Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Polîsê Diyala: Hejmara xortên DAIŞ ên tejnîdkirî kêm bûye

Xalid Ta'î

Polîsê Diyala di dema mîsyonekê de ji bo girtina terorîstekî daxwazkirî. [Wêne ji Polîsê Diyala hatiye wergirtin]

Polîsê Diyala di dema mîsyonekê de ji bo girtina terorîstekî daxwazkirî. [Wêne ji Polîsê Diyala hatiye wergirtin]

Hejmara xortên parêzgeha Diyala yên ku di 2016an de tevlî rêzên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" bûn kêm bû hevberî salên borî, polîsê Diyala got.

Berpirsên xwecihî daketina vê hejmarê vedigerînin qebûlnekirina karên DAIŞ û hişyariya zêde derbarê şaştiyên îdîayên wê, ligel zêdekirina ewlekariyê .

"Di sala 2016an de destkeftiyên mezin li parêzgehê pêk hatin ji aliyê şerê li dijî terorîzm û tawanê," rêveberê medyayî yê polîsên Diyala eqîd Xalib Etiya ji Diyaruna re got.

"Me karî ku 26 şan û torên razayê yên terorîst li gelek deveran li bakur û rojhilatê Diyala û başûrê Baqûba [paytexta parêzgehê] ji hev bixin," wî got.

Ew şan "400 terorîstên daxwazkirî" li xwe digirtin, wî got, anî ziman ku tenê rêjeyeke kêm ji wan zarok an xortên nûhatî bûn "ne weke salên borî".

"Di salên 2014 û 2015an de, grûpê karî bi dehên zarok û xortên nûhatî bikşîne, sûd ji wê rastiyê wergirt ku ti agahiyên ewlekarî yan yên tawanbariyê derbarê wan di databêzên me de nebûn," û vê yekê hişt ku erkê dûvçûna wan zehmetir be, wî zelal kir.

"Tevî vê yekê, me karî ku hejmareke mezin ji wan kesan girtin ku ew li wê yekê mukir hatin ku wan rahênan li ser çêkirina teqemeniyan, pêkanîna reşkujiyan û pêkanîna êrîşên xwekujî wergirtiye," wî got.

Herwiha, sala borî, polîsên Diyala girtina "hin nûciwanên terorîst bi tenê" tomar kirin, wî got jî.

Perwerdahiya dije-terorîzmê

Kêmbûna hejmar ji ber hinek sedeman e, wî got, a herî xuya qebûlnekirina zêde li ba xelkê ji DAIŞ re piştî ku rastiya derbarê tawan û şaştbûna îdîayên wê hat kifşkirin.

Lêxwedîderketina dezgehên hikûmî û ewlekarî ji bernameyên perwerdeyê yên li dijî tundrewbûnê jî karîgeriya wê li ser rastkirina şaşfamkirinên derbarê grûpên tundrew hebû, bi taybetî di nav xortan de.

Van bernameyan rê li xortan girt ku bi asanî ji aliyê DAIŞ ve werin xapandin, Etiya got.

Hemû hewlên niştîmanî ji bo şerê li dijî şerê psîkoljîk ku terorîst dikin û hewlên wan ji bo belavkirina dengoyan û derewan, dê berdewam bin, wî got.

Di sala borî de, "rola me hebû di vegerandina malbatên bêtir ku ji aliyê DAIŞ ve hatin awarekirin bo malên wan", wî got, û malbatên bêtir dê di demeke nêzîk de vegerin.

"Di rojên borî de, nêzîkî 200 malbatan dê vegerin deverên Hemrîn, Saadiya û Miqdadiya, û em hêvî dikin ku em dawîbûna tevahiya [krîza] awarebûnê di sala nû de bibînin," Ethiya got.

Sadiq Huseynî, serokê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Diyala, got ku "DAIŞ êdî nema dikare ku zarokan û nûciwanan îstixlal bike di êrîşên xwe yên terorîst de weke çawa berê dikir".

DAIŞ gelekî pişta xwe bi xortan girê dide ji bo "pêkanîna tawanên herî kirêt li Diyala", wî got. "Lê girtinan, bi taybetî di mehên borî de, hejmara wan kêm kir."

Zehmetî di tejnîdkirina xortan

Belge û nameyên navbera endamên DAIŞ ku di wan de tekez dikin ku ew rastî zehmetiyan tên di çekdarkirina endamên nû bo nav rêzên xwe de, li kun û veşargehên ku hêzên ewlekariyê ew kifş kirin hatin dîtin, bi taybetî li devera Çiyayên Hemrîn, Huseynî ji Diyaruna re got.

"Xelk, bi taybetî yên li deverên rizgarkirî, naxwazin ku trajedî û tirsên ku bi destê DAIŞ rastî wan hatin dubare bibin," wî got.

"Ew êdî ji terorîzmê baş hişyar in û ti hewlên ji bo rêşaşkirina zarokên xwe û îstixlalkirina hest û mejiyên wan qebûl nakin," wî got jî.

Çekdarkirina xortan ji aliyê DAIŞ ve li Diyala divê bibe tiştek ji dema borî, Parlementera Iraqî ji parêzgeha Diyala Nahîda Daynî ji Diyaruna re got.

Pêşketineke berçav di ewlehiya parêzgehê de pêk hatiye ligel kêmbûna hejmara kesên tevlî rêzên DAIŞ dibin, bi taybetî di nav xortan de, wê got.

"Xelkê xwecihî ezmûneke tal jiyan kirin û rastiya terorîzmê nas kirin," wê got. "Îro, ew piştgiriya hukmê yasa û fermanan dikin û herwiha piştgiriya hêzên ewlekarî dikin di planên wan de ji bo bidawîkirina hemû veşargeh û şaneyên veşartî yên DAIŞ."

Mihemed Yasîn, ji bajarokê Saediya yê Diyala ye, piştgiriya xwe ji hêzên ewlekarî re di şerê wan li dijî terorîzmê de nîşan da.

"DAIŞ em aware kirin û tawan derheqê me pêk anîn. Şikir ji Xwedê û hêzên ewlekariyê re ku em vegeriyan malên xwe û niha di ewlehî û aramî de dijîn," wî ji Diyaruna re got.

"Ez û hersê zarokên xwe, û hemû xelkê Saadiya yekgirtî ne ji bo parastina ewlehiya bajarok," wî got. "Em dê nehêlin ku DAIŞ pêgireke xwe li vir çêke yan karîgeriyê li xortên me bike."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500