Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Iraqî erdê li rojavayê Enbarê digrin

Seyf Ehmed li Enbarê

Fewcê tektîkî yê polîsê Enbarê li ser derxistina çekdarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" ji beşê rojavayî ji parêzgehê kar dike. [Seyf Ehmed/Diyaruna]

Fewcê tektîkî yê polîsê Enbarê li ser derxistina çekdarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" ji beşê rojavayî ji parêzgehê kar dike. [Seyf Ehmed/Diyaruna]

Hêzên Iraqî yên hevbeş çekdarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ji heft deverên li rojavayê Enbarê nêzîkî sînorê bi Sûriyê re derxistin di çarçoveya operasyoneke berdewam de ku 5ê Kanûna Duyem destpê kir, berpirsên serbazî gotin.

Bi serkêşiya Fermandariya Operasyona Cizîra û Badiya, firqeya 7ê ya artêşê, polîs û şervanên ji êlên xwecihî, operasyonê karî heta niha deverinan ji Hedîsa heta bi Anah rizgar bike, fermandarê operasyonên Cizîra lîwa Qasim Mihemedî ji Diyaruna re got.

Çekdarên DAIŞ ji deverên Tîlal, Wadî, Sekra, Enaz, Zawiya, Caf û Hedeba hatin derxistin, wî got.

"Bi dehên çekdarên DAIŞ di operasyonê de hatin kuştin, şeş otombîlên bombekirî hatin teqandin, û depoyeke sûtemeniyê li deriyê bajarê Anah jî hat teqandin," Mihemedî got.

Hêzên ewlekarî niha li xaçerêya Anah û Reyhana kom bûne berî pêşketinê ber bi navenda Anah ve, wî got.

Hevdem, hêz li devera Sehla, ku 40 kîlometran dûrî navenda navçeya Qayim e, pêş dikevin, wî got jî.

Derxistina malbatan

Bêtirî 200 malbatan ji van deveran bi rêya otombîlên serbazî hatin derxistin û bo devera 60-Kîlo li rojhilatê Rutba û kampekê li rojavayê Remadî hatin veguhestin, fermandarê polîsê Enbarê lîwa Hadî Kesar Erzayic ji Diyaruna re got.

Yek ji erkên sereke yên hêzên ewlekariyê derxistina malbatan ji deverên tên aramanckirin li navçeyên Anah, Rawa û Qayim e, wî got.

Ligel van hersê deverên sereke, hêzên Iraqî hîn bi hewceyî rizgarkirina deverên Reyhana û Obeydî ne, wî got.

"DAIŞ neket şerekî vekirî ligel hêzên Iraqî, û li şûna wê yekê êrîşên bi rokêtan, xwekujan, hawinbarankirinan, û manorkirinê bijartin daku xwe ji şer bidize," wî got.

Hikûmeta xwecihî ya Enbarê şervanên êlan biçek dike daku ew bikaribin erdê bigrin û di parastina ewlehiyê li deverên rizgarkirî de piştgiriya hêzên Iraqî bikin, serokê encumena parêzgeha Enbarê Ehmed Hemîd Elwanî ji Diyaruna re got.

Rêveberiyên xizmetguzariyê jî xwarin, alîkariyên mirovî û xizmetên tendirustî didin xelkê aware, wî got.

Hevdem, çadirên bêtir li navendên pêşwaziyê hatine danîn ji bo vehewandina pêlên çaverêkirî yên awarebûnê di demekê de ku şer digihe deverên bêtir li Enbarê, wî got jî.

Bandora aborî ya erênî

"Paqijkirina Qayim li ser sînorê bi Sûriyê re, ligel Rawa û Anah, dê bandoreke wê ya erênî li ser dîsan vekirina deriyên sînorî yên din, ewlekirina rêya navdewletî, û vegera jiyanê bo deverên rojavayî hebe," Elwanî got.

Ev dever "ji aliyê vê grûpa tawanbar ve hatin wêrankirin", wî got.

"Enbar di hersê salên borî de rastî zerereke mezin hat, ku bi 250 milyar dînarên Iraqî ($212.4 milyon) tê qedrandin," wî got.

Girtina deriyên sînorî bi Sûriyê û Urdunê re bazirganiya di sînor re sekinand, wî got jî, û rêya navdewletî, "ku şahdemarê jiyanê yê aborî ye ji xelkê Enbarê re", êdî ew nema ji bo veguhestina kelûpelan tê bikaranîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500