Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Çekdarên DAIŞ li Mûsilê ligel pêşketina hêzên Iraqî ruyên xwe dinixumînin

Xalid Tayî

Çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" li Nînewa bi ruyên nixumndî rahênanê dibînin. [Wêne ji navenda ragihandina Nînewa]

Çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" li Nînewa bi ruyên nixumndî rahênanê dibînin. [Wêne ji navenda ragihandina Nînewa]

Dema ku çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di 2014an de êrîşî Mûsilê kirin, gelek ji wan nedidîtin ku hewce ye ku ruyên xwe binixumînin ji ber ku ew li "xîlafeta" xwe ya idiakirî bicih bûbûn.

Lê niha ku hêzên Iraqî rizgarkirina aliyê rojhilatî ji bajar rizgar kirine û amadekariyan dikin daku Çemê Dicla qut bikin, çekdarên DAIŞ li rojavayê Mûsilê careke din ruyên xwe dinixumînin, berpirs ji Diyaruna re dibêjin.

Ew weke hewlekê ji bo veşartina nasnameyên xwe ji ber pêşbîniya şikestina xwe dikin wisa dikin, endamê encumena parêzgeha Nînewa Xelef Hedîdî got.

"Serkeftinên serbazî yên ku ji aliyê hêzên me ve hatine bidestxistin endamên DAIŞ li aliyê rojava [yê Mûsilê] neçar kirin ku ruyên xwe careke din veşêrin," Hedîdî ji Diyaruna re, ji zarê çavkaniyên xwe yên taybet li rojavayê Mûsilê, got.

Çekdarên DAIŞ "plan dikin ku piştre xwe nûrêxistin bikin daku veşargeh û şaneyên veşartî pêk bînin, ku dê ev yek bibe çavkaniyeke stresê û metirsî li ser selametiya taxên rizgarkirî û rewşa baş a ku xelkê wan têde dijîn", wî got.

Lê ev hewl dê biser nekeve, wî got, ji ber ku "xelkê xwecihî dikarin terorîstan destnîşan bikin û ruyên wan nas bikin, û dê alîkariya hêzên ewlekarî bikin ji bo girtin, destnîşankirina wan û rêgirtin li wan ku tevlî civaka xwecihî bibin".

Derbaskirina zehmetiyan

Berpirs ji hikûmeta xwecihî ya Nînewa û fermandarên serbazî bi berdewamî lihev dicivin daku planên serbazî ji bo êrîşa li ser rojavayê Mûsilê gotûbêj bikin ligel awayên rûbirûbûna astengiyên ku dibe serî hildin, Hedîdî got.

Piraniya xelkê Mûsilê di beşê rojavayî yê bajar de dijîn, ku bi taxên xwe yên kevin û sikak û kolanên xwe yên teng naskirî ye.

Di demekê de ku rojhilatê Mûsilê di rûbera xwe de ji rojavayê Mûsilê mezintir e, ya dawî bêtir xelk têde ne, li gorî endamê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Nînewa Hesen Şebîb Sebaawî.

"[Rojavayê Mûsilê] ji 40 taxan pêk tê, di nav de Dewasa, Tewafa, Zencîlî, ku piraniya wan biçûk in û malên wan kevin in û li kêleka hev in," wî ji Diyaruna re got.

Ev beş herwiha Balafirgeha Mûsilê û kampa serbazî ya Xezlanî lixwe digre, wî got.

"Ev dever gelek niştecih lê ne ku digihin 700,000 kesan," wî got jî.

Ji bilî hejmara xelkê ya mezin jî kendûozên zehmet ên ku tevgera otombîlên serbazî asteng dikin tehediyeke mezin ji hêzên Iraqî re çê dikin, Sebaawî got.

Hevahengiya ewlekarî

Nixumandina çekdarên DAIŞ ji ruyên xwe re "dê rê li ber xelkê xwecihî negire ku wan destnîşan bikin", wî got.

"Xelkê roleke sereke di rizgarkirina rojhilatê Mûsilê de lîstin ji ber ku wan alîkarî di girtina xwedizekerên di nav malbatên aware de kirin û em çaverêyî hevahengiyeke bêtir ji aliyê wan in di demekê de ku hêzên ewlekarî ber bi rojavayê Mûsilê ve pêş dikevin," wî got.

"Hewlên wan ji bo xweveşartin û tevlîbûnê dê bişkin," Ferîq Riyad Celal, fermandarê hêzên bejayî yên Iraqî got.

"Em bi-israr in ku terorîstan ji Mûsilê derxin û rizgarkirina wê ya tam rabigehînin," wî ji Diyaruna re got.

Şerê rojavayê Mûsilê dê hesabê ji hemû astengiyan re bike, weke hejmara zêde ya xelkê û meydana şer a teng, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500