Nûçeyên Iraqê
Dîplomatîk

Danûstandinên Astana bi lihevkirina li ser agirbestê li Sûriyê bi dawî tên

AFP

Wezîrê Derve yê Kazaxistanê Kairat Abdrakhmanov (li naverastê) daxuyaniya dawî ya gotûbêjên aştiyê yên li dor Sûriyê dixwîne di demekê de ku şanderê NY bo Sûriyê Staffan De Mistura (li aliyê rastê) li kaxezên xwe dinere li Astana di 24ê Kanûna Duyem a 2017an. [Kirill KUDRYAVTSEV / AFP]

Wezîrê Derve yê Kazaxistanê Kairat Abdrakhmanov (li naverastê) daxuyaniya dawî ya gotûbêjên aştiyê yên li dor Sûriyê dixwîne di demekê de ku şanderê NY bo Sûriyê Staffan De Mistura (li aliyê rastê) li kaxezên xwe dinere li Astana di 24ê Kanûna Duyem a 2017an. [Kirill KUDRYAVTSEV / AFP]

Gotûbêjên aştiyê yên navbera rejîma Sûriyê û girûpên opozîsyonê de li paytexta Kazaxistanê Astana roja Sêşemê (24ê Kanûna Duyem) lihevkirinek li dor damezirandina "mekanîzmeke" hevbeş ji bo çavdêrîkirina agirbesta lawaz a li Sûriyê anî holê, AFP ragihand.

Lê xuyayî ye ku çareseriyeke siyasî ya mayinde ji kirîzê re hîna dûr e piştî ku aliyên şerker ketin gotûbêjên nerasterast de yên ku du rojan dirêj kirin.

Tirkiyê, Rûsya û Îran, hersê sponserên sereke yên danûstandinan li Astana, pêkanîna "mekanîzmeke sêalî ji bo çavdêrîkirinê û piştrastbûn ji pêbendiya tam bi agirbesta" ku ji dawiya Kanûna Yekem ve ketiye warê bicîkirinê ragihandin.

Hersê sponseran herwiha lihev kirin ku girûpên opozîsyonê yên çekdar beşdarî gereke nû ya danûstandinên aştiyê bibin ku biryar e NY li Cenêvê meha bê mêvandariya wan bike.

"Çareseriya serbazî ji kirîza Sûriyê re tune ye û... ew dikare tenê bi rêya proseyeke siyasî were çareserkirin," di daxuyaniya dawî ya Rûsya, Îran û Tirkiyê de hat, ku ji aliyê Wezîrê Derve yê Kazaxistanê Kairat Ebdrakhmanov ve hat xwendin.

"Ti pêşketineke berçav tune ye"

Dihat çaverêkirin ku di civînê de yekem danûstandinên rasterast navbera rejîmê û opozîsyona çekdar ji dema destpêka kirîza Sûriyê di 2011an de pêk werin, lê opozîsyonê xwe da paş û navbênkar neçar bûn ku bikevin navbera herdu aliyan.

Danûstandkarê opozîsyonê Mihemed Ellûş ji AFP re got ku "serhişkiya Îran û rejîmê" bû sedema ku "tu pêşketineke berçav" di danûstandinan de çênebe.

Ev destpêşxeriya dîplomatîk a harî dawî ji bo bidawîanîna xwînrijandinê ye piştî mehekê ji kontrolkirina tam a bajarê Helebê ji aliyê hêzên rejîmê ve tê.

Agirbesteke bi navbênkariya Rûsya û Tirkiyê ji dawiya Kanûna Yekem ve ketiye warê bicîkirinê, lê her yek ji opozîsyon û rejîmê giliyên ji binpêkirinên berdewam dikin.

Opozîsyona -- ku israr dikir ku dê gotûbêjên Astana bikar bîne daku rejîmê neçar bike ku rêzê li agirbestê bigre -- roja Duşemê qebûl nekir ku ligel rejîmê bikeve danûstandinên rasterast ji ber ku ew êrîşkirina li ser Wadî Bereda li derdora Şamê didomîne.

"Yek armanc"

Danûstandkarê rejîmê Beşar Caferî piştî dawiya danûstandinan got ku civîn "di pêkanîna armanca xurtkirina rawestandina karên şer bo demeke diyarkirî biser ket, û rê ji bo danûstandinê navbera Sûriyan de xweş dike".

Lê belê, tu hûrgiliyên konkrêt bi awayekî rasterast derbarê mekanîzma sêalî ji bo xurtkirina agirbestê û çawaniya çareserkirina pirsên cihê nakokiyê nehatin dayîn.

Şanderê NY bo Sûriyê Staffan de Mistura got ku rêxistina wî amade ye ku alîkariyê di pêşxistina mekanîzmê bike û "di piştrastkirinê ku ew dê alîkariyê di xurtkirina kalîteya agirbestê de bike".

Opozîsyonê banga rawestandina êrîşên rejîmê li ser Wadî Bereda kir, ku devereke 15 kîlometran dikeve bakurê rojavayê Şamê de, lê Caferî israr kir ku operasyon dê li wir berdewam bin.

Kîneke kûr û hevhetkandin navbera herdu şandeyan de hebû.

Hîn maye ku were zanîn ka herdu alî dê çawa pirsên cihê nakokiyê derbarê rola hersê organîzerên gotûbêjan, Rûsya, Tirkiye û Îran çareser bikin.

Endamekî şandeya opozîsyonê roja Duşemê ji AFP re got ku girûp dê qebûl bike ku Rûsya bibe garantîkar ji agirbesta niha re lê ne Îran, ku ew hêzên li ser erdê li Sûriyê li kêleka rejîmê şer dikin kontrol dike.

Hevdem, rejîma Sûriyê got ku ew qebûl nake ku gotûbêjên li ser asta hikûmetan bi Tirkiyê re bike yan jî her belgeyeke ku îmzeya berpirsekî Tirkî li ser be îmze bike.

Bêtirî 310,000 kesan hatine kuştin û bêtirî nîva xelkê welat aware bûne ji dema destpêka kirîza Sûriyê ve di 2011an de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500