Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Rêzên DAIŞ berî şerê rojavayê Mûsilê hildiweşin

Xalid Tayî

Hêzên Iraqî piştî rizgarkirina taxên wê yên dawî ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" li 24ê Kanûna Duyem rojhilatê Mûsilê kontrol kirin. [Wêne ji Ajansa Dije-Terorê]

Hêzên Iraqî piştî rizgarkirina taxên wê yên dawî ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" li 24ê Kanûna Duyem rojhilatê Mûsilê kontrol kirin. [Wêne ji Ajansa Dije-Terorê]

"Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di rewşeke metirsîdar de ye berî şerê rojavayê Mûsilê ji ber zererên mezin ên ku rastî wan tê ji dema ku operasyonên rizgarkirina bajar destpê kirîn ve, berpirs û çavkaniyên xwecihî ji Diyaruna re dibêjin.

Herî kêm 3,300 çekdarên DAIŞ li ser destê hêzên Iraqî û hevpeymaniya navdewletî ji 17ê Cotmehê ve hatine kuştin, Ferîq Rukin Talib Şexatî, ku fermandariya Ajansa Dije-Terorê dike, di konferanseke rojnamevanî di naverasta Kanûna Duyem de, got.

Niha ku aliyê rojhilatî ji Mûsilê bi temamî hatiye rizgarkirin, çekdarên DAIŞ ên ku xwe li aliyê rojavayî ji bajar asê kirine ji bo xurtkirina rêzên xwe tedbîrên bêhêvî distînin, Ebû Mihemed Mûsilî, berdevkê Ketîbeyên Firsan Mûsil, ku grûpeke cemawerî ya çekdar li dijî DAIŞ di nav Mûsilê de ye, got.

Zerera canî ya ku DAIŞ rastî wê hatî çekdarên wê li rojavayê Mûsilê neçar kirin ku zor li xelkê bikin ku ligel grûpê şer bikin, lê "tevî vê yekê jî, ew rastî zehmetiyên mezin di çekdarkirina [xelkê] de tên", wî ji Diyaruna re got.

"Çavkaniyên grûpê, bi taybetî çavkaniyên wê yên mirovî, her ku diçe kêmtir dibin," wî got. "endamên wê yên herî xurt, ku çekdarên biyanî yên elîte ne, di şerê li [rojhilatê] Mûsilê hatin kuştin", ku di 24ê Kanûna Duyem de bi temamî hat rizgarkirin .

Mûsilî texmîn dike ku ne bêtirî 2,500 çekdarên DAIŞ li Mûsilê mane, ku beşekî biçûk ji wan biyanî ne "û yên din Iraqî ne", wî got.

"Ji bo qerebûkirina vê kêmbûnê, DAIŞ zilaman li taxên rojavayê Mûsilê neçar dike ku tevlî rêzên wê bibin bi rêya gefxwarinê bi kuştina wan an jî girtina endamên malbatên wan weke esîr," wî got jî.

Ti kes guh nade gefên wan

Tevî van gefan, ku DAIŞ bi rêya hoparlorên mizgeftan radigihîne, grûp rastî zehmetiyên mezin di çekdarkirina xelkê de tê, ji ber ku kêm tirsiyan û tevlî grûpê bûn, Mûsilî got.

"Serkeftinên hêzên Iraqî li rojhilatê Mûsilê û kêfa ku xistin di dilê xelkê van deveran de, xelkê taxên ku hîn dagîrkirî ne han dan ku tehedaya DAIŞ bikin," wî got.

Di herdu salên borî de, Ketîbeyên Mûsilê li hember DAIŞ liberxwe dan û çend êrîş pêk anîn ku gelek lîderên DAIŞ kuştin û hejmarek ji veşargehên grûpê eşkere kirin.

"Êrîşa dawî ji vî awayî li 10ê Kanûna Duyem de bû, dema ku hêzekê ji Ketîbeyan êrîşî navendeke girtinê ya veşartî ya DAIŞ kirin li devera bazara Şaarîn li rojavayê Mûsilê û 35 welatiyên ku ji aliyê DAIŞ ve bi tometên cuda hatibûn girtin, di nav de hevahengî bi hêzên ewlekarî re, azad kirin," wî got.

Ji encama êrîşê "heft zêrevanên navenda girtinê hatin kuştin, ji wan şeş Iraqî bûn û yek Misrî bû", Mûsilî got.

Piraniya lîderên DAIŞ û çekdarên biyanî di şerê li rojhilatê Mûsilê de an di êrîşên asmanî yên hêza asmanî ya Iraqî û hevpeymaniyê de hatin kuştin, berpirsê medyayî yên Partiya Demokrata Kurdistanê li Mûsilê Seyîd Memûzînî got.

Di nav wan de lîderê bilind Ebû Omer Holendî bû, ku di pevçûnên ligel hêzên Iraqî li taxa Muhendisîn de, li rojhilatê Mûsilê, di 13ê Kanûna Duyem de, hat kuştin, wî got.

Holendî berpirsyarê xwekujên Ewropî yên DAIŞ bû.

Grûpê gefa kuştina hemû wan kesan xwar ku qebûl nakin ku tevlî rêzên wê bibin, Memûzînî got, anî ziman ku çekdarên DAIŞ gefên xwe li hember hejmarek ji xelkê bicih anîn.

Li 19ê Kanûna Duyem, DAIŞ "17 sivîl li rojavayê Mûsilê kuştin ku qebûl nekirin tevlî wê bibin, li gorî şahidhal û xelkê xwecihî", wî ji Diyaruna re got.

Tevî vê yekê, xelkê rojavayê Mûsilê dê li hember DAIŞ bisekinin û qebûl nekin ku tevlî rêzên wê bibin, Benyan Cerba, endamê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Nînewa, ji Diyaruna re got.

"Weke çawa xelkê rojhilatê Mûsilê mêrxasiya xwe û qebûlnekirina xwe ji terorîzmê re piştrast kirin dema ku piştgiriya hêzên rizgarker bi agahiyên istixbaratî kirin [...], dê xelkê rojavayê Mûsilê jî wisa bikin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500