Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Dagirkariya DAIŞ bandoreke nerênî digihîne tendirustiyê li Reqayê

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Zarokek Sûrî li kampa demkî ya penaberan li bajarokê Eyn Îsa, yê ku xelkê ku ji Reqaya asêgeha "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" reviyane vedihewîne. Salên di bin desthilata DAIŞ de bandoreke nerênî gihandine xelkê Reqa ji ber ku êdî bajar nikare hewcedariya bi xizmetên bijîşkî misoger bike. [Delîl Sulêman/AFP]

Zarokek Sûrî li kampa demkî ya penaberan li bajarokê Eyn Îsa, yê ku xelkê ku ji Reqaya asêgeha "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" reviyane vedihewîne. Salên di bin desthilata DAIŞ de bandoreke nerênî gihandine xelkê Reqa ji ber ku êdî bajar nikare hewcedariya bi xizmetên bijîşkî misoger bike. [Delîl Sulêman/AFP]

Piştî ku zivist bi ser Reqayê de hat û salên di bin kontrola "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) bandoreke nerênî gihandin tendirustiya xelkê, bajarê Sûrî nema dikare hewcedariyên bi xizmetguzariyên bijîşkî peyda bike, karmendên bijîşkî ji Diyaruna re dibêjin.

Kêm bijîşk li bajar mane, wan got, û kesên ku hîn kar dikin divê perwerdahiya "şerîetê" ku ji aliyê girûpê ve hatiye danîn werbigrin daku ew nexweşan derman bikin.

DAIŞ rê li rêxistinên bijîşkî û hawarçûnê girtiye ku li deverênli jêr kontrola wê kar bikin, wan got, û kêmbûneke zêde di derman û alavên bijîşkî de heye.

Dezgehên bijîşkî yên li Reqa mayî nêzîkî 10% ji karînên xwe kar dikin ji ber kêmbûna karmendên bijîşkî, derman û alavan, perestara Nexweşxaneya Reqa Firyal Xetîb, ku xwest ku ji ber selametiya xwe bernavekî bikar bîne, got.

DAIŞ dibistana xwe ya bijîşkî ya taybet li Reqa damezirandiye, ku li wir divê bijîşk perwerdahiya olî werbigrin berî ku ew bikaribin dest bi kar bikin. [Wêne ji Reqa bi Bêdengî tê Serjêkirin hatiye wergirtin]

DAIŞ dibistana xwe ya bijîşkî ya taybet li Reqa damezirandiye, ku li wir divê bijîşk perwerdahiya olî werbigrin berî ku ew bikaribin dest bi kar bikin. [Wêne ji Reqa bi Bêdengî tê Serjêkirin hatiye wergirtin]

Piraniya karmendên bijîşkî ji bajar reviyane, wê ji Diyaruna re got, û yên mane barê wan giran e, û piraniya caran pisporiyên ku xelk bi hewceyî wan in kêm in.

"Ji 850 bijîşkên ku berê li deverê kar dikirin, bi piranî li bajarên Reqa û Tebqa, tenê 10 mane, ku heta ew jî di pisporîtiyên xwe de kar nakin," wê got.

Kêmbûneke dijwar di bijîşkên pispor de heye, wê got, anî ziman jî ku li tevahiya parêzgehê tenê bijîşkekî benckirinê, bijîşkên zarokan, û du bijîşkên hawarçûnê hene.

"Ji çar nexweşiyên hikûmî li parêzgehê, du li Tebqa û du li Reqa, tenê taqek li nexweşxaneyekê li Reqa kar dike, ku imkanên wê ji her navendeke bijîşkî ya demkî kêmtir in, û heman tişt li Nexweşxaneya Sewra li Tebqa," wê got.

DAIŞ gelek navendên bijîşkî yên taybet û klînîk girtin, Xetîb got, û dest danîn ser wan daku wan weke bingeh anjî cihên vehewandinê ji çekdarên xwe re bikar bîne.

DAIŞ derman û alavan talan dike

DAIŞ rê li rêxistinên bijîşkî û hawarçûnê girt ku kar bikin û nexweşiyên hikûmî girtin bêyî ku ew tu alternatîvên din peyda bike, Xetîb got.

Çekdarên girûpê herwiha qebareyeke mezin ji derman û alavên bijîşkî ji nexweşxaneyên deverê talan kirin daku ji xwe re bikar bînin, Xetîb got.

"Bajarê, ku berê xizmetguzariyên bijîşkî ji devera derdorê re pêşkêş dikir, rastî zehemtiya kêmbûna alavan û dermanan hatiye," wê got.

"Dermanên heyî bi qaçaxî tên û bi nirxên buha tên firoştin û helbet dermanên erzan an yên belaş tune ne," wê got.

Vê yekê rewşa gelek nexweşan xirabtir kiriye, wê got jî, bi taybetî ji kesên ji nexweşiyên wan giran in weke şêrpence, nexweşiyên kezebê û yên xwînê.

Ne makîneyên paqijkirina gurçikan nejî makîneyên zarokên nûjidayikbûyî li deverê tune ne, wê got, û nexweşî ji ber kêmbûna xizmetguzariyên kanalîzasyonê belav dibin.

DAIŞ lêpirsîn bi karmendên bijîşkî yên Dêra Zorê re kir û piştre ji hejmareke mezin ji wan re got ku divê ew xwe ji veguhestinê bo Mûsil û Reqa xwe hazir bikin, Nûredîn Cemal, xwendekarê bijîşkî li Zanîngeha Şamê û xwebexşê meydanî li nexweşxaneya Dêra Zorê, got.

"Piraniya kesên ku hatin agahdarkirin nişterger, bijîşkên hestûyan, û bijîşkên tengaviyê ne," wî ji Diyaruna re got, anî ziman jî ku piraniya karê niha li devera Meyadîn û Elbû Kemal e.

"Nexweşxaneyên meydanî û alavên bijîşkî jî ji deverê hatine birin bêyî dayîna tu sedeman, û piştre hat xuyakirin ku ew bo nexweşxaneyên li Reqa hatin veguhestin," wî got.

Ev yek nîşan dide ku girûp amadekariyan ji bo qurbaniyan dike berî şerê rizgarkirina Reqa, Cemal got.

DAIŞ ruxsetên bijîşkî kontrol dike

"Ji dema ku terorîstên DAIŞ dest danîn ser bajarê Reqa û gundewarên wê, piraniya bijîşkan çûn deverên din," Nasir Elî, niştecihekî Reqa ku ji ber tirsa li ser selametiya xwe xwest bernavekî bikar bîne, got.

"Tenê hejmareke biçûk ku ne bêtirî 10 bijîşkan e li bajêr mane, di nav de çar bijîşkên jin," wî ji Diyaruna re got.

"Bijîşkên mayî tenê piştî ku wan kursên şerîetê li navendên şerîetê yên rêxistinê wergirtin, wan ruxseta karkirinê wergirt," wî got.

Nexweşên ku rewşa wan xerab e divê gelek pereyan bidin lîderên DAIŞ daku rê ji wan re bê dayîn ku ji bo dermankirinê ew biçin Turkiyê yan jî beşên din ji welat, Elî got.

Dibe ku ev bac bigihin $3,000, wî got, da zanîn jî ku yan divê nexweş bi tenê seferê bikin anjî dikarin kesekî din bi xwe re bibin eger nikarin bi tenê seferê bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500