Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Alaya Iraqî dîsa li ser Zanîngeha Mûsilê bilind dibe

Xalid Ta'î

Hêzên Iraqî piştî derxistina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" di meha borî de li derdora Zanîngeha Mûsilê ne. [Wêne ji Ajansa Dije-Terorê]

Hêzên Iraqî piştî derxistina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" di meha borî de li derdora Zanîngeha Mûsilê ne. [Wêne ji Ajansa Dije-Terorê]

Xwendekarê berê yê Zanîngeha Mûsilê Yûsif Hemdanî nikarîbû hêsirên xwe bigre dema dît ku alaya Iraqî careke din li ser wê hatiye bilindkirin.

Di 14ê Kanûna Duyem de, hêzên Iraqî ragihandin ku zanîngeh bo kontrola dewletê hatiye vegerandin û bi temamî ji destê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) hatiye derxistin.

Hemdanî ji Diyaruna re got ku ew xwendekarekî Kolêja Perwerdeyê ya zanîngehê bû berî ku ew û bi hezarên xwendekarên hevalên wî re neçar bû piştî dagîrkirina Mûsilê ji aliyê DAIŞ ve dev ji xwendina xwe berde .

"Min ligel grûpekê ji hevalên xwe di 22ê Kanûna Duyem de serdana zanîngehê kir û em ji asta wêrankariya ku terorîstan pêk anî şok bûn," wî got. "Endamên DAIŞ zanîngeha me kirin navendek ji bo rêvebirina operasyonên xwe yên terorîstî û asêgeheke xurt ku ti kes nikarîbû têde derbas bibe yan nêzîkî wê bibe."

Ji ber vê yekê dema wî dît ku ala niştîmanî ya welat cihê ala reş a grûpê li ser kampus girt, "ez ji kêfa giriyam", wî got, anî ziman ku bîranînên bikêf ên dema xwendekariyê hatin bîra wî.

"Em dê xwe xwebexş bikin di her kampanyeyekê de ji bo rakirina bermahiyan li zanîngehê û nûavakirina wê," wî got, anî ziman jî ku ew û hevalên xwe bi hêvî ne ku xwendina xwe di nêzîktirîn dema mumkin de temam bikin.

Ders di wêrankariyê de

Piştî du rojan ji şerên tund, hêzên dije-terorê yên Iraqî zanîngeh, ku dikeve ser rûbereke bêtirî 20 kîlometrên ducar, bi temamî ji çekdarên DAIŞ paqij kirin.

DAIŞ zanîngeh kiribû bingeha xwe ya sereke li Mûsilê, berdevkê Wezareta Berevaniyê Emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

Veguhertina grûpê ji zanîngehê re ji cihekî xwendinê bo kargeheke bombeyan asta "fikrê wan ê paşbir nîşan dide, ligel ku ew tenê grûpeke alîgirê reşbîn e ku ji zanist û ronahiyê hez nake", wî got.

Di nav zanîngehê de, hêzên Iraqî dîtin ku DAIŞ "20 kargeh ji bo çêkirina otombîlên bombekirî û bombeyên bidestçêkirî" danîne, wî got.

Beşek ji zanîngehê weke "depoyeke mezin ji bo embarkirina çek û cebilxaneyê, ligel baregehekê ku ji aliyê terorîstan ve dihat bikaranîn ji bo civîn, rêvebirin û plankirina êrîşên xwe" dihat bikaranîn, Resûl got.

Hêzên Iraqî herwiha "xezîneyeke agahiyan" dîtin, wî got jî, di nav de tomar û nexşeyên ku nav û nasnameyên endamên DAIŞ, çekên di destê wan de, ligel şîfreyên nehênî ku her yek ji karên wan diyar dikin hebûn.

Ev belge ji istixbarata Iraqî re hatin radestkirin, Resûl got.

Pirtûkxane hat şewitandin

Di dema dagîrkirina zanîngehê de, DAIŞ agir berda pirtûkxaneyê, cîgirê duyem ê parêzgarê Nînewa Hesen Ellaf ji Diyaruna re got.

Di pirtûkxaneyê de bi hezarên pirtûkan hebûn, wî got, ligel destnivîsên kevin û kêmpeyda di gelek cureyên zanînê de, di nav de zanist û wêje.

Ev yek "karesateke mezin bi hemû pîvanan" bû, wî got.

"Tawankariya terorîstan li dijî vê dezgehê, ku duyem mezintirîn û kevintirîn zanîngeh li Iraqê ye piştî Zanîngeha Bexdayê, heta roja dawî ji dagîrkariya wan berdewam bû," wî got.

Weke diyarkirina dawî ji bo xweragiriyê, wî got, grûpê "agir berda hinek avahiyên kolêjên wê û navendên wê yên lêkolînê".

Ku di 1967an de hatiye damezirandin, Zanîngeha Mûsilê ji 23 kolêjan, 12 navendên lêkolînê û ofîsên şîretkariyê, ligel pênc klînîkên bijîşkî, nexweşxaneyek, şeş mûzexane û hejmarek ji rêveberiyan û yekîneyên îdarî û teknîkî pêk tê, Ellaf got.

Berî ku DAIŞ dest deyne ser, 30,794 xwendekarên programên xwendinê yên destpêkê û bilind hebûn, wî got, ligel 4,281 endamên stafê.

Rihê Mûsilê vedigere

DAIŞ zanîngeh kiribû baregehên xwe yên sereke li rojhilatê Mûsilê dema ku jêre xuya bû ku xwendekar dê bin desthilata wê venegerin, wî got.

"Zanîngeh, wê demê, bûbû asêgeheke gelek mezin ji terorîstan re," wî got, anî ziman ku çekdarên DAIŞ labor û alavên li kolêjên zanistî û endazyarî ji bo çêkirina otombîlên bombekirî û teqemeniyan bikar tanîn.

Niha ku grûp ji kampus hatiye derxistin, hikûmeta xwecihî ya Nînewa tekez kir ku ew dê tişta ku bikaribe bike ji bo nûçakkirina zanîngehê û rêdan ji xwendekaran re ku xwendinên xwe berdewam bikin.

Wêrankarî û xirabkirina ku li ser destê DAIŞ gihayî Zanîngeha Mûsilê "karekî hov û berberî" bû, Dureyd Hîkmet, şêwirmendekî parêzgarê Nînewa, got.

"Bi xêra vê zanîngehê bi hezarên zanistvan û lêkolîner derçûn û lêkolînên zanistî û roleke girîng di hemû pisporiyan de lîst û tiştên girîng pêşkêşî Iraq û cîhanê kirin," wî ji Diyaruna re got.

Nûçakkirina zanîngehê dê hewceyî hewldayîneke mezin ji hikûmetê be, wî got, ku dê bi hewce be ku asta zererê binirxîne û pêwîstiyên nûavakirinê destnîşan bike.

"Nûavakirina wê tê wateya vegera rihê bajarê Mûsilê," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Zanîngeha Mûsilê bi Erebî tê bi wateya [sic]

BERSIV BIDE