Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Qaîda şerê medyayî li dijî DAIŞ gurtir dike

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Ala Qaîda li Sûriyê tê nîşandan, berî ku girûpa Eniya Nusra ya ku jê cuda bibû hebûna xwe li wî welatî rabigihîne. [Wêne ji Mihemed Ebdula haitue wergirtin]

Ala Qaîda li Sûriyê tê nîşandan, berî ku girûpa Eniya Nusra ya ku jê cuda bibû hebûna xwe li wî welatî rabigihîne. [Wêne ji Mihemed Ebdula haitue wergirtin]

Şerê medyayî navbera Qaîda û "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) delîlekî din li ser derza navbera herdu girûpan nîşan dide, ku ew hewl didin hev jinav bibin bi harbûneke zêdetir, pisporan got.

Di demekê de ku girûp bi astengiyên derve, şerê navxweyî û çekdarkirina çekdaran û mayîna wan mijûl dibin, lîderê wan her derfetekê bikar tînin ji bo dev bavêjin hev û sûretên hev reş bikin, pisporan ji Meşariq re got.

Nameya deng a herî dawî ya lîderê Qaîda Eymen Zewahirî, ku ji DAIŞ û lîderê wê re hate arastekirin, berdewamiya vî şerê medayayî ye, wan got.

Di nameyekê de ku di 5ê Kanûna Duyem de li ser înternetê hat belavkirin, Zewahirî hewl dide ku sûdê ji rewşa zehmet a ku DAIŞ tê re derbas dibe werbigre û çekdarên wê han bide ku ji DAIŞ bi dûr bikevin û tevlî rêzên Qaîda bibin.

Ev gav di demekê de tê ku gelek raport di dema dawî de qala şikestinên DAIŞ yên zêde û derzên navbera endamên wê de, bi taybetî li Sûriyê, dikin.

Di nameya xwe de, Zewahirî lîderê DAIŞ Ebû Bekir Bexdadî bi "derewkirin" û "bêbextîkirinê" derbarê Qaîda tohmetbar dike weke hewlekê ji bo reşkirina wêneyê wê, û endamên DAIŞ ên ku piştgiriya van karan dikin şermezar dike.

Ew gazinan dike ku Bexdadî hinek îdia belav kirin ku dibêjin ku Qaîda li dijî êrîşên tayifgerî yên li hember Şî'eyan e û dixwaze ligel lîderên Kiristiyan hevahengiyê bike.

"Derewîn îsrarê li ser derewên xwe dikin, heta wê asta ku îdia dikin ku em Şî'eyan weke kafir nas nakin," Zewahirî got.

Rikeberiya tund

"Nameya nû ya lîderê Qaîda ya ku wî ew ji bo êrîşkirin ser DAIŞ û lîderê wê, Ebû Bekir Bexdadî, terxan kiribû, careke din kûrbûna derza navbera herdu girûpan de û tundbûna şerê berdewam navbera wan de piştrast dike," pisporê girûpên terorê lîwa Wail Ebdulmutelib, efserekî serbazî yê Misrî yê xanenişînkirî, got.

Aloziyên navbera herdu girûpan de derketin dema ku DAIŞ derket û xweji jêr kontrola Qaîda bi dûr kir, wî ji Meşariq re got.

"Zewahirî bi awayekî xuya sûdê ji guvaşên ku DAIŞ rastî wan tê werdigre di çarçoveya şerê navdewletî yê li dijî wê li Iraq û Sûriyê," Ebdulmutelib got.

Lîderê Qaîda hewl dide ku endamên DAIŞ "bidize" û wisa "xîlafeta" Bexdadî li xwe bigre, wî got jî, îşaret bi gelek raportên vê dawiyê yên ku behsa reva endamên DAIŞ ji deverên bin kontrola girûpê yan tevlîbûn bo girûpeke din da.

Ev yek girûpa cudabûyî ya Eniya Nusra jî li xwe digre, ku weke Eniya Fetih el-Şam tê naskirin, wî got.

Bi rêya nameya xwe, Zewahirî herwiha hewl da ku tekeziyê li ser "bingehên ku Qaîda ji destpêkê ve heta niha bi wan pêbend e bike, wate şerkirin li dijî welatên Rojavayî û rejîmên Erebî yên ku îdyolojiya tundrew qebûl nakin", wî got.

"Xuya ye ku ew bi tevahiya gotara xwe berê xwe dide endamên DAIŞ û komên cîhadî yên din ku ew di dema borî de ji bin kontrola Qaîda derketin û bi taybetî yên ku li Sûriyê ne," Ebdulmutelib got.

Gurkirina kirîza tayifgerî

"Gotara vê dawiyê ya Zewahirî dê aloziyên navbera Sune û Şî'eyan de dîsan li ser asteke bilind bîne pêş, bi taybetî li Sûriyê û Iraqê," profesorê Zanîngeha Ezher û lêkolînerê siyasî Ebdulnebî Bekar got.

Di dema dawî de, Qaîda hinekî xwe dûrî êrîşkirina ser sivîlan kir, wî ji Meşariq re got, ne ji ber ku ew nema êrîşî sivîlan dike weke ku îdia dike, lê belê ji ber tedbîrên ewlekarî yên tund li Iraqê ji encama şerê li dijî DAIŞ ku vê yekê hişt pêkanîna kiryarên terorî zehmet be.

Bekar got ku dibe ku gelek tişt ji nameya Zewahirî werin derxistin, bi taybetî derbarê pêwendiya navbera Qaîda û Eniya Nusra de.

got ku êrîşkirina li ser endamên hevpeymaniya navdewletî hîna berîtiya herî li pêş e, lê belê lê zêde kir ku "divê şertûmercên her devereke cîhadî di berjewendiya cîhadê de werin hejmartin," Zewahirî behaneyek da Eniya Nusra ku ew siyasetên xwe biguhere, wî got.

Ev yek rewatiyeke nerasterast dide Eniya Nusra, li gorî şertûmercên heyî, ku hebûna xwe û deverên di bin kontrola xwe de biparêze, Bekar got.

Goleke xwînê ya mumkin

Analîzerê serbazî lîwa Ebdulkerîm Ehmed, efserekî artêşa Misrê yê xanenişînkirî, hişyarî da ku dibe nameya Zewahirî aloziyê navbera Qaîda, DAIŞ û girûpên din ên ku îdyolojiya tundrew li xwe digrin, zêde bike.

"Dibe ku ev bang bihêle herdu girûp û alîgirên wan êrîşên terorîst li seranserê cîhanê pêk bînin weke hewlekê ji bo biserketina li ser hevdu ji bo piştrastkirina hebûna xwe û lixwegirtina tiştê ku bi navê xîlafetê tê nasîn," wî ji Meşariq re got.

Dibe ku ev yek bibe sedema pêkhatina "goleke ji xwînê", wî got.

Rikeberiya navbera Qaîda û DAIŞ dibe ku li ser wê yekê be ku kîjan girûp "xwediya mafê bilindkirina dirûşma cîhadê ye", wî got -- yekalîkirineke li ser bingeha kîjan girûpê "kafirên" bêtir kuştine di rêya xwe ya avakirina xîlafetê de.

"Xuyayî ye ku DAIŞ ev dirûşm ji destpêka xwe ve ji Qaîda stand, û vaye Qaîda jî careke din hewl dide wê dirûşmê bilind bike, bi sûdwergirtin ji şertûmercên ku aniha DAIŞ tê re derbas dibe," wî got.

Tektîkên terorî ku ji aliyê herdu girûpan ve tên bikaranîn weke hev in, wî got, anî ziman jî ku "ev yek pêwîstiya wê bi wê yekê heye ku hewlên navdewletî li dijî terorîzmê, bi taybetî karê istixbaratî, werin zêdekirin ji bo pûçkirina her hewleke pêkanîna êrîşeke terorî".

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Bêguman, herdu welatên zilhêz, Amerîka û Rûsya, xwedan berjewendî di agirbestê de ne.

BERSIV BIDE