Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Xelkê Mûsilê veşargehên DAIŞ ji artêşê êşkere dikin

Xalid Ta'î

Du pisporên rakirina mayînan ji artêşa Iraqî zêrevaniyê dikin di demekê de ku hevkarên wan li avahiyên bomberêjkirî li rojhilatê Mûsilê digerin di 16ê Kanûna Duyem de, di dema operasyona berdewam de li dijî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê". [Dimitar Dilkoff/AFP]

Du pisporên rakirina mayînan ji artêşa Iraqî zêrevaniyê dikin di demekê de ku hevkarên wan li avahiyên bomberêjkirî li rojhilatê Mûsilê digerin di 16ê Kanûna Duyem de, di dema operasyona berdewam de li dijî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê". [Dimitar Dilkoff/AFP]

Xelkê Mûsilê alîkariya hêzên Iraqî di dîtina veşargehên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" li taxên niştecihbûnê û dezgehên xizmetguzariyê yên bajar dikin, berpirsên serbazî û xwecihî ji Diyaruna re dibêjin.

Ji dema dagirkirina bajarê li parêzgeha Nînewa ve, girûpê dest daniye ser malên taybet û avahiyên hikûmî, û ew wan weke cihên serbazî, weke perdeyekê ji êrîşên asmanî bikar tîne daku pêşketina hêzên rizgarker asteng bike, wan got.

" Terorîst dudil nabin ku her tiştî bikin daku rê li pêşketina hêzên me bigrin û astengiyan di rêya pêşketina wan de deynin ," Fermandarê Polîsê Federal ferîq Rayid Şakir Cewdet ji Diyaruna re got.

"Yek ji metodên wan bikaranîna malên welatiyan, avahiyên hikûmî û dezgehên xizmetguzariyê bû ji bo xwedûrxistin ji bombebarankirina asmanî û topbarankirinê bi rêya bikaranîna wan weke asêgeh û veşargeh ji bo embarkirina çekan û çêkirina otombîlên bombekirî û êrîşkirin ser hêzên me," wî got.

"Ev yek asta rêznegirtina wan ji jiyana xelkê bêsûc re, ku rastî metirsiyê tên kirin, nîşan dide, û şaştiya ku li ser dimeşin kifş dike, ji ber ku ew bi tenê bêzirav, dilkevir û nemirov in," Cewdet got.

Hevahengiya sivîlan alîkariya hêzên rizgarker kir ku zehmetiyan derbas bikin û girûpê li çendîn taxên Mûsilê yên li berava rojavayî ya Dîcla bişkînin, wî got.

Armancgirtina DAIŞ û parastina malan

"Ligel her pêşketinekê, welatî gelek agahiyan derbarê baregehên veşartî û yên terorîstan û hevkarên didin me, ku gelek yan caran mal, dibistan, nexweşxane, projeyên xizmetguzariyê, avahiyên hikûmî anjî mizgeft in," Cewdet got.

"Piştî wergirtina van agahiyan, hêzên me dûv dijmin diçin û wî armanc digrin," wî got, çekdarên DAIŞ jî neçar dikin ku derkevin derve daku avahî û jêrxaneyên ku weke cihên veşartinê dihatin bikaranîn di êrîşên asmanî de neyên wêrankirin.

"Bi saya vê hevahengiyê, me karîbû ku em gelek avahiyan û projeyên jêrxaneyê li aliyê rojavayî ji Mûsilê ewle bikin û biparêzin," wî got.

Di nav van de bingeha elektirîkê ya sereke û hewşa aşê hêrana dexlûdanan, wî got, anî ziman jî ku hêzên Iraqî herwiha molgehên DAIŞ weke "Baregehên Serbazên Xîlafetê" yên li taxa Mîsaq wêran kirin.

Ji dema destpêka qonaxa duyem a şerê rizgarkirina taxên Mûsilê yên li ser berava rojavayî ya Dîcla ve di dawiya Kanûna Yekem de, Cewdet got, "me 1,920 terorîst kuştin, di nav de 27 ji lîderên herî bilind ên rêxistina terorîst, û me 63 otombîlên barkirî bi teqemeniyan ku ji aliyê xwekujan ve dihatin ajotin wêran kirin, ligel 78 otombîlên serbazî".

"Piraniya taxên li berava rojavayî, weke Somer, Wehda, Edin, Intisar, Şeyma û Mîsaq, bi temamî di bin kontrola hêzên me de ne, ku rûberawan nêzîkî 64 kîlometrên çargoşe ye," wî got.

Xelk piştgiriya hêzên ewlekarî dikin

"Piştgiriya xelkê Mûsilê ji hêzên me yên serbazî re hemû hewlên çekdaran bi sûdwergirtin ji şertûmercên kompleks ên şerê rizgarkirinê pûç kirin," cîgirê serokê encumena parêzgeha Nînewa Nûredîn Qeblan got.

"Bi destpêka şer, dijmin hewl da ku xwe asê bike, bi rêya bikaranîna xelkê [weke mertalên mirovî], û pena li avahiyên sivîlan dîtin," wî ji Diyaruna re got.

Girûpê ev avahî weke bingeh bikar anîn daku ji wir operasyonên xwe yên êrîşkirinê pêk bîne, daku xwe dûrî topbarankirin û êrîşên Iraqî û hevpeymaniyê bike, wî got.

"Lê hevgirtina xelkê ligel hêzên xwe yên rizgarker û pêşkêşkirina raportên istixbaratî derbarê cihên terorîstan û tevgerên wan dijmin neçar kirin ku veşargehên xwe biguhere," wî got.

Çekdarên DAIŞ tên girtin bi rêya "operasyonên bejayî û asmanî yên bêmînak ku di wan de teknîkên çavdêrî û kifşkirinê hatin bikaranîn, ligel balafirên şer ên kontrolê û yên êrîşker", Keblan got.

"Ezmûn û rêvebirina" hêzên rizgarker herwiha rol di pûçkirina plana DAIŞ de ya istixlalkirina hejmara zêde ya xelkê û avahiyan li bajar, di berjewendiya xwe de lîstin, wî got.

Selametiya sivîlan li ser her tiştî re ye

Derengketin di rizgarkirina Mûsilê de ne nîşana hêza DAIŞ e, lê berêtiya parastina sivîlan li ba hêzên ewlekariyê dide xuyakirin, endamê encumena parêzgeha Nînewa Seydo Husên Tatanî ji Diyaruna re got.

Ev xwesteka parastina jiyana sivîlan û jêrxaneya bajar ew bû ku rê li ber yekalîkirineke bilez a şer digre, wî got.

"Çekdar hertim dixwazin ku şer tevlîhevtir bikin, bi rêya xweveşartin li malan, dibistan û avahiyên giştî, ji ber ku dizanin ku hêzên me dê wan bi çekên giran nekin armanc, û dê ji aliyê balafirên asmanî yên hevpeymaniya navdewletî, ya ku xwe dûrî kuştina qurbaniyên bêsûc dike, ve neyên bombebarankirin," wî got.

"Tevî vê metoda kirêt ji aliyê terorîstan ve, hêzên me, bi alîkariya xelkê, pêşketineke baş li meydanê pêk tînin, û tax û dezgehên hikûmî yên bêtir ji destê wê derdixin," wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500