê Feyleqê Quds a Supaya Pasdaran Qasim Suleymanî li Sûriyê di piştgiriya rejîma Sûriyê de binpêkirineke rasterast e ji cezayên navdewletî re, Ebdulmutal got.

Wêne û vîdyoyên ku bi berfirehî hatin belavkirin nîşan didin ku Suleymanî di Kanûna Yekem de li Helebê digeriya, wî got jî.

Destêwerdana herêmî ya berfireh

Di Biryara NY a 1929 a ku di 2010an de hat standin hatiye, "divê Îran tu çalakiyeke girêdayî mûşekên balistîk ku dikarin çekên etomî biavêjin, di nav de avêjerên ku teknolojiya mûşekên balistîk bikar tînin neke".

"Bi vê yekê, Îran bi awayekî eşkere û bê ui gumanan biryarê binpê dike," Ebdulmutal got, anî ziman ku biryar herwiha li Îranê qedexe dike ku tu cureyên çekan bi pêş bixe.

Tîmên çavdêrîkirinê yên Îranê gelek raport radest kirine ew ku di wan piştrast dikin ku "destê Îranê di şandina çekan de heye, bo Sûriyê bi taybetî", wî got.

Li gorî raporteke ku ji aliyê şandeya Amerîka bo NY ve di 24ê Îlona 2012an de hatiye eccamdayîn, "şeş cih hatine li gelek welatan hatine dîtin ku çekên Îranî li wan hene û ji Îranê bo çend cihan hatine şandin, di nav wan de Sûriyê jî", wî got.

Lîsteya xelk û dezgehên ku bi cezayên vê dawiyê hatine armancgirtin dê tevlî lîsteya berê werin kirin, ku hîn kar bi wê lîsteyê tên kirin, wî got.

Navên nû li ser lîsteyê hatine zêdekirin ji ber ku "wan li ser ewlekirina çavkaniyên girêdayî çekên balistîk kar kiriye, ligel ewlekirina çavkaniyên darayî ji Supaya Pasdaran re û grûpên ku li ser asta navdewletî weke rêxistinên terorîst hatine binavkirin", wî got.

Ev yek hat pêkanîn bi rêya gelek operasyonên sipîkirina pereyan ên herêmî û navdewletî, wî got jî.

Rejîma Îranî "pirsên herêmî îstixlal dike û xwe weke parêzvanekî yan pasevanekî" ji Şîeyên herêmê re pêşkêş dike, oldarê Libnanî Şêx Mihemed Hac Hesen ji Meşariq re got.

Ew herwiha bi karûbarên Rojhilata Navîn "dilîze", wî got jî, bi rêya bikaranîna wekîlên xwe ji bo bicihkirina ajendeya xwe ya taybet li Libnan, Sûriyê, Iraq, Yemen, Behrên û deverne din jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

NY li dijî Sûrîyayê yê. Ew dixwazin IRGC û Parastvanên Perstgehê [ango Hêzên Îranî yên ku angaşt dikin ku ew li Sûrîyayê ne ji bo parastina cihekî pîroz ên Şîayê, pîrozgeha nevîyê Pêxember] bo derketina ji Sûrîyayê, daku Amêrîka û Brîtanyayê karibin bilez Sûrîyayê birûxînin! Li Îranê, berpirsyarîyên IRGCyê ne tenê erkên leşkerî ne herwiha ew bo nûveavakirin û geşedanê erkdar kirîne. Li gorî rewşa li Sûrîyayê, [IRGC] û bi deh hezaran ji parastvanên Îranî, dikarîbûn DAIŞê têk bibin, rewş ne wiha bû, Sûrîya dê ranêzî qirkirineke giştî biba. Lewra, nabe ku li ser IRGC bi vî awayî were gotin. Amêrîka û Brîtanya (ne Îran) ew in ên ku divê dijminên wan hebin!

BERSIV BIDE

Mafê Îranê yê çêkirin û ezmûnkirina çekan heye her çi çaxê ku ew dixwaze weke hemû welatên din ên dinyayê. Çima ew li dijî Israîl, Amerîka û welatên din ên pozbilind ranabin? Israîl çekên navikî bi eşkere çêdike û metirsiyê li ser herêmê di ronahiya rojê de çêdike û tu kes li dij wê ranabe!

BERSIV BIDE