Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Êlên Enbarê xwe ji DAIŞ bêrî dikin û soz piştgirîkirina hêzên Iraqî didin

Seyf Ehmed li Enbarê

Endamekî girûpên êlan ên ku li kêleka hêzên ewlekariya Iraqî şer dikin cihê xwe girtiye li pişt komeke qûmê di dema pevçûnên li hember çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" de li navçeya Hoş a Remadî di Adara 2015an de. [Ezher Şelal/AFP]

Endamekî girûpên êlan ên ku li kêleka hêzên ewlekariya Iraqî şer dikin cihê xwe girtiye li pişt komeke qûmê di dema pevçûnên li hember çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" de li navçeya Hoş a Remadî di Adara 2015an de. [Ezher Şelal/AFP]

Di demekê de ku piraniya Enbarê ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) hate rizgarkirin di mehên dawî de, êlên Iraqî li parêzgehê helwesteke xurt li dijî DAIŞ û hemû kesên ku ligel girûpa terorîst hevahengî kirine standine.

Di sozeke nûkirî yê dewamkirina şerê li dijî terorîzmê, êlên Enbarê xwe ji DAIŞ bêrî kirin, gotin ku ew her lihevkirinekê ligel kesên daxwazkirî red dikin û qebûl nakin ku herkesê ku sivîl kuştin an hêzên Iraqî kirin armanc efû bikin.

"Hemû êl û rîspiyên Enbarê, ligel serkêşên êlan li beşên başûrî, navendî û bakurî yên welat, xwe ji girûpa DAIŞ a terorîst, piştevanên wê û hemû terorîstên din bêrî kirin," Şêx Turkî Ayid Şimerî, serokê encumena êlî ya Enbarê, ku di şerê li dijî terorîzmê de beşdar e, got.

Terorîst bê êl û ol in

"Mixabin, bi sedên endamên DAIŞ ên daxwazkirî hene ku ji deverên diyarkirî yên Enbarê ne, û ev yek tişteke ku em nikarin veşêrin," Şimerî got. "Lê terorîzm negirêdayî êlekê, olekî anjî deverekê ye ji ber ku DAIŞ ne îtirafê bi êlan dike nejî bi mezinên wan dike."

Êlên Enbarê vê dawiyê kom bûn daku rabighînin ku ew ligel kesên ku bi her awayî hevahengî bi "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" kirine yan jî piştgiriya wê kirine lihev nayên. [Seyf Ehmed/Diyaruna]

Êlên Enbarê vê dawiyê kom bûn daku rabighînin ku ew ligel kesên ku bi her awayî hevahengî bi "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" kirine yan jî piştgiriya wê kirine lihev nayên. [Seyf Ehmed/Diyaruna]

Ji ber vê yekê, êlan biryar da ku herkesê ku pêwendiyên wî bi her girûpeke terorîst re hene ceza bikin, wî got jî.

Mezinên êlan li Enbarê li hev kirin ku malbatên endamên DAIŞ ên ku zanîbûn ku kur û bavên wan "terorîst bûn lê tiştek nekirin daku rê li wan bigrin an jî rêya wan biguherin" derxin.

"Enbar hatiye rizgarkirin ji bilî sê navçeyên li rojava, ku dê di demeke nêzîk de ji terorîzmê werin paqijkirin," Şimerî got.

Di 5ê Kanûna Duyem de, hêzên Iraqî dest bi operasyonekê kirin ku armanca wê vegerandina bajarokên Anah, Rewa û Qayim li beşê rojavayê Enbarê ku hîn ew di destê DAIŞ de ne ye .

"Em dê ligl hêzên Iraqî kar bikin ji bo parastina hukmê yasa û serweriya welatê me di şer de û em rê li tawanbaran digrin ku vegerin deverên ewle," wî got. "Terorîzm gihişte dawiyê û dê tu cih ji îdyolojiya kuştin û wêrankirinê re nebe."

Zêdekirina hişyariyê derbarê metirsiyên DAIŞ

Fermandarê hêzên heşda eşîretan li bakurê Remadî Şêx Xesan Îsawî got ku Enbar rastî "gelek zehmetiyê" hat ji ber terora DAIŞ.

"Piştî ku [piraniya Enbarê] hat rizgarkirin, êlan li ser çend xalên ku ketin warê bicîkirinê de li hev kirin," wî ji Diyaruna re got. "Ji wan rêgirtin li endamên DAIŞ ku vegerin Enbarî û piştrastbûn ku tu kesên biyanî nayên û li gundan, gundewaran û bajarên din najîn eger nehatin pişkinînkirin.

Rêkeftina navbera êlên Enbarê li hemû mezinên êlan qedexe dike ku encumenên lihevkirinê ji endamên DAIŞ re pêk bînin, herwiha ku hewlên navbênkariyê navbera endamên DAIŞ û hêzên ewlekariyê de bikin, û li wan qedexe dike ku ew xwe tevlî lêkolînên girêdayî terorîzmê bikin, wî got.

Rêkeftin herwiha dibêje ku dê êl alîkariya hêzên Iraqî di karên wan de bike, wî got.

"Civînên ewlekarî û êlan li hemû navçeyên îdarî yên Enbarê dê hewl bidin ku hişyariyê derbarê metirsiyên ku dibe rastî ewlehiya parêzgehê werin navbera malbatan zêde bikin," Îsawî got. "Lîderên êlan dê herwiha civînên cemawerî li dar bixin ji bo valaderxistina îdyolojiya girûpê û planên wan ên terorîst weke metodeke rêgirtinê."

Wî got ku muxtar û mezinên her êlekê dê berdewam bin li ser şopandina mal û dikanên vala li deverên xwe û pişkinînê derbarê xwedîtiya wan de bikin "daku piştrast bin ku ew weke cihê vehewandina girûpa terorîst nayên bikaranîn".

Êl piştgiriya hêzên Iraqî dikin

Şêx Casim Ebdulmuhemedî, lîderê êlekê ye, got ku êl piştgiriya hewlên hêzên ewlekariya Iraqî dikin ji bo parastina ewlehî û hukmê yasayê.

Êl piştgiriya hêzên Iraqî dikin "di her gavekê de madem ew xizmeta xelkê Iraqê dikin", wî ji Diyaruna re got. "Em hemû awayên ferq, cudakirin û tayîfegeriyê ku DAIŞ hewl dide belav bike red dikin."

"Êlên Enbarê kesên daxwazkirî bi nav û adresê destnîşan kirine û ji ber vê yekê rê ji wan re nayê dayîn ku ew vegerin," wî got, anî ziman jî ku terorîstên naskirî dê ji aliyê hêzên ewlekarî ve werin girtin û dadgehkirin, û wisa rê li wan tê girtin ku biçin cihên din û xelkê bêsûc bikin armanc.

Herwiha, xelkê ku kirasê oldaran li xwe kirin daku ajendayên xwe yên taybet pêk bînin anjî cudahiyê navbera xelkê Iraqê belav bikin dê rastî edaletê bên, wî got.

"Desthilata yasa û dadgeh dê di dawiyê de herkesê ku loyalîtî ji DAIŞ re nîşan dane yanjî pê re hevsoz bûn dadgeh bikin," wî got.

Rêkeftina navbera êlên Enbarê zelal e "derbarê kesên ku destê wan bi DAIŞ re hebû yan kesên ku alîkariya wan kirine û xwarin û vexwarin dane wan", Şêx Mehmûd Xalid Duleymî, yek ji mezinên êla Duleym e, got.

"Xelkê wisa, li gorî yasaya êlan, daxwazkirî ne û ji wan hatiye bêrîkirin," wî ji Diyaruna re got.

"Parêzgeha Enbarê bi hemû bajarên xwe ve bi tebîeta xwe ya êlî û olî ya parêzvan naskirî ye," Duleymî got, anî ziman jî ku êlan hêzên heşda êlî pêk anîne daku ew şerê DAIŞ bikin.

"Wan kurên xwe weke şehîd qurbanî dane û hinek ji wan di dema şerê paqijkirinê de birîndar bûne, ji ber vê yekê em nikarin kesên ku kuştin kirine yanjî xelk û hêzên ewlekarî kirine armanc efû bikin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500