Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Piştî binketina li Dabiq, DAIŞ "Rûmiya" derdixe

Welîd Ebu el-Xêr li Qahîra

Wêneyeke cihê nîgeraniyê ku di babetekê de di dawîn kovara propagendayî ya DAIŞ, "Rûmiya", de hatiye belav kirin diyar dike çawa bavek kurê xwe fêrî hilgirtina çekekî dike. Zarok li deverên DAIŞ tên rahênankirin daku nifşê bê ji çekdaran pêk bînin.

Wêneyeke cihê nîgeraniyê ku di babetekê de di dawîn kovara propagendayî ya DAIŞ, "Rûmiya", de hatiye belav kirin diyar dike çawa bavek kurê xwe fêrî hilgirtina çekekî dike. Zarok li deverên DAIŞ tên rahênankirin daku nifşê bê ji çekdaran pêk bînin.

Piştî jidestdayîna bajarê Sûrî Dabiq ê sembolîk, û herwiha kovara propagendayî ya berîqedar, maşîna medyayî ya "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) bilezûbez kovareke nû bi sernavekî nû, ku "Rûmiya" ye, derxist.

Xuyayî ye ku kovara nû cihê "Dabiq" digre, a ku weşana wê ji nişka ve bê şirove rawestiya piştî şikestina li bajêr, pisporan ji Diyaruna re got.

Ji ber ku grûp erdê li Iraq û Sûriyê jidest dide, wan got, ew hewl dide ku bi sernavekî nû xwe li ser asta cîhanî bide pêş, ew jî "Rûmiya", navê dîrokî yê ku Ereban li Roma kiribû .

Kovar dixwaze bibe "aykoneke nû ji endamên DAIŞ ên Ewropî re", wan got, ew bi çend zimanan weke: Înglîzî, Erebî, Ferensî, Turkî, Almanî, Efxanî, Turkistanî û Endenûsî tê belavkirin.

Bergê hejmara yekê ya dawîn kovara propagendayî ya DAIŞ, "Rûmiya", qala peyvdarê wê Ebu Muhemed el-Ednanî, yê ku vê dawiyê di êrîşeke asmanî de hat kuştin dike. Weke hewlekê ji bo dûrxistina baldariyê ji jidestdana bajarokê sembolîk ê Sûrî Dabiq ji aliyê DAIŞ ve, ku di heman demê de sernavê kovarê bû, girûpê bilez sernavekî nû bi navê "Rûmiya" derxist, giringiyê dide wê yekê ku bigihe "gurên bi tena serê xwe" yên şikestbar li cîhanê.

Bergê hejmara yekê ya dawîn kovara propagendayî ya DAIŞ, "Rûmiya", qala peyvdarê wê Ebu Muhemed el-Ednanî, yê ku vê dawiyê di êrîşeke asmanî de hat kuştin dike. Weke hewlekê ji bo dûrxistina baldariyê ji jidestdana bajarokê sembolîk ê Sûrî Dabiq ji aliyê DAIŞ ve, ku di heman demê de sernavê kovarê bû, girûpê bilez sernavekî nû bi navê "Rûmiya" derxist, giringiyê dide wê yekê ku bigihe "gurên bi tena serê xwe" yên şikestbar li cîhanê.

Tevî guhertina sernav û lêzêdekirina zimanê nû, naverok hema bêje heman tişt e, lê belê, tefsîrên DAIŞ ên şerî'etê, cesipîna efsaneya "xîlafetê" û veguhestina pakreftarên çekdarên xwe anîne pêş.

Kêmkirina binketina li Dabiq

Piştî ketina Dabiq di dest hêzên rizgarker de , "DAIŞ dît ku pêwistiya wê bi derketina ji tengaviya Dabiq her ku diçe bêtir dibe, ji lewra kovareke nû bi sernavekî nû belav kir", Mazin Zekî, rêvebirê beşê medyaya nû li Navenda Misrî Ibn el-Welîd bo lêkolîn û dûvçûnên meydanî, got.

Grûpê xwest ku çekdar û piştevanên wê bi bilez binketina li Dabiq jibîr bikin, ew bajarokê ku gelek propagenda jêre dihat kirin ji ber girîngiya wî ya stratejî û olî, wî ji Diyaruna re got.

Armanca kovara nû ew e ku "propagenda wê ya medyayî vejîne û hewl dide ku moralê bilind bike, nexasim ji ber gurzên êşdar ên ku grûp aniha li Iraq û Sûriyê rastî wan tê", Zekî got.

"Rûmiya" hewl dide ku girîngiya şikestina li Dabiq kêm bike ew jî bi rêya gotinên çekdarên wê yên ku kovar dibêje wê hevpeyvîn ligel wan encam daye ku ew di wan de qala "tolhildana li dijî Rojavayê kafir" dikin, Zekî got.

Kovar tije babetên derbarê şerî'etê ye, û herwiha agahiyên ji deverên ku DAIŞ wan kontrol dike û kovar wan weke "dewletê" danasîn dike, wî got.

Hejmara yekem wêneyeke "Wezîrê Ragihandina" DAIŞ Ebû Muhemed el-Ednanî li xwe girtibû , yê ku li Sûriyê di Tebaxê de hatibû kuştin, wî got, ligel "çend vîdyoyên ku pakreftarên kesên ku kovarê navê mûjahidan li wan dike behs dike".

Herwiha hevpeyvîneke bi serokê Dîwana Şekawa (Bîroya Giliyan) li xwe digre, ku ew têde îdîa dike ku ew hemû giliyên tên ber destên wan li ber çav digrin, "di nav de yên ji kesên sivîl û girtiyan jî".

"Armanc ew e ku wê îmajê bidin ku qaşo dewleta wan dadweriyê li xaka xwe pêk tîne," Zekî got jî.

Propagenda bi berfirehî tê belavkirin

Kovara nû ya DAIŞ ji aliyê Navenda Medyayî ya el-Heyat ve tê belavkirin, ku belavokên wê yên din belav kirine, di nav de Dabiq, Dar el-Islam û Qonstantîniya (bi zimanê Turkî) û rojnameya el-Nebaa, profesorê ragihandinê li Zanîngeha Qahîra Hesan Efîfî, got.

"Kovar bal dikişînin ser berhema hunerî û kalîteya profesyonalî ya dewleta xwe," wî ji Diyaruna re got, û hatine dîzayinkirin daku propagenda ji îdyolojiya grûpê re bikin û endaman bi ser xwe de bikşînin.

Belavok bi PDF li berdest in û bi hêsanî li deverên ku înternetê lê kêm e dikarin werin çapkirin û belavkirin, Efîfî got, û weşangeh dixwazin ku "wan bigihînin ber destê mezintirîn hejmara gengaz a sivîlan".

"Rûmiya" ne weke belavokên DAIŞ ên din e û ew herî kêm bi heşt zimana derdikeve, wî got.

Kovar bi giranî pişta xwe "dide teknîka dîtbar bi rêya bikaranîna rengan, teknînkên berhemanînê û rêyên ku sernavan balkêş dikin, nexasim yên ku navê serkêş û mîrên girûpê li xwe digrin", wî da zanîn.

Bi rêya çend kenalên medyayî, di nav de "Rûmiya", DAIŞ xelkê li Rojavayiyan sor dike bi bihaneya ku ew "kafir in", pisporê komên terorîst Lîwayê Misrî yê xanenişînkirî Yehya Muhemed Elî, got.

Ev gotar ji "gurên ku bi tena serê xwe êrîşan pêk tînin" tê arastekirin, wî ji Diyaruna re got, bal jî kişand ku kesên ku êrîşên terorî pêk tînin di yek komê de çalak in, lê serî û laşê komê ji hev nayên naskirin.

Grûp dizane ku hinek "gurên bi tena serê xwe ne" dê kovarê bixwînin, wî got, lê ji kesên derveyî DAIŞ re, armanc "belavkirina tirsê di nav xelkê de ye û çêkirina tensyonên hundirîn li welatên ku di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞ de beşdariyê dikin".

Îdyolojiya hertim guhêrbar

Ew hizrê ku DAIŞ weke Îslamê û rêbazên wê dide pêş bi tenê derewek e, "ku dixwaze ku tirsê di dilên kesên lawaz de belav bike û mejiyên lawaz tejnîd bike daku ew di nav rêzên wê de şer bikin", Şêx Racih Sebrî ji Wezareta Weqfên Olî, got.

"Xuyayî ye ku DAIŞ tedbîrên xwe yên propagendayî piştî her şikestinekê vediguhere," wî ji Diyaruna re got. "Weke mînak, me dît ku semboliya Dabiq her bi ketina bajar re nehişt."

Grûpê bi xurtî digot ku Dabiq pir esasî ye di şer de ku dibe dawiya cîhanê li wir be, wî got, lê ew niha balkişandinê vediguhêze û propagendayê di bin navê "Rûmiya" de, navê Erebî yê bajarê Roma dike.

"Gengaz e ku sernav û naveroka kovarê yek be, ku ew banga kuştina kesên ku wan weke kafiran li welatên Rojavayî dide nasîn dike," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Herkesê ku bi tenê kêm zanibûn bi bawerî û armancên rêberên şoreşa îslamî li Îranê ( Ez piştrast dikim îslamî, ne Şîa) û qurbaniyên ku wan di rêya wan dane, dê têgbighe ku şavê Îranê ne li avakirina impiratoriyê ye; ew tenê dixwaze alîkariya gelên ku neheqî ji aliyê hêzên paye ve li wan hatiye kirin bike. Wilhasil, kî bûn ên şer li Yemenê vêxistin? Ji tevan re zelal e ku ew bi destê Erebistana Siûdî destpê bû, dijminê Îranê yê ku , bê guman, dê nexwaze berjewendiyên dijminê xwe biparêze. Di vê rewşê de, eger Iran alîkariya aliyê ku neheqî di vî şerê lê hatiye kirin bike, ku gelê Yemenî ye, dê bibe dijminê gelê Yemenê?! Bê guman na.

BERSIV BIDE