Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Berpirs: Dê padaşt dawiya Bexdadî nêzîk bike

Xalid Ta'î

Wêneyek ji pişt cama pêş a otombîleke zirxî ya Hêzên Taybet ên Iraqî ku gule lê ketine hatiye girtin xelkê ku li navçeya Edin a Mûsilê dimeşin nîşan dide piştî ku ew dever di 22ê Mijdarê de ji destê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" hat derxistin. Bajarê, ku li wir lîderê DAIŞ Ebû Bekir Bexdadî xîlafetek di Hezîrana 2014an de ragihand, niha êdî vedigere bin kontrola hêzên Iraqî. [Thomas Coex/AFP]

Wêneyek ji pişt cama pêş a otombîleke zirxî ya Hêzên Taybet ên Iraqî ku gule lê ketine hatiye girtin xelkê ku li navçeya Edin a Mûsilê dimeşin nîşan dide piştî ku ew dever di 22ê Mijdarê de ji destê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" hat derxistin. Bajarê, ku li wir lîderê DAIŞ Ebû Bekir Bexdadî xîlafetek di Hezîrana 2014an de ragihand, niha êdî vedigere bin kontrola hêzên Iraqî. [Thomas Coex/AFP]

Lîderê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) Ebû Bekir Bexdadî kontrola li ser girûpa xwe ji dest dide, ya ku rastî aloziyên navxweyî tê û lîderên sereke di êrîşên asmanî de ji dest daye, berpirsên serbazî û hikûmî yên Iraqî dibêjin.

Girûp rastî zincîrek ji zererên giran li Iraqê hatiye, û gelek fermandarên meydanî û endamên gelekî nêzîkî Bexdadî hatin kuştin.

Ji ber ku DAIŞ tê qelskirin û derxistin ji asêgehên wê yên berê, rewşeke bêhêvîbûn û binketinê di nav çekdarên girûpê de belav bûye, ku vê yekê her yek ji girûp û lîderiya wê qels kiriye, wan got.

Di heman demê de, padaşta li beramberî serê Bexdadî zêdetir bûye , û xelkê xwecihî, ku ji ber serkeftinên Iraqî xurtir bûne, li girûpê qulibîne, û hêzên rizgarker ji cihên girûpê û veşargehên wê agahdar dikin.

Zilamek û keça xwe ji dûr ve silavan li serbazên Hêzên Taybet ên Iraqî dikin dema ku ew nobedariyê li kolaneke navçeya Edin a Mûsilê dikin piştî ku piraniya deverê ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" di 22ê Mijdarê de hat vegerandin. Piştgiriya cemawerî bo hêzên ewlekarî ketina girûpê bileztir dike. [Thomas Coex/AFP]

Zilamek û keça xwe ji dûr ve silavan li serbazên Hêzên Taybet ên Iraqî dikin dema ku ew nobedariyê li kolaneke navçeya Edin a Mûsilê dikin piştî ku piraniya deverê ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" di 22ê Mijdarê de hat vegerandin. Piştgiriya cemawerî bo hêzên ewlekarî ketina girûpê bileztir dike. [Thomas Coex/AFP]

DAIŞ niha rastî hejmareke mezin ji pirsgirêkan tên ku bînasazî û hemû hebûna wê dixin jêr metirsiyê, pisporê ewlehî Seyîd Nihma Ceyaşî ji Diyaruna re got.

Aloziyên navxweyî yên tund di nav DAIŞ de hene, ku carinan pevçûnên xwînî navbera çekdarên xwecihî û yên biyanî çêdibin, wî got, ku vê yekê girûp û bînasaziya fermandariya wê qels kirine.

"Ev yek hat piştrastkirin bi rêya çavdêriya me ji reşwa DAIŞ re, xwendin û şîrovekirina tomarên lîderên wê û belavkirinên endamên wê ku qelsbûn û nekarîna wan li ser çareserkirina kirîzê nîşan didin," Ceyaşî got.

Hevahengiya zêde navbera sivîlan û hêzên çekdar roleke aktîv lîstin di guhertina rewşa DAIŞ bo berevaniyê, wî got, anî ziman jî ku "bêyî vê coreyê hevahengiyê, me ev hemû serkeftin li dijî dijmin nedidîtin".

Padaşt bo agahiyan

Ji bo handana xelkê ku agahiyan derbarê şaneyên DAIŞ û çalakiya wê bidin, hikûmeta Iraqî gelek xetên germ danîne (195, 130 û 181), Ceyaşî got, anî ziman jî ku "herikîneke xurt" a agahiyên istixbaratî ji sivîlan bo hêzên ewlekarî pêk hat.

"Em ketine şerekî vekirî bi DAIŞ re, û hemû welatî û hikûmet di amadebaşiyeke bilind de ne, bi hev re disekinin daku endamên girûpê wêran bikin û serê marê, Bexdadî, qut bikin," wî got.

Endamên hevpeymaniya navdewletî ji ber armanceke hevbeş kar dikin, ligel wê yekê ku Wezareta Derve ya Amerîka di 16ê Kanûna Yekem de ragihand ku wê padaşta beramberî serê Bexdadî ji $10 milyon bo $25 milyonan zêde kir.

Terxankirina padaşteke mezin beramberî serê Bexdadî derza di baweriya lawaz a heyî de navbera Bexdadî û endamên girûpa wî de berfirehtir dike, Parlementerê Iraqî Emar Tuhma ji Diyaruna re got.

Dê padaşt "fakterekî nû be ku dê kirîza navxweyî di nav girûpê de berfirehtir bike û şehiyeta endamên girûpê veke" ku dibe bifikrin ku li Bexdadî biqulbin, wî got, bi taybetî kesên gelekî nêzîkî wî.

Hemû endamên lîderiya bilind a girûpê bi çavbirçîtî û hezkirina pereyan û xenîmeyên şer naskirî ne, Tuhma got.

DAIŞ "diherife"

Jinavbirina sembolên ku DAIŞ di propagendeya xwe de bikar tanîn, weke şikestina wê li Dabiq , herwiha bandoreke nerênî gihandiye wêneya girûpê, û ji encamê ew bandor digihe loyalîteya çekdarên wê jî, Tuhma got.

"Bexdadî û girûpa wî bi temamî diherifin," wî got, anî ziman ku piştgiriya cemawerî ji operasyonên serbazî re û profesyonalîzm û mirovahiya ku hêzên rizgarker nîşan didin "ketina girûpê bileztir dikin".

Berdevkê Wezareta Berevaniya Iraqê emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got ku kesên gelekî nêzîkî Bexdadî roj bi roj kêmtir dibin, ji ber ku piraniya fermandarên wî yên bilind an hatine kuştin an girtin.

Di 12ê Kanûna Duyem de, wî got, hêza asmanî ya Iraqê fermandarekî bilind ê DAIŞ kuşt, ligel hejmarek ji alîkarên wî, di êrîşeke asmanî de ku veşargeheke DAIŞ li taxa Amil li navenda Mûsilê kir armanc.

Çavkaniyên istixbaratî dibêjin ku ew "armanceke bi ewlewiyeteke bilind" bû, Resûl got.

"Lîderiya Bexdadiyê tawanbar ji girûpa wî re qelstir bûye ji encama jidestdana jiyana di nav girûpê de li ser destê hêzên me û wêrankirina gelek depoyên çek û cebilxaneya wan," wî got.

Hêzên Iraqî bingehên DAIŞ wêran dikin û kombûnên hisba ("polîsên olî") dikin armanc, wî got, di demekê de ku girûp herwiha pere û çekdaran ji dest dide.

"Ez dikarim tekez bikim ku DAIŞ rêya xwe wenda kiriye û mirina wê hetmî ye," wî got. "Derbarê wî terorstî, Bexdadî, ajansên me yên istixbaratî çavdêriya cih û tevgerên wî dikin."

Bexdadî şûngirê xwe binav dike

Raportên medyayî eşkere dikin ku Bexdadî yek ji fermandarên xwe, ku nasnameya wî hîn nehatiye zanîn, weke şûngirê xwe weke "xelîfe" binav kiriye, daku fermandariya girûpê bike di egera kuştin an girtina wî de.

"Ev agahî, heta ku rastî jî bin, ji me re ne girîng in," Resûl got. "Di dawiyê de, tiştê li benda Bexdadî û herkesê ku şûna wî digre û piştgiriya wî dike dê kuştin be."

DAIŞ igrûpeke kompleks e, û pêwendiyên wê yên navxweyî bi nezelalî û nehêniyê destnîşankirî ne, endamê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Nînewa Hesen Şebîb Sebçawî ji Diyaruna re got.

"Ji ber vê sedemê, piştrastkirina bijardeya Bexdadî bi destnîşankirina şûngir zehmet e, lê tiştê berbiçav derbarê vê gavê, eger rast be, ev yek nîşan dide heta çi astê girûp qels bûye û bêhîvî ye," wî got.

Sebawî got ku ew bibawer e ku Bexdadî dê rastî heman çarenivîsa kesê pêşîn, Ebû Musab Zerqawî, lîderê Qaîda li Iraqê, were ku ew di êrîşeke asmanî de di 2006an de hat kuştin.

"Dewleta wî ya xeyalî dest bi herifînê kiriye ligel rizgarkirina jênerev ya Mûsilê," wî got.

Qetilkirin, terora girûpê û birçîkirina xelkê ew han dan ku agahiyan derbarê şane û endamên DAIŞ bidin hêzên ewlekarî, wî got.

"Xelk dixwazin ku tolê ji van kujeran hildin û di aştiyê de bijîn," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500