Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Hêzên Iraqî ligel pêşketina li Mûsilê malbatan rizgar dikin

Xalid Ta'î

Keçeke Iraqî ji paêzgeha Nînewa nîşana serkeftinê bilind dike piştî ku bajarê wê ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" hat rizgarkirin. [Wêne ji Ajansa Dije-Terorîzmê hatiye wergirtin]

Keçeke Iraqî ji paêzgeha Nînewa nîşana serkeftinê bilind dike piştî ku bajarê wê ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" hat rizgarkirin. [Wêne ji Ajansa Dije-Terorîzmê hatiye wergirtin]

Endamên baş-rahênankirî yên hêzên Iraqî rê li "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) digrin ku xelkê Mûsilê weke mertalên mirovî bikar bînin bi rêya rizgarkirina malbatên ku girûpê ew dîl girtine.

Di bûyera vê dawiyê de li taxa Temîm a li rojhilat, serbazan avêtin ser malekê daku malbateke ji heft kesan ku ji aliyê DAIŞ ve weke dîl hatibû girtin rizgar bikin.

Xwedanê malbatê "Ebû Şakir", ku xwest ku navê wî wê rastî neyê bikaranîn, ji Diyaruna re got ku du endamên DAIŞ di şefeqa 12ê Kanûna Yekem de avêtin ser mala wî.

"Du terorîstên DAIŞ avêtin ser mala min û hewl dan ku me weke mertalên mirovî bikar bînin berî ku banê malê bikar bînin daku ew êrîşî hêzên ewlekarî bikin," wî got.

"Wan em xistin odeyekê de," wî got. "Ez gelekî li ser malbata xwe ditirsiyam û min hewl dida ku wan aram bikim."

"Dema bû sibeh, gulekirin sekinî û dengê wê dûrtir bû," wî got. "Ji nişka ve, me dengê kesekî di malê de kir ku bang dike, 'Tû kes li wir heye? Em birayên we ne ji ajansa dije-terorîzmê; me terorîst kuştin'."

"Dema ku me ew deng bihîst, me banga alîkariyê kir û serbazan deriyê odeyê şikandin û em rizgar kirin," Ebû Şakir got.

"Me bawer nedikir ku em rizgar bibin," wî got. "Şikir ji Xwedê re û em sipasiya hêzên xwe li ser mêrxasiyan wan dikin."

Stratejiya bêziravan

Xweveşartina li pişt malbatan delîlekî xuya ye li ser bêziravî û astnizmiya DAIŞ, berdevkê Wezareta Berevaniya Iraqî emîd Tehsîn Îbrahîm got.

"Terorîst bê dîn û dilovanî ne," wî ji Diyaruna re. "Take îdyolojiya wan kuştin e, ne tiştekî din e."

"Ew dizanin ku hêzên me rêzê li rêsayên şer digrin û pêbendî parastina sivîlan in li gorî berpirsyaretiyên wan ên niştîmanî û baweriya wan bi rêzgirtina mafên mirov li gorî rêsayên navdewletî," wî got.

DAIŞ gelek caran hewl da ku hêzên Iraqî bikşîne nav şerê li deverên tejî xelk ji bo hêdîkirina pêşketina wan, Îbrahîm got.

"DAIŞ dudil nabe ji pêkanîna êrîşên xwekujî yên herî hov di dilê taxan de, bicihkirina nîşangiran li ser banan, û teqandina malan, bêyî ku ji wan re xem be ku malbat di wan de hene yan na," wî got.

"Haya hêzên rizgarker ji hemû metodên DAIŞ heye û hewl didin ku metirsiya li ser xelkê nehêlin û rê li hewlên girûpê yên êrîşkirina li ser xelkê û xweveşartina li pişt wan bigrin," wî got.

"Serbazên me ezmûneke baş li ser şerê kolanan, rizgarkirina esîran û xelkê ku bi zorê tên girtin, û rêberîkirina xelkê li deverên şer bo rê û deverên ewle wergirtine," Îbrahîm got.

Rojane hêzên Iraqî gelek malbatan rizgar dikin û terorîstan bibin dixin, wî got, "şikestinekê li pey yekaedin digihînin wan".

Pêşketina serbazî berdrewam e

Karên hêzên Iraqî ji bo piştrastkirina selametiya xelkê û rizgarkirina xelkê dorpêçkirî dîqet û ezmûna wan a astbilind nîşan dide, endamê encumena parêzgeha Nînewa Xelef Hedîdî ji Diyaruna re got.

"Terorîst girîngiyê nadin jiyana xelkê li deverên şer û bi tundutûjî û hovîtî mameleyê bi wan re dikin," wî got. "Wan avête ser malan û malbat neçar kirin ku li derve li ser kolan û sikakan bimînin daku êrîşên li dijî xwe yên ji erd û asman sivik bikin."

Herwiha, wî got, "DAIŞ rênima dan endamên xwe ku xelkê deverên rizgarbûyî bikin armanc weke tolhildanekê ji ber piştgirî û pêşwaziya ku ew didin hêzên ewlekariyê".

Girûpê çendîn êrîşên xwekujî li bajar pêk anîne û topbarankirina bi hawinan a bêserûberî pêk tîne, wî got.

Lê pêşketina serbazî ji hemû aliyan ve berdewam dike, Hedîdî got.

Di dema qonaxa duyem ji operasyona "Em Tên, Nînewa", ku di 29ê Kanûna Yekem de destpê kir, hêzên rizgarker bersiva çavkaniyên agirê ku xelkê dike armanc bidin û rê li dizekirina DAIŞ digrin, wî got.

hêzên Iraqî heta niha karîne piraniya taxên aliyê rojavayî ji Mûsilê kontrol bikin , herî dawî jî Somer û Sahîrûn.

Parastina jiyana sivîlan

"Hebûna bi sed hezarên sivîlên dorpêçkirî li Mûsilê zehmetiya herî mezin e di şerê rizgarkirina bajar de," endamê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Nînewa Şêx Binyan Cerba got.

"Ji yekemîn roja şer ve, DAIŞ karta xelkê bikar tîne daku dawiya xwe paş bixe, û bi zorê xelkê digre û xwe li pişt wan vedişêre," wî ji Diyaruna re got.

Girûpê yan bi rêya operasyonên xwekujî êrîşî sivîlan kir, an bombeyên bidestçêkirî teqandin dema ku xelk li ber wan derbas dibûn, anjî malên wan bomberêj kirin, wî got.

"Hêzên ewlekarî hertim di pêşketina xwe de hayedar in û bi sedên malbatên ku dîl hatibûn girtin bi rêya operasyonê bikalîte û mêrxas rizgar kirin," Cerba got.

Tevî van zehmetiyan, hêzên Iraqî karîn bi berdewamî pêş bikevin, wî got jî.

Hêzên Iraqî niha ji bo xurtkirina ewlekariyê li deverên rizgarbûyî şer dikin û daku bihêlin ku hikûmet û rêxistinên mirovî xizmetan pêşkêşî xelkê bikin, wî got. "DAIŞ hertiştî ji dest dide û serkeftin li ber çavan e."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500