Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Pispor: Divê şerê li dijî DAIŞ giraniyê bide maşîneya medyayî

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Lîderê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" li Enbarê Şakir Wehîb di êrîşeke asmanî de di Gulana 2016an de hat kuştin. Ew di vîdyoyên îdamkirinê de yên ku girûp berhem anîne hatibû xuyakirin. [Wêne ji Mihemed Ebdula hatiye wergirtin]

Lîderê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" li Enbarê Şakir Wehîb di êrîşeke asmanî de di Gulana 2016an de hat kuştin. Ew di vîdyoyên îdamkirinê de yên ku girûp berhem anîne hatibû xuyakirin. [Wêne ji Mihemed Ebdula hatiye wergirtin]

Divê kampanyayên li dijî terorîzmê karekî cidî bikin ji bo ronîkirin û eşkerekirina derewên ku maşîneya medyayî ya "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" propagendeyê ji wan re dike û ji bo zuhakirina çavkaniyên fînansekirina wê, pisporên medyayî ji Diyaruna re dibêjin.

Ev yek ji ber ku wêneya ku DAIŞ pê nîşan dide çavkaniyeke sereke ya hêza wê ye, wan got, ku dihêle bihêztir û xweragirtîtir ji rastiya xwe xuya bike û wisa rolekê di hewlên tejnîdkirina xortan de.

Jihevxistina karînên maşîneya medyayî ya DAIŞ ji ber vê yekê beşekî temamker e ji şerê li dijî girûpê re, wan got jî.

Di raporteke rojnameya Heyat de ku di Mijdarê de hatiye belavkirin, desthilatên Iraqî qala girtin û mukirhatina medyakarekî DAIŞ kir ku bi navê Ebû Salih dihat naskirin û ji Ajansa Amaq re, baskê medyayî yê girûpê ye, kar dikir.

Salih eşkere kir ku DAIŞ Amaq ji bo mezinkirina serkeftinên xwe bikar tîne, û tiştê ku weke operasyonên girîng wesif dike rûmal dike daku wendahiyên mezin ên ku ew rastî wan tê veşêre.

Maşîneya medyayî ya DAIŞ nîva hêza wê ye, Mazin Zekî, rêveberê beşê medyaya nû di Navenda dûvçûnên Meydanî û Lêkolînan a Ibin Welîda Misrî, got.

Girûp pişta xwe gelekî bi "promosyona medyayî girê dide ji bo kişandin û tejnîdkirina çekdaran û promosyonkirina ji fetwa, nerîn û operasyonên xwe re", wî ji Diyaruna re got, û naveroka ku tê guhetin, mezinkirin û şaşkirin bikar tîne daku li gorî berjewendiyên wê biguncin.

Li gorî girîngiya mezin a ku DAIŞ dide medya û medyakarên xwe, wî got, dê ji hevpeymaniya navdewletî re tişteke alîkar be eger agahiyên bêtir derbarê medyakarên wê yên bilind û pergala payebilindiya wan bidest bixe daku ew wan jinav bibe.

Hejmarek ji medyakarên bilind di êrîşên asmanî yên rasterast de li Sûriyê û Iraqê hatin kuştin, wî got, di nav wan de Ziyad Zerûfê, "Wezîrê Ragihandina" DAIŞ li Nînewa û berdevkê DAIŞ Ebû Mihemed Ednanî, ku li Sûriyê hat kuştin.

Xerûfê "bi qasên mezin ji agahiyên şaş ku bi berdewamî belav dikirin daku endamên girûpê han bide û wan tûj bike ku şer berdewam bikin û nerevin dihat naskirin", Zekî got.

Divê kampanyayên medyayî yên li dijî terorîzmê giraniyê bidin eşkerekirina şaşiyên DAIŞ bi awayekî rastbêj û bi dîqet û bi şiklekî ku bala xelkê bikşîne ji bo bêvirandina lîstina DAIŞ bi raya giştî, wî got jî.

Maşîneya medyayî bi hewceyî pereyan e daku kar bike

Girûp bi awayekî sereke pişta xwe bi pereyan girê dide daku ew ji serkeftina maşîneya xwe ya medyayî piştrast be, profesorê medyayê li Zanîngeha Qahîra Hesan Efîfî ji Diyaruna re got.

"Jinavbirina çavkaniyên fînansekirinê dê alîkariyê di jihevxistina medyaya wê de bi awayekî giştî bike, û herwiha karîna wê ji bo çêkirin, mezinkirin û belavkirina nûçeyan jî," wî got.

Raportên medyayî yên vê dawiyê herwiha qal dikin ku DAIŞ mûçeyên medyakarên xwe bo $400 kêm kiriye, ku ew ne bes e ji bo kişandina xelkê daku ji girûpê re kar bikin, wî got jî.

Şerê ji bo jinavbirina DAIŞ çavdêrî û dûvçûna hemû kesên ku girûpê dişopînin, serdana malperên wê dikin û pê re di rêya înternetê re dikevin pêwendiyê de, li xwe digre, Efîfî got.

Çavdêrîkirina wisa bû sedema gelek girtinan li Ewropa û welatên Erebî bû, wî got, anî ziman jî ku çavdêrîkirina berdewam dê hewlên medyayî yên girûpê qels bikin, ên ku pişta xwe bi gelek xwebexşan ve girê didin.

Bi xebitîna li gelek welatên cîhanê, xwebexşên bêpere daxuyaniyên DAIŞ û vîdyoyên wê li ser înternetê û torên civakî parve dikin, wî got.

"Gelekî girîng e ku hewl ji bo jinavbirina kesên ku maşîneya medyayî ya DAIŞ birêve dibin bên dayîn ji ber derew û şirovekirina şaş ya şerîetê ku belav dike," Şêx Racih Sebrî ji Wezareta Karûbarên Olî ya Misrî got.

Girîng e jî ku ev ramanên şaşkirî bi berfirehî negihin alîgir û çekdarên girûpê û cîhanê, wî got.

Girûp hewl dide, bi rêya vîdyo û naveroka ku belav dike, ku giringiyê bide çalakiyên ku dibe "xortan bikşînin, bi rêya mezinkirina operasyonên xwe yên serbazî" û hejmara çekdarên xwe.

Piraniya çekdarên ku di vîdyoyên propagendeyê yên DAIŞ û kovarên wê de tên fîçekirin tên xuyakirin ku di rewşeke cesteyî ya baş de ne, û vîdyoyên wan bi cilên leşkerî tên girtin û û ew di wan de alavên serbazî yên pêşketî bikar tînin.

Ev yek bi mebest hatiye çêkirin ji bo bide xuyakirin ku girûp baş hatiye biçekirin û yekgirtî ye, "ev yek jî di rastiyê de ne wisa ye", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500