Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Eniya Nusra şerê hevalbendên xwe yên kevin li Idlibê dike

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Xelkê Idlibê di dorê de ne ji bo wergirtina nan ji nangehê. Pevçûnên berdewam li nava bajar di navbera Eniya Nusra û hevalbendên wê yên berê yên dijberiyê de rê li ber belavkirina ard digrin. [Wêne ji Komîteya Kordînasyonê ya Şoreşa Sûriyê li Idlibê hatiye wergirtin]

Xelkê Idlibê di dorê de ne ji bo wergirtina nan ji nangehê. Pevçûnên berdewam li nava bajar di navbera Eniya Nusra û hevalbendên wê yên berê yên dijberiyê de rê li ber belavkirina ard digrin. [Wêne ji Komîteya Kordînasyonê ya Şoreşa Sûriyê li Idlibê hatiye wergirtin]

Pevçûnên vê dawiyê navbera girûpên opozîsyonê yên rikeber de li parêzgeha Idlibê li bakurê rojavayê Sûriyê guhertina di hevpeymaniyan de eşkere dike ku bi taybetî metirsiyê li mayîna Eniya Nusra dike, pispor û çalakvan ji Diyaruna re dibêjin.

Bo bêtirî hefteyekê, Eniya Nusra, ku bi navê Eniya Fetih Şam tê naskirin, şerê hevalbendekî opozîsyonê dike ligel gurbûna şer li gundewarên Idlib.

Hinek girûpên opozîsyonê li kêleka Eniya Nusra disekinin, lê belê hinekên din piştgiriya xwe ji Ehrar Şama hevalbenda berê ya Eniya Nusra re nîşan didin .

"Ev şerekî di çarçoveya serhildanê de ye," Eymen Temîmî, pisporekî di warê tevgerên tundrew de roja Sêşemê (31ê Kanûna Duyem) ji AFP re got, anî ziman jî ku ev pevçûn navbera wan tundrewan in ku li hember kesên ku li çareseriyeke siyasî ji bo krîzê digerin disekinin.

Dibe ku ev gurbûn bigihe asta şerekî hebûnê ku Eniya Nusra dê nexwaze ku têde bin bikeve, wî got.

Nasandina Eniya Nusra weke girûpeke terorîst di bin navên wê yên nû de heta rêjeyekî sedema vê guhertina di loyalîteyan de ye, pisporan ji Diyaruna re got.

Hinek koman bijartin ku tevlî Ehrar Şam bibin ji bo pêkanîna hêzeke miyanrew a ku bikaribe piştgirî û venasîna navdewletî bidest bixe, wan got, daku bikaribe beşdarî qonaxa bê ji çareseriya siyasî li Sûriyê bin.

Du kamp li Idlib derdikevin

"Rewşa ewlekarî li gundewarên Idlibê di 22ê Kanûna Duyem de bi xirabî têk çû, piştî ku Eniya Nusra êrîşî baregehên Ceyş el-Mucahidîn û hejmarek ji komên din kir," çalakvanê medyayî Mehmûd Hac Kamil ji Idlibê got.

Rewş baş bû dema ku girûpên ku ji aliyê Eniya Nusra ve hatin armangirtin tevlîbûna xwe bo Ehrar el-Şam ragihandin, wî got.

Ev kom Ceyş el-Îslam, Cebha Şamiya, Hevgirtina Festeqim Kema Umirt, Ceyş el-Mucahidîn û Lîwaya Siqûr el-Şam li xwe digrin, wî got.

"Ji encama pevçûnan Eniya Nusra zindana navendî ya Idlib kontrol kir piştî vekişîna endamên Siqûr Şam, ku ser bi Ehar Şam ve ye," wî got.

Eniya Nusra herwiha êrîşî deverên di destê Ceyş Mucahidîna ser Artêşa Azad a Sûriyê ve kir û bajarokên Enedan, Zerba û Helezon kontrol kirin, wî got; di demekê de ku Cund el- Eqsa ya ser bi Eniya Nusra ve hejmareke mezin ji bajarokên li devera Cebel Zawiya, di nav de Hizarîn, Abdêta, Eblîn û Belşûn, kontrol kirin.

"Ji aliyekî din ve, Eniya Nusra gelek deverên ku di destê wê de bûn jidest dan, herî xuya ji wan Maaret Numan li gundewarên başûrê Idlib, ligel bajarokên Ihsim, Mirayan, Dêr Sunbul, Şinan û Benîn," wî got.

"Pevşûn û şerên tundutûj ên ku navbera Eniya Nusra û komên çekdar ên din çêbûn ji aliyê herkesî li Idlib ve dihatin çaverêkirin, li gorî aloziya ku di çend mehên borî de li herêmê çêbû," wî got.

Xewna Îmaretê jinav diçe

Krîza navbera komên opozîsyonê li Idlib ne tişteke ecêb e, li gorî cudabûna nerînan û nekarîna ti girûpekê ku bibe desthilat, pisporê girûpên terorê Lîwa Wail Ebdulmutelib, efserekî artêşa Misrê yê xanenişînkirî, got.

"Ji ber ku bi dehên komên opozîsyonê li herêma Idlib kom bûne, dihat çaverêkirin ku rewş dê di dawiyê de biteqe," wî ji Diyaruna re got.

Ev rewş ne qet ne di berjewendiya Eniya Nusra de ye, wî got, anî ziman ku ev tevlîhevî karîna wê ji bo ferzkirina kontrola tam li ser deverên diyarkirî dixe jêr metirsiyê.

Ew herwiha xewna Eniya Nusra ji bo damezirandina îmareteke Îslamî, ku girûpê berî niha dest bi danîna esasê wê kiribû, dixe jêr metirsiyê, wî got, bi rêya eşkerekirina şirovekirina wê ya tund ji şerîetê te li deverên di bin kontrola wê de.

Derbarê gotûbêjên ku li derveyî Sûriyê çêdibin , Ebdulmutelib got ku "helwesta navdewletî derheqê Eniya Nusra hema bêje bûye yek derbarê nasandina wê weke girûpeke terorîst, û di encamê de dûrxistina wê ji hemû gotûbêjan [ên aştiyê] encameke pêkane ye.

Ev yek tê tevî îdiaya Eniya Nusra ku ew ji Qaîda cuda bûye , wî got.

Kom ji Eniya Nusra cuda dibin

"Herkes, di nav de sivîl û çekdar, baş dizanin ku Eniya Nusra tam bûye weke 'Dewleta Islamî li Iraq û Şamê' (DAIŞ)," Somer Axa, çalakvanekî medyayî ligel komîteya kordînasyona Selemiya ku rewşa li Idlib dişopîne, got.

Weke DAIŞ, wî ji Diyaruna re got, Eniya Nusra "bi rêya êrîşên asmanî û operasyonên serbazî tê armancgirtin ji ber ku ew di lihevkirina agirbestê de cih nagre".

Eniya Nusra û DAIŞ ji gotûbêjên Astana hatin dûrxistin, wî got, û reaksyona destpêkê ya Eniya Nusra tometbarkirina girûpên beşdar bi karkirin li dijî wê, şerkirin li dijî wê û xwenêzîkkirin ji hevpeymaniya navdewletî bû.

"Aloziya rastî li ser erdê û nîşanên şerê bê navbera koman de hat hestpêkirin dema ku [hemû girûp] ketin rewşa amadebaşiyê de her dema ragihandina navên komên beşdar di Astana de û belavbûna nûçeyên dûrxistina Eniya Nusra," wî got.

Ji ber vê yekê, hemû kom kar dikin li ser dûrketina xwe ji Eniya Nusra û tevlîbûna Ehrar el-Şam, a ku karî gelek koman bikşîne daku rûbirûyî Eniya Nusra bibe di heman dema ku operasyonên derxistina wê ji Idlibê berdewam in, wî got.

Emîr û yekîneyên şerker ên Eniya Nusra "gelekî nîgeran in" ji hewlên cudabûnê û tevlîbûna bo Ehrar el-Şam, wî got, ji ber ku çekdarên girûpê "rewşa xirab a Eniya Nusra baş zanîn piştî dûrxistina wê".

Li hember vê nîgeraniyê, Eniya Nusra êdî belgeyên nasnameyê yên endamên xwe li xalên kontrolê bişkinîn dike, bi taybetî endamên Sûrî, wî got, û nahêle ku ew ji deverên bin kontrola Eniya Nusra derkevin.

Xelkê Idlib behsa rewşeke zêde ya nîgeraniyê di nav endamên Eniya Nusra dike, wî got, anî ziman jî ku ev yek çekdarên wê yên Sûrî û biyanî jî lixwe digre.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500