Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Enbar endamên berê yên polîs vedigerîne ser kar

Xalid Ta'î

Endamên berê yên polîsê Enbarê di dorê de ne ji bo mobîlîzasyona serbazî piştî efûyeke vê dawiyê ku dihêle polîsên ku dev ji cihên xwe berdane vegerin ser kar. [Wêne ji rêveberiya polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Endamên berê yên polîsê Enbarê di dorê de ne ji bo mobîlîzasyona serbazî piştî efûyeke vê dawiyê ku dihêle polîsên ku dev ji cihên xwe berdane vegerin ser kar. [Wêne ji rêveberiya polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Di nav bingeha serbazî ya Hebaniya de, li rojhilatê Remadî, polîsê berê Mistefa Duleymî ligel bi sedên endamên ewlekariyê yên din li bendî temamkirina tedbîrên vegera ji bo rêzên polîs e.

Piştî efûya 27ê Kanûna Yekem ku ji aliyê Fermandariya Polîsê Enbarê hat derxistin, bi hezarên polîsên ku ji xizmetê qut bibûn piştî ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) êrîşî parêzgehê kir daxwaza vegera bo ximzetê dikin.

Duleymî ji Diyaruna re got ku ev biryar "rêya rizgarkirinê" ji wî û malbata wî re ye.

"Şikir ji Xwedê re, vê gavê ez dilxweş kirim piştî gelek pirsgirêkan," wî got. "Piştî ku min dev ji kar berda û mûçeyê min nema hat, min û malbata xwe di şertûmercên jiyanê yên zehmet de jiyan kir."

"Em aware bûn û bêkar bûn", wî got. "Diviyabû ez hemû tiştên xwe bifroşim heta em bikaribin debara jiyana xwe bikin."

Ev efû li pey rênimaya ji Wezareta Hundir û fermandarê polîsê Enbarê lîwa Hadî Kessar Erzayic tê, emîd Îyad Ehmed Hemîd, serokê komîteya berpirsiyar ji vegerandina endamên fermandariya polîsê Enbarê bo ximzetê, got.

"Ev ji bo hemû endamên berê yên polîsê Enbarê ye ku ji 1ê Kanûna Duyem 2014an nema kar kirin û mûçeyên wan hatin rawestandin, û weke qutbûyî ji xizmetê hatin hesabkirin," wî ji Diyaruna re got.

Yekser piştî ku biryar hat ragihandin komîteyek hat avakirin, di bin serokatiya wî de, ku dê navên kesên ku biryar wan li xwe digre tomar bike û ji agahiyên wan di databêsa fermandariya polîs de piştrast bibe, Hemîd got.

Piştî ku ev proses were temamkirin, wî got, wê rê ji wan re bê dayîn ku vegerin ser kar.

Xurtkirina ewlehî û aramiyê

"Proseya bicihkirina mersûmê baş birêve diçe," Hemîd got.

"Komîte û hêzên ewlekarî li bingeha Hebbaniya erkên xwe bi temamî pêk tînin, ji bo bihêlin ku endamên polîsan ên jêhatî bilez vegerin xizmetê û bi birayên xwe re beşdar bibin di xurtkirina ewlehî û aramiyê li hemû bajarên Enbarê," wî got jî.

Biryar hat standin piştî gelek şêwirî û civînên ku encumena parêzgehê ligel fermandariya polîsê Enbarê û berpirsên hikûmetê li dar xistin, endamê encumena parêzgeha Enbarê Ezal Fehdawî ji Diyaruna re got.

"Me gelek caran daxwaz kir ku ev gav bilez were standin, ji ber ku gelekî pêwîst e ji bo piştgiriya aramiyê li parêzgehê û hukmê yasayê," wî got.

Fehdawî got ku ev efû nîşan dide ku parêzgeh li kêleka beşekî mezin ji xelkê Enbarê disekine, û dê zehmetiyên wan bidawî bîne bi rêya vegerandina karên wan.

Piştî herifîna ewlekarî li Enbarê, bi taybetî dema ku DAIŞ Remadî di Nîsana 2015an de dagir kir, wî got, "gelek endamên polîsan bi parastina jiyana malbatên xwe ji metirsiya kuştinê li ser destê terorîstan mijûl bûn".

Gelek nema çûn ser kar di bin van şertûmercan de, wî got.

Piştî ku penayên ewle ji malbatên xwe re dîtin, xwestin ku vegerin ser karên xwe, wî got, lê dîtin ku mûçeyên wan hatin rawestandin û xizmeta wan hat bidawîkirin.

Fehdawî hêviya xwe ji wê yekê nîşan da ku endamên polîsan ên ku ji kar hatin avêtin û ti binpêkirinên wan ên ewlekarî nînin dê careke tevlî xizmetê bibin, daku parêzgeh sûdê ji karînên wan werbigre.

Xurtkirina rêzên polîs

Efû hemû endamên polîsan ku ji xizmetê qut bûn piştî ku DAIŞ Enbar dagîr kir lixwe digre, endamê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Enbar Racih Berekat Eyfan ji Diyaruna re got.

"Herî kêm 10,000 endamên berê yên polîsên Enbar ji hemû bajarên parêzgehê, bêyî cudahî, tê texmînkirin ku sûdê ji [efûyê] bibînin," wî got.

"Polîsên Enbar îro 16,000 endaman lixwe digrin, û hejmareke bes ji polîsan ji bo parastina parêzgeha me tune ye, ku sêyeka rûbera Iraqê pêk tîne, bi biyabanên berfireh û sînorên dirêj ligel welatên cîran," wî got.

Vegerandina van endamên polîsan ên berê bo xizmetê dê nêzîkî 20 fewcên din birêxistin bike, wî got.

Ev dê li bingehên polîsan û li xalên kontrolê werin bicihkirin ji bo piştgiriya hewlên ewlekarî û parastina mal û canên welatiyan, bi taybetî li deverên ku ji DAIŞ hatine rizgarkirin , wî got jî.

Ligel xurtkirina ewlekariyê, wî got jî, karîgeriya vê yekê dê herwiha li ser leza ku pê DAIŞ ji asêgehên wê yên dawî li rojavayê Enbar tê derxistin hebe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500