Nûçeyên Iraqê
Topic/Iraq/sectionlead

Iraq kontrola bankî ji bo rêgirtin li fînansekirina terorê tundtir dike

Alaa Husên li Bexdayê

Zilamek li ser standa xwe ya pevguhertina pereyan li Meydana Ferdos li navenda Bexdayê sekinî ye. [Sebah Arar/AFP]

Zilamek li ser standa xwe ya pevguhertina pereyan li Meydana Ferdos li navenda Bexdayê sekinî ye. [Sebah Arar/AFP]

Herikîna pereyên piştgiriya tevgera terorê li Iraqê gelekî kêm bûye, ligel spîkirina pereyan, lê belê transfêra pereyan ji çavkanî û cihên mebest bi temamî hatiye sekinandin, berpirsên Banka Navendî ya Iraqê gotin.

Ev serkeftin vedigerin ji bo tedbîrên rêxistinî yên navxweyî û rêkeftinên navdewletî yên nû derbarê zêdekirina çavdêriyê li ser pereyan û qelsbûnên di sîstema bankkirina Iraqî de, wan ji Diyaruna re got.

Di çend salên borî de, grûpên terorî sîstema bankkirina Iraqî îstixlal dikirin û hewl dan ku pereyan spî bikin û qaçaxiya wan ji bo piştiriya çalakiyên terorîst di nav welat de bikin berî ku Banka Navendî tedbîrên çavdêriyê bicih bike, wan got.

"Banka Navendî ya Iraqê, weke dezgeheke darayî ya serperiştiyar, berpirsyara siyaseta darayî ya pereyî li Iraqê ye û vê dawiyê kar kir ji bo pêşxistina tedbîrên yasayî ji bo çavdêriya tevgera pereyan û rêgirtin li her çalakiyeke biguman," berdevkê Banka Navendî ya Iraqî Eyser Cebbar ji Diyaruna re got.

Çavdêriya pereyan bi rêya dûvçûna pereyên ku derbasî Iraqê dibin û tevgera pereyan di nav welat de tê pêkanîn, wî zelal kir.

"Rêya yekem heta asteke bilind hatiye kontrolkirin, bi xêra rêkeftinên navdewletî derbarê şerê li dijî çalakiyên grûpên terorê û hevahengiya girêdayî zuhakirina çavkaniyên terorîst û rêgirtin li spîkirina pereyan," wî got.

Banka Navendî ya Iraqê û Ofîsa wê ya Hemberderketina Spîkirina Pereyan û Berengarbûna Fînansekirina Terorîzmê rêkeftinek ligel Wezareta Xezîneya Amerîkî wajo kiriye ji bo çavdêriya tevgera pereyan bi hevahengiyê ligel bank û kompaniyên darayî yên Iraqî, wî got.

Di naverasta Kanûna Yekemê de, Wezareta Xezîneya Amerîkî cezayên darayî li dijî çend pevguhertinên pereyan li Iraq û Sûriyê û fînanserekî ragihand , û hemû tometbar kirin ku pereyan dişînin ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) re, AFP ragihand.

Dezgehên cezakirî Kompaniya Silsîlet Zeheb a Pevguhertina Pereyan a Iraqê lixwe digrin, ku tê îdîakirin ku veguhestinên pereyan ji fînanzerekî nenas ê DAIŞ re pêk aniye û bêtirî 100 transfêran bo erdê di destê DAIŞ de pêk anîne, Wezareta Xezîneyê got.

Tundkirina çavdêriya navxweyî

"Derbarê pereyên ku di nav Iraqê de diherikin, ev yek bi rêya orderên şandinê yên navxweyî ku bi xetên dest tên nivîsandin li gorî sîstemên paşketî pêk tên," Cebbar got.

Tevî van zehmetiyan, wî got, Banka Navendî ya Iraqê kontrolên piştrastbûn û çavdêriyê yên taybet pêş xistin ku dikarin ligel sîstemên heyî kar bikin.

Banka Navendî ya Iraqê ferman da hemû ofîsên xizmetên darayî û kompaniyên transfêra pereyan li welat ku feylan ji her mişterî û her ordereke şandina pereyan çêbikin, wî got. Divê kopiyek ji belgeyên orjînal di wan de hebe, ku têde nasnameya şander, armanca transfêrê, û aliyê wergir hebin.

"Aliyên pêwendîdar li hemû faylan vedigerin û qasên şandinên pereyan, sedema transfêrê, û gelo ka mişterî tebîeta wê eşkere kiriye pişkinîn dikin," wî got.

Tenê di Kanûnê de, Banka Navendî ya Iraqî 102 kompaniyên xizmetên darayî dane sekinandin ji transfêra pereyan di nav Iraqê de bêyî pabendbûn bi standardan û bêyî piştrastkirina aliyên ku transfêr di nav wan de hatiye kirin, wî got.

Van tedbîrên çavdêriyê fînansekirina terorî li Iraqê bi temamî nesekinand, Cebbar got, lê pêşketineke berçav di vî warî de pêk anî, nêzîkî 80% ji herikîna neyasayî ya pereyan û spîkirina pereyan rawestandin.

Beşekî girîng ji şer

Rêgirtin li tawanên spîkirina pereyan û sekinandina kompaniyên veguhestina pereyan ku piştgiriya DAIŞ dikin girîng e weke şerê li dijî grûpê di meydanan de, Parlementera Iraqî Necîbe Necîb, ku di komîteya aborî ya parlementoyê de kar dike, got.

"Komîteya abûrî ya parlementoyê, her dema ku bênvedana parlementoyê xilas bibe, dê pirsa spîkirina pereyan û awayên rêgirtin li transfêra pereyan ji bo piştgiriya DAIŞ têxin ajendaya xwe," wê ji Diyaruna re got.

Xitimandina çavkaniyên darayî yên DAIŞ çalakiyên serbazî yên ku çavkaniyên wê li ser erdê, weke firotina petrolê û komkirina pereyên parastî, dikin armanc temam dikin, aborînas Basim Antonie ji Diyaruna re got.

"Tenê şerê rizgarkirina Mûsilê hişt ku DAIŞ gelek bîrên petrolê jidest bide, ku beşekî berçav bûn ji stûna wê ya aborî bi rêya qaçaxiya petrolê derveyî Iraqê û sûdwergirtin ji dahatan," wî got.

Ji ber ku DAIŞ li cihên diyarkirî li Mûsil û Hewîca hatiye dorpêçkirin, ku hemû rêyên bo bajar û bajarokên din hatine qutkirin, ew nema dikare petrolê qaçax bike an jî rêyên qaçaxiyê kontrol bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500