Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Idliba Sûriyê bûye bingehek bo tundrewên reviyayî

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Du endamên Eniya Nusra, ku aniha weke Eniya Fetih Şam tê naskirin, dirahêjin avêjereke rokêtan li parêzgeha Idliba Sûriyê. [Wêne ji Ebdulla Cerek hatiye wergirtin]

Du endamên Eniya Nusra, ku aniha weke Eniya Fetih Şam tê naskirin, dirahêjin avêjereke rokêtan li parêzgeha Idliba Sûriyê. [Wêne ji Ebdulla Cerek hatiye wergirtin]

Bi hezarên çekdarên komên opozîsyonê, di nav de gelekên ser bi hêzên tundrew ve, diherikin parêzgeha Idlib li bakurê rojavayê Sûriyê piştî ku di bin guvaşê de ji deverên din hatin, çalakvanan û şêniyên deverê ji Diyaruna re gotin.

Herikîna mezin a çekdaran û malbatên wan bo Idlibê, asêgeha Eniya Nusra, piştî ku ew an ji ber Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ya ku hevpeymanî piştevaniya wê dike yan jî ji rejîmê reviyan, bi awayekî serekî li rojhilatê Helebê, gundewarên Şamê û Reqayê.

Meha Kanûna Yekem, rêportên medyayî eşkere kirin ku çendîn serkêşên biyanî yên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê "(DAIŞ) ji girûpê veqetiyane û tevlî rêzên Eniya Nusra, ya ku aniha bi navê Fetih Şam tê naskirin, li Idlibê bûne.

Li gorî Peymangeha Lêkolînên Şer, zêdetir ji 50,000 hezar çekdarên tundrew li Idlibê hene, û dîsan di bin sîwana rêxistina Artêşa Fetih de, ku Eniya Nusra serkêşiya wê dike xwe birêxistin kirine.

"Şêniyên bajêr û gundewarê wî rewşeke bizdêner jiyan dikin, ji ber ku navçe bû vehewangeheke mezin ji çekdarên çend komên tundrew re, ku piraniya wan koman hevbendên Eniya Nusra ne ," çalakvanê medyayî Mehmûd Hac Kamil yê ji Idlib got.

Bi dirêjahiya herdu mehên cûyî, wî ji Diyaruna re got, bi hezarên milîtanên ji hêzên cuda tev malbatên xwe hatin bajêr.

Ew çekdarên wan hêzan in ên ku li bajarên Tel li gundwarê Şamê, Dareya, Qudseya, kampa Xan Şêx a li nêzî Şamê, û li bajarokên Zekiya, Tîba û Mukeylebiya li Xûta diman, wî got.

Hêzên çekdar ên aniha li Idlibê çalak in ev in: Fetih Mubîn, Seraya Murabitîn, Şuheda el-Îslam û Nûr el-Dîn el-Zenkî, wî got.

Komên çekdarên ên din ev in: Lîwayên el-Miqdad bin Emir, ên ku li Dareya û Muadamiyet el-Şam cih girtibûn, û Artêşa el-Suna, ya ku vê dawiyê cihekî girîng digre, û herwiha Cund el-Şam, Cund el-Eqsa, Lîwayên Suqûr el-Şam, Lîwayêm Seyf el-Şam û Ehrar el-Şam, Kamil got.

Bi sedan çekdarên Qefqazî û Şîşanî li deverên derdorê ne, wî got jî, nêzî 20,000 hezar çekdarên din meha çûyî derbasî Idlib bûne, tev endamên malbatên wan û sivîlên din jî.

Rênmayên zordar li jêr fermanrewiya Eniya Nusra

Di dema dawî de Eniya Nusra "hewil dide wê îmajê bide ku rêxistin û saziyên sivîl bajarê Idlib û gundewarên wî birêve dibin", Somer Axa, çalakvanekî medyayî ku bi komîteyên hevahengî yên xwecihî re li bajarê Selemiya dixebite û ew rewşa Idlibê dişopîne, got.

"Di dema ku ev rêxistin bi rastî hatine damezrandin, ew di rastiyê de bê desthilat in û rê ji wan re nayê dayîn ku nêzîkî tu tiştekî girêdayî rêvebirina deverên bibin, û mîrên Eniya Nusra xwedanên gotina yekem û dawî ne," wî got

Dewriyên Eniya Nusra hewil didin ku lixwekirina cilên îslamî li ser zilam û jinan ferz bikin û sivîlan bi bêserûberî binçav bikin, wî ji Diyaruna re got, da zanîn jî ku girtîgehên deverê bi sivîl û milîtanên nerazî tije ne.

"Cezayên mirinê derheqê sivîlan û milîtanan li ber çavê herkesî li bajarê Idlib hatin encamdayîn, bi wan kiryarên ku ji her kesî re zelal e ku her kesê ku serî li hember hukmê Eniya Nusra hilde dê çarenivîsa wî mirina bi heman şêwazê be," wî got.

Bi dehên xwepêşanderên nerazî daketin kolanan ku daxwaz dikirin ku bajar ji aliyê sivîlan ve were rêvebirin, "lê belê, ew her çaxî tên tepeserkirin", wî got jî.

Komên tundrew bi vekirî şerê hev dikin

Rewşa li bajarê Idlib û derdora wî tije tensyon e ji ber hebûna bi dehên hêzên opozîsyonê yên tundutûj, Muhemed Xalid ji komîteya hevrêziya Seraqib, a ser bi komîteyên hevahengiyê yên xwecihî li Sûriyê, got.

Pêwendî di nav van girûpan de hertimî ne baş e, wî ji Diyaruna re got, lê dûrbûna cografî di navbera deverên ku van girûpan ew kontrol dikirin de dihişt ku her kes di halê xwe de be.

"Ew aniha bi eşkere şerê hev dikin û reşkujiyan derheqê hev pêk tênin," wî got, da zanîn jî ku çendîn reşkujî qewimîne, û serkêşên van girûpan bi bombeyên bidestçêkirî hatin armancgirtin.

Çend ji van hêzan loyalîtiya xwe ji Artêşa Fetih re ragihandin, û hinekên din ev yek nepejirandin, wî got jî.

Di heman demê de, girûpên din bi vekirî piştgiriya DAIŞ dikin, weke Cund el-Eqsa, ya ku şerên dijwar li hember Eniya Nusra pên anîne. , Xalid got.

"Tevahiya serkirdatiya" Eniya Nusra li Idlib e, wî got, û herwiha kampên wê, bi taybet ên ku ser bi şîretkarê Siûdî yê radîkal Ebdulla Muhemad bin-Suleyman el-Muheysinî ve ne.

Ev kamp "çavkaniya sereke" ya çekdaran in li deverê, wî got, û di nav de "kampên eşbalan", yên ku rahênana nifşê dahatû yên çekdarên tundrew dikin.

Tirs ketiye di dilê sivîlan de

Parêzgeha Idlib bi kesên nûhatî tije bûye, Ebdulla Cerak, 27, yê ji bajarokê Maeret el-Numan li parêzgeha Idlib e, got.

"Ev tevlîhevî ne bi tenê ji ber hebûna milîtanan e, belê aware jî, yên ku li kampan dijîn û li Idlib belav bûne," wî got.

Ew digihe heta bi sînorê Tirkiyê û kampa awareyan a Atma, wî ji Diyaruna re got.

Li tenîşta milîtanan û malbatên wan, wî got, bi hezanan sivîl ji deverên din ên ku şer li wan hene reviyane wir.

Bi dehên hezarên awareyan cih li parêzgeha Idlib dîtin, 400,000 ji wan bi tenê li bajarê Idlib in, wî got.

Xwediyê markêta Idlib Ebdul Ezîz Berakat ji Diyaruna re got ku parêzgeh bûye "bingeheke sereke ji jîhadî, Selefiyên-cîhadî and komên Îslamî re", û tirsê di dilê sivîlên ku dixwazin jiyaneke normal jiyan bikin çêdikin.

Hatina van girûpan şêniyên deverê û awareyan xistine jêr metirsiya êrîşên asmanî ,wî got, ku ew rojane bi dehan xelkê dikujin -- "piraniyan wan sivîl in".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500