Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Polîsê Nînewa vedigere kolanên Mûsilê

Ela Husên li Bexda

Otombîlên nobedariyê yên polîsê Iraqî careke din vedigerin Mûsilê piştî nebûna yasayê bo bêtirî du salan. [Wêne ji polîsên Nînewa hatiye wergirtin]

Otombîlên nobedariyê yên polîsê Iraqî careke din vedigerin Mûsilê piştî nebûna yasayê bo bêtirî du salan. [Wêne ji polîsên Nînewa hatiye wergirtin]

Otombîlên nobedariyê yên polîsê lokalî, bi rengê xwe yê kesk ê taybet, careke din li kolanên deverên rizgarbûyî ji parêzgeha Nînewa digerin.

Ev otombîl nîşaneke xuya ne li ser vegerandina hukmê yasayê li van deveran piştî bêtirî du salan ji nebûna dewletê paş dagirkariya "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ).

Yekîneyên tîma hawarçûnê li xaçerêyên rêyên sereke û nêzîkî mizgeftan û dezgehên giştî yên li gelek bajarên rizgarbûyî bicih bûne, di nav de Hemdaniya, Hemam Elîl, û Geyara.

Fersens hebû ku Polîsê xwecihî li Nînew bilez were reformkirin û li parêzgehê bicin bibe, cîgirê qayimeqamê navçeya Mûsilê Husên Elî Hacim ji Diyaruna re got.

"Polîsê Nînewa di girtina erdê de piştî şertûmercên gelekî zehmet bi ser ketin, ligel karînên sînordar ji aliyê biçekirinê û piştgiriya ku ew ne li gorî asta zehmetiyên ku rastî wan dihatin bûn," wî got.

Polîsê xwecihî li kêleka hêzên ewlekariyê yên ji deverên li başûrê Mûsilê heta rojhilata wê şer kirin, wî got, da zanîn jî ku ew niha bi forma fewcan derbasî bajar dibin ji bo alîkariyê di parastina ewlehî û aramiya wê bikin.

"Em otombîlên polîsan dibînin ku nobedariyê li bajarên ku ji aliyê hêzên Iraqî ve hatine rizgarkirin li Mûsilê dikin," wî got.

Hacim bang li hikûmeta Iraqî kir ku piştgiriyeke bêtir bide polîsê Nînewa bi rêya biçekirin û rahênankirina endamên wan.

Ev yek dubare erkdarkirin û rahênankirina polîsên ku rûpelên wan paqij in û ji ber şertûmercên hebûyî ji xizmetê qut bûbûn lê dixwazin vegerin himbêz dike , wî got.

Polîsê Iraqî 95emîn salvegera damezirandina xwe pîroz dike

Polîsê parêzgeha Nînewa vê dawiyê 95emîn salvegera damezirandina polîsê Iraqî pîroz kir, fermandarê polîsê parêzgeha Nînewa emîd rukin Wasiq Hemdanî got.

Ev yekem car e ji du salan ve ku salveger li parêzgehê tê pîrozkirin, wî ji Diyaruna re got, û da zanîn ku tiştê berbiçav ew bû ku hejmareke mezin ji efser û berpirsên xwecihî yên bilind beşdar bûn.

Merasîm li bajarê Hemdaniya di 9ê Kanûna Duyem de hat lidarxistin hevdem ligel serkeftinên ku hêzên Iraqî li deverên din ên parêzgehê bi dest dixin, wî got.

Pîrozkirina salvegera damezirandina polîsê Iraqî gelek wateyan himbêz dike, wî got, anî ziman jî ku di bin desthilata DAIŞ de, tenê endamtî di hêzên polîsê Nînewa de cezaya wê mirin bû.

"Tiştekî dilxweşker e ku pîrozkirina salvegerê hevdem e ligel serkeftin û destkeftinên ku ji aliyê yekîneyên ewlekariyê li Nînewa li dijî DAIŞ têne pêkanîn ," wî got, bal kişand ser mêrxasiya ku ji aliyê efserên polîsê parêzgehê ve tê nîşandan.

Polîsê Nînewa dîsan rêzên xwe organîze kirine û "bi tenê fedakariya xwe ji welatê xwe re esas digrin", wî got.

Girîng e ku polîsê Nînewa di vekirina rêveberî û bingehên polîs daku qanûn û rêsa û jiyana normal vegerînin parêzgehê bi ser ketin, wî got, û daku careke din welatî hest bi aramiyê bikin.

"Hinek xelk erkên polîsan ji yên kesên di artêşê de xwedan girîngiyeke kêmtir dibînin, lê ev yek çewt e," berpirsê ragihandina Partiya Demokrata Kurdistanê li Mûsilê Mohidin Mizûrî ji Diyaruna re got.

Polîs xwedî roleke mezin e di vegerandin û parastina ewlekariyê de li Iraqê, wî got, bi taybetî di van şertûmercên niha de.

"Xelk li hêviya polîsê xwecihî ne ku alîkariya wan bikin ku ew bi serbilindî û bi rûmet bijîn," wî got, anî ziman ku "esasê karê wan xizmetkirina xelkê ye û mamelekirin bi wan re li gorî qanûnê, û bi rêzgirtin li mafên mirov".

Di bicihkirina erkên xwe de, ji polîsan tê xwestin ku berjewendiyên welatiyan giranbuhatir ji her hesabên bigrin, Mizûrî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Xwedê hemû hêzên wlekariyê biparêze!

BERSIV BIDE