Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Bi çalakiyên Hizbula agirbesta li Sûriyê dikeve jêr metirsiyê

Cuneyd Selman li Beyrût

Xelk tên dîtin ku di xaleke kontrolê ya artêşê re derbas dibin, di demekê de ku çekdarên opozîsyonê û malbatên wan xwe amade dikin ku ji bajarokê Dêr Kanûn li herêma Wadî Bereda derkevin, di 11ê Kanûna Duyem de, weke beşekê ji lihevkirineke agirbesê ligel hikûmeta Sûriyê. Agirbesta lawaz li Sûriyê ji ber karên rejîma Îranî û wekîlên wê li herêmê, bi taybetî Hizbula, ketiye jêr metirsiyê. [Rojnamevanekî xwecihî/AFP]

Xelk tên dîtin ku di xaleke kontrolê ya artêşê re derbas dibin, di demekê de ku çekdarên opozîsyonê û malbatên wan xwe amade dikin ku ji bajarokê Dêr Kanûn li herêma Wadî Bereda derkevin, di 11ê Kanûna Duyem de, weke beşekê ji lihevkirineke agirbesê ligel hikûmeta Sûriyê. Agirbesta lawaz li Sûriyê ji ber karên rejîma Îranî û wekîlên wê li herêmê, bi taybetî Hizbula, ketiye jêr metirsiyê. [Rojnamevanekî xwecihî/AFP]

Kiryarên Hizbulaha Libnanî li Sûriyê agirbesta lawaz a ku ji 3ê Kanûna Yekem ve ketiye warê bicîkirinê dixe jêr metirsiyê, analîzer ji Diyaruna re dibêjin.

Şerê Sûriyê erdekî biberhem bû bo gelek aliyên herêmî yên ku dixwazin berjewendiyên xwe bi rêya wekîlên xwe pêk bînin , wan got, anîn ziman ku Hizbula ajendayeke Îranî bicih dike ku hewl dide proseya standina biryarê ya Sûrî kontrol bike û karîgeriya xwe li hejmarekê ji welatên din li herêmê berfirehtir bike.

Hizbula dê ji Sûriyê dernekeve dema ku lihevkirina agirbestê bikeve warê bicîkirinê, sekreterê giştî yê Komeleya Îranî ya Cîhanî bo Hişyarbûna Îslamî Elî Ekber Wîlayetî, şêwirmendekî bilind ê rêberê bilind ê Îranî bo siyaseta derve , roja 3ê Kanûna Duyem, got.

Di 31ê Kanûna Yekem de, serokê encumena siyasî ya Hizbula, Seyid Îbrahîm Emîn Seyid, got ku baskê serbazî yê partiyê dê li Sûriyê aktîv bimîne heta dawiya krîzê.

Eger agirbestê xwe girt, biryar e ku danûstandinên siyasî navbera rejîma Sûriyê û opozîsyonê li Astanaya paytexta Kazaxistanê di 23ê Kanûna Duyem de destpê bikin.

Lê agirbest bi balafirên şer ên Sûriyê tê hejandin, ku ew di pêkanîna êrîşên asmanî li gelek herêman li welat berdewam in.

Rejîma Îranî naxwaze ku aştî li Sûriyê berqerar bibe, di demekê de ku cîhan pirsa guhertina rejîmê daye pêş, "ku ev yek ji aliyê Îraniyan ve nayê qebûlkirin", profesorê zanistên siyasî li Zanîngeha Amerîkî ya Beyrûtê Hîlal Xeşan got.

Hevdem, "Hizbula hewl dide, bi rêya hebûna xwe li Sûriyê, ku deverên Sûriyê yên ser sînorê Libnanê kontrol bike, ku ev yek nîşan dide ku hêzên partiyê dê li Sûriyê bimînin", wî ji Diyaruna re got.

"Mayîna nearamî û aloziyê li Sûriyê dikeve xizmeta [Hizbula] û Îranê û dihêle ku hikûmeta Sûriyê bi berdewamî girêdayî wan be," wî got jî.

Hizbula xizmeta berjewendiyên Îranê dike

Ramî Oleyiq, profesorekî Zanîngeha Amerîkî li Beyrûtê û endamekî berê yê Hizbula ku du pirtûkên rexnegir li ser ezmûna xwe di nav partiyê de nivîsandine, got ku "hizb dudil nabe ji destêwerdana serbazî li Sûriyê, ji ber bawerî û hesabên wê yên ku dûrtirî sînorê Libnanê ne".

Hizbula girîngiyê nade karîgeriyên biryara derbasbûna Sûriyê li ser Libnanê, Oleyiq ji Diyaruna re got, anî ziman ku partî "destê wê di tawanên şer ên bêserûber heye û encamên rastî yên demdirêj dê di demeke nêzîk de xuya bibin".

Hizbula weke "beşekî bijarde di nav Supaya Pasdarên Şoreşger a Îslamî ya Îranê de" tê hesibandin, berpirsê Tevgera Pêşerojê û Parlementerê berê Mistefa Elûş ji Diyaruna re got.

Rejîma Îranî "karekî cidî dike ji bo ewlekirina rêyeke ewle ji Îranê bi rêya Sûriyê, bo Libnanê , di demekê de ku ya dawî weke cihekî pêşketî ji Îranê re li Rojhilata Naverast xizmetê dike", wî got.

"Ji ber vê yekê em şerekî tund li derdora Şama paytext dibînin," wî got, anî ziman ku Îran hewl dide ku rastiyeke serbazî û demografî li devera ku Şamê bi Libnanê ve girê dide çêbike.

Ligel xizmetkirina berjewendiyên Îranê li herêmê, israrbûna Hizbula li ser şer li Sûriyê erdekî biberhem hazir dike ji bo derketina grûpên tundrew ji pêkhateyên din, wî got.

Van şertûmercan bûn sedema derketina girûpên weke "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) û Eniya Nusra, ku niha bi navê Eniya Fetih Şam tê naskirin, û dibe ku bibe sedema derketina girûpên tundrew ên din jî, wî got jî.

Sedemek ji bo derketina girûpên tundrew

Hebûna partiyê li Sûriyê beşek ji krîza li Sûriyê ye, û ji ber vê yekê beşek ji çareseriyê ye jî, profesorê pêwendiyên navdewletî li Zanîngeha Amerîkî ya Libnanî Îmad Selamê ji Diyaruna re got.

"Hizb roleke serbazî pêk tîne ku ji aliyê siyasî ve sûdê dighîne Îranê li her çareseriyekê bo krîza Sûriyê û rola wê di parvekirina hêzan de xurt dike," wî got.

Ji ber vê yekê, her çareseriyeke ku berjewendiya Îranê li Sûriyê garantî bike û metirsiya li ser rejîma Sûriyê nehêle dê bibe sedema vekişîna serbazî ya Hizbula û milîsên Şîe yên din , Selamê got.

"Her hebûna serbazî ya biyanî li ser axa Sûriyê xizmeta lojîka heman hebûna biyanî dike," wî got.

Herwiha, her milîseke tayifî sedemekê dide daku hevtayên wê jî li wir hebin , Selamê got, amaje bi DAIŞ û Eniya Nusra kir.

"Li gorî vê yekê, hebûna Hizbula û hêzên Şîe yên din rewatiyê dide hebûna hêzên Îslamî yên tundrew daku şerê rejîmê bikin, û berovajî jî rast e," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500