Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Bajarokên li nêzî sînorê Iraq û Sûriyê li jêr dorpêça tund a DAIŞ in

Xalid Ta'î

Hêzên Iraqî, ku şervanên eşîretan piştevaniya wan dikin, pêşve diçin daku Qaim û deverên din ên li ser sînorê bi Sûriyê re rizgar bikin. [Wêne ji fewcê amade ên Enbarê hatiye wergirtin]

Hêzên Iraqî, ku şervanên eşîretan piştevaniya wan dikin, pêşve diçin daku Qaim û deverên din ên li ser sînorê bi Sûriyê re rizgar bikin. [Wêne ji fewcê amade ên Enbarê hatiye wergirtin]

Şêniyên Qaim li Iraqê û yên bajarê Sûrî yên cîran Elbu Kemal di rewşên gelek dijwar de jiyan dikin piştî bêtir ji du salan ji serdestiya "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), berpirsên xwecihî ji Diyaruna re gotin.

Qaim û Elbu Kemal di dorpêçeke tund de ne û ji cîhana derve hatine birîn piştî ku DAIŞ telefon û amûrên înternetê qedexe kirin.

Sêniyên ku ji malên xwe reviyane tek jêdera agahiyan in derbarê tundutûjî û sitemkariya ku şênî rojane rastî tên, wan got.

Şêniyê Qaim Ebu Mahir, ê ku ji ber selametiya xizmên xwe bernavekî bikar tîne, ji Diyaruna re got ku ew vê dawiyê ji bajarokê xwe reviya.

Ew jiyana li bajarê sînorî yê li jêr hukmê DAIŞ bi "dojehê" wesif dike.

"Rojnên me reşbînîbar bûn. Me malên xwe li pey xwe nedihiştin, eger ev yek ne girîng bane, ji ber tirsa ji zêdegeviyên terorîstan," wî got.

Girûpê xelkê lokal bêserûber digre, wî got, herî zêde wan bi îxanetê tohmetbar dike û wan an bi zindanîkirinê ya bi kuştinê ceza dike.

Şênî di tirsa ji hesba DAIŞ (polîsê şerî'etê) dijîn, ew "fermanên girûpê û cezayên tundutûj bicih tînin", wî got.

"Em di teroreke rasteqîn de dijîn," wî got. "Her rojek mîna ku tu salekê di dojehê de jiyan bikî derbas dibe. Heroj em xeberdarê girtinan û bidarvekirinan derheqê mêran û malbatên bi tevahî dibûn."

Xelk ne bi destê "terorîstan" dimre belê ji ber "birçbûn, hejarî û nexweşiyê", wî got jî. "Ne karê me hebû, ne derman ne jî xizmetguzariyên giştî."

Reva ji sitemkariyê

Roja 29ê Kanûna Yekem, Ebu Mahir û malbata xwe tev 100 malbatên din awareyî kampa Kîlo-18 a ku dikeve rojavayê Remadî bûn.

Rev pir xeternak bû, wî got, "lê şikir ji rehma Xwedê re, em di riyên biyabanî re hatin heta em gihiştin hêzên ewlekariyê yên Rutba û bi silamet man".

Ji dema ku DAIŞ havîna 2014an Qaim zeft kir, dora 80% ji xelkê bajar ku hejmara wan 200,000 bû reviyan, qayimeqamê Qaim Ferhan Fiteyxan ji Diyaruna re got.

"Hema bêje ku bajar ji şêniyên xwe vala ye, yên ku sitem li wan hat kirin û neçar man ku malên xwe li pişt xwe bihêlin û birevin bajarên rizgarbûyî yên nêzîk wekî Rutba ew jî ji ber hovîtiya DAIŞ," he said.

Malbat bi xeterdariyên revê nedifikirîn ji ber ku ji ber "hovîtî û tawanên terorîstan" pir şepirze bibûn, Fiteyxan got.

"Endamên DAIŞ Qaim bo zindaneke mezin veguhertin," wî got jî. "Kes ji girtinê nedifilitî -- heta kesên temenmezin, jin û zarok jî."

DAIŞ ji malbatên kesên ku ew digirtin nedigot ku wê çi bi wan kiriye, wî got, da zanîn jî ku "DAIŞ dudil nabe ku her kesê ku gumanê jê bike bikuje".

Dizî û wêrankirin

"Xaniyê malbata direve yan tê teqandin an jî şewitandin," Fiteyxan got, û mulkên wan ên kesane "tên desteserkirin ji bo bên firoştin".

Alîkarê parêzgarê Enbarê Turkî el-Mehelawî ji Diyaruna re got ku DAIŞ xanî û zaviyên çandiniyê yên eşîreta wî desteser kirine, û mulkên wan ên kesane di sînor re li Elbu Kemal froştine.

"Wan her tişt dizî û firoşt; mobîlya, amûrên kehrebê û otombîl," wî got. "Wan her tiştê ku di her maleke ku xwedanê wê reviyane talan kir."

DAIŞ telefon û xizmetguzariya înternetê birîn ji tirsa ku şênî cihê baregeh û veşargehên wan eşkere bikin û ew ji aliyê êrîşên asmanî yên Iraqî û hevpeymaniyên ve bên armanckirin, el-Mehelawî got.

"Xelkê li wir asêmayî giliyî ji pencên DAIŞ ên tund dikin ji ber ku ew herkesî, bê îstisna, neçar dike ku bacan bide tevî şertûmercûn jiyanê yên zehmet û nebûna xizmetguzariyan," wî got jî.

Bi tenê di Kanûna Yekem de, el-Mehelawî got, DAIŞ dora 300 kesî ji şêniyên Qaim ên ku beriya niha yan di nav hêzên artêşê yan ên polîsê de dixebitîn girtin.

"Zincîrên tawanên DAIŞ li dijî xelkê li Qaim û li bajarê Sûrî Elbu Kemal didomin," wî got.

Endamê encumena parêzgeha Enbarê Azal el-Fehdawî ji Diyaruna re got ku şênî li deverên sînorî yên navbera Iraq û Sûriyê de di şertûmercên trajedî de jiyan dikin.

"DAIŞ xelkê li wir dorpêç dike û bi nemirovî û bi hovî nêzîkatiyê bi wan re dike," wî got. "Tek çare ji bo ewlekirina wan ew e ku bên rizgarkirin û karîgeriya terorîstan bidawî bibe."

Di destpêka Kanûna Duyem de, wî got, hêzên Iraqî û şervanên êlan operasyoneke leşkerî destpê kirin daku deverên sînorî yên ji Ana heta bi Qaim vegerînin .

"Em dê dawîn terorîst ji parêzgeha xwe biqewitînin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500